Wezîfeyên herî girîng ên bendewaran li serdema xeybetê çi ne?

Wezîfeyên herî girîng ên bendewaran li serdema xeybetê çi ne?

Pisporê behsên mehdewîyetê dazanîn: Divê me bawerî pê hebe ku em neçar û mihtacê Îmamê Zaman (Xwedê zihûra wî zû bike) nin û bêyî wî hezretî, jiyana me ne jiyan e.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, endamê heyeta îlmî ya sazîya Dahatûya Zelal (Pejûhişgahê Mehdewîyet) di persiva pirsa li ser diyarkirina dema zihûrê de got: Di bara diyarkirina dema zihûrê de çar desteyên riwayetan ên bi awayên cihêreng hene û ev riwayetene erka me ligel kesên ku li dûyî diyarkirina demê ne, zelal kirine.

Çar deste riwayetên derheqê diyarkirina dema zihûrê de

Huccetu-l Îslam Nusretullah Ayetî, di hevpeyvîna xwe ya ligel nûçegihanê Abnayê de bi berdewamî got: Desteya ewil ew riwayet in ku dibêjin her kî demê diyar dike derewan dike. Koma diyem ew riwayet in ku bi ser xela ewil de vê yekê jî bi kirp dibêjin ku heger kesekî dem diyar kir, nebêjin ew derewa dike û hew, belkî hûn divê helwesta neyînî derxin pêş. Li hember kesê ku avahîya xwar lêdike û demê diyar dike divê hûn li dijî wî rabin û helwestê bigrin û helwesta xwe eşkere bikin û bi zelalî ragihênin ku eve çewt e.

Ayetî, wiha lê zêde kir: Dibe ku kesek rabe bibêje ku heger yekî ji ber xwe dem diyar kir, ew derewa dike lê heger yek were bibêje ku Ehlê Beytê (a) dem diyar kiriye û diyarkirina demê ji Ehlê Beytê (a) neqil bike, ti pirsgirêkek dernakeve. Desteya sêyem ew riwayet in ku diyar dikin; me Binemala Resûlê Xwedê dem diyar nekiriye û em ne ehlê diyarkirina demê ne û heger kesek rabe li ser navê me demê diyar bike, ew derewa dike û me dem (a zihûrê) diyar nekiriye.

Pisporê behsên mehdewîyetê di bara koma çarem a riwayetên li ser diyarkirina dema zihûrê de jî wiha peyivî: Îhtimal heye kesek rabe û dest bi îzeh û şîrove kirina van riwayetan bike û bibêje ku îmamên berê dem diyar nekirine lê gelek pêkan e ku di çaxa me de kesek bigihêje hizûra hezretê Huccet (Xwedê zihûra wî zû bike) û ji wî hezretî serwextî dema zihûrê bibe û riwayetên borî jî şamilî vê yekê nebin; ji ber ku di riwayetan de dihat gotin ku me di raborîyê de dem diyar nekiriye. Ji bona ku derî vê jî bête girtin, di desteya çarem a riwayetan de tê kerem kirin ku me li dahatûyê jî dem diyar nekiriye.

Wî her wiha got: Îmamên Mesûm (a) wezîfeya me diyar kirine û kerem kirine ku derewkarîya kesê ku demê teyîn dike, derxin holê. Çiko ji zihûrê re demeke diyar nîne. Bo nimûne, heke em bibêjin pêştî 20 salên dî dê zihûr biqewime, ev tê wê manê ku gelî mirovan, herin rakevin, hûn çi dikin bikin dê 20 salên din hezret zihûr bike. Zihûr wê hingê diqewime ku gel xwe amede kiribe. Dema zihûrê dikare hema îro be, bi şertê ku gel amade be, hazir be.

Di îlmê Xwedê de emelê me jî li ber çav hatiye girtin

Wî di bersiva vê pirsê de jî ku li gorî îdîaya hinekan em çi dua bikin an nekin dema zihûrê diyar e û gelo duakirina me bandoreke xwe heye li ser zihûra Îmamê Zaman (Xwedê zihûra wî zû bike), got: Mînanî vê yekê ye ku kesek rabe îdîa bike dê Xwedê zarî û erebe an mal bide we û dema vê dayînê jî di îlmê Xwedê de diyar e û êdî tu zanî, dixwazî dua bike an dua meke! Gotineke wiha bêwate ye, ji ber ku Ehlê Beytê (a) kerem kirine ku dua teqdîr û çarenûsê diguherîne. Heger di îlmê Xwedê de ji zihûrê re demeke diyar heye, ev dem li gorî performansa me hatiye diyarkirin. Di îlmê Xwedê de emel û tevgera me jî li ber çav hatiye girtin. Ji ber ku em dua dikin, şert û mercan lihev tênîn û em xwe amede dikin dê zihûr di demeke nêz de biqewime. Çawa ku heger em karekî nekin wê zihûr li paş bikeve. Bo nimûne, Xwedê dibêje ji ber ku xelk amade û hazir nabin û riyê venakin, zihûr li paş dikeve û dereng dibe.

Pisporê behsên mehdewîyetê li dawîyê got: Zanîna Xwedê ya bu tiştekî nayê wateya bêbandor bûna dua û emelê me û ya rast di zihûrê de dua û emelên me xwedî bandor û rist in. Her wiha Ehê Beytê (a) ji me xwastine ku em dua bikin û heke duaya me tesîreke xwe tinebûya ji me dixwastin. Xwedê rêhma xwe li Ayetullah Behçet bike, wî digot: “Kesê ku tevaya dinyayê mihtacê duaya wî ye, ji me hêviya duayê dike ”. Duaya min vê yekê dide nîşandan ku dilê min ji bo vê tevgerê lê dide û hesretê dikşîne û ya ku rê li ber zihûr vedike jî hema ev daxwazî, bêrî û hesret e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018