Zerîf: Terorîzm, terorîzm e; têkilîya xwe bi nîjad û mezheb re nîne

  • Kodê Nûçe : 849352
  • Çavkanî : Abna
Brief

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser ku, terorîzm li ser navê nîjad be an mezheb, terorîzm e û bi ti yekê (nîjad an mezheb) re têkilîya xwe tine.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê bêyî ku navê Serokkomarê Amerîkayê bilêv bike, rexne li wî kir ku çima di kêmxistina Îslamê de hema cide dilezîne lê di şermezarkirina terora ji nîjabperestîya li welatê wi tê der de, dibe dudilî û dikeve şikê.

Mihemed Cewad Zerîf bertek nîşanî şêweya rûbirûbûyîna Donald Tramp ya bi tengezarîyên nîjadperestane yên dawîn ên li Amerîkayê re, da û di rûpela xwe ya şexsî li ser twitterê nivîsî: “Di kêmxistina Îslamê de lezok û di şermezarkirina terorîzma nîjadperestane ya li malê dudilî. Terorîzm li ser navê nîjad be an mezheb, terorîzm e û bi ti yekê (nîjad an mezheb) re têkilîya xwe tine”.

Di halekî de ku li nava çend rojên borî, tengezarî û rakêşanên derketî yên li eyaleta Viriginia a DYE`yê di navbera kesên nîjadperest û dijberan de şidyayî bûne, awayê reaksîyona Tramp li hemberî van rakêşan bûye baîs ku li dijî wî –heta di nav partîya wî ya komarparêz de jî - pêleke mezin a rexneyan rabe û hejmareke zêde ya aktîvîstên li Amerîkayê, selehîyeta exlaqî ya Serokkomarê wî welatî Donald Tramp daxin jêrî lêpirsînê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*