Zivarîya li zeryaya mirî; Ereb ji bo aştîya ligel Îsraîlê amede ne.

  • Kodê Nûçe : 820800
  • Çavkanî : Abna
Brief

Welatên endam ên Yekîtiya Ereban li beramberî vekşîna Îsraîlê ji erdên sala 1967an piştgirîyê didin aştîya ligel rejîma dagirker.

Li gorî Ajansa Reutersê, Yekîtiya Ereban roja Çarşemê di beyannameya 28. civîna asta bilind a rayedarên Ereb ku li Behra Mirî ya Urdinê li dar ket de ragihand: Serokên welatên endam ên Yekîtiya Ereban di berdêla derketina rejîma dagirker ji erdên Erebî yên li sala 1967an hatine dagirkirin, destekê didin aştîya ligel Îsraîlê.

Rêberên welatên Erebî roja Çarşemê li dawîya civîna xwe ya li Urdinê dîyar kirin ku ji pêkhatina aştîyeke dîrokî ya bi rejîma sehyonîstî re hazir in, bi şertê ku ev rejîm ji erdên li sala 1967an hatine dagirkirin paş ve vekşe.

Li gorî ragihandina Reutersê ji Behra Mirî ya Urdinê, di encamnameya vê civînê ya ku ji alîyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban ve hate xwandin de wiha tê gotin: Welatên Erebî bi armanca qedîna pevçûna bi dehan salan ya li navbera Filistînîyan û rejîma sehyonîstî, piştgirîyê didin hevdîtinên aştîyane ên di navbera her du alîyan de bi şertê ku ev hevdîtin avakirina welatê Filistînê misoger bikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam