Zerîf li bara derketina ji rêketinnama anvokî hişyarî da Emerîkayê

  • Kodê Nûçe : 857223
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezîrê karên derve yê Îranê got ku ger Emerîka ji rêketinnama navokî derkeve, Îranê jî hin bijareyên din hene.

Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja  bi televîzyona  Al Jazeera`yê re got: Emerîka ger ser hevhatina navokî bisekine dê bikeve rewşeke baştir.

 Hevhatina navokî ya Îran û koma 5+1ê ji Çilla 2016`an  ve cih hatiye lê dewleta  Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim ser riya  cihanîna  rêketinnama navokî  astengîyan derdixe û bêsiziyê dike.

Wezîrê karên dreve yê Îranê di dewamê de bal kişand ser vê yekê ku siyasetên  Erebistana Siûdî li hember Qeterê erênî nînin, tekez kir: Erebistan divê belavkirina  terorîzmê û îdolojiya fanatzîmê rawestîne.

Zerîf bal kişand ser hewldana  Îranê jibo dabînkirina aramiyê li navçê û got: Kiryarên  rayedarên  Erebistanê û Îmaratê bandorên  neyînî datînin ser hewldanên Îranê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam