ÎMAM HUSEYN DI HEDÎSAN DE

  • Kodê Nûçe : 739485
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Resulê Ekrem kerem kir (s.a.a): Hesen û Hûseyn, serokên ehlê cinetê ne.

1. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): الْحَسَنُ وَ الْحُسَينُ سَيِّدا شَبابِ اهْلِ الْجَنَّةِ.

Resulê Ekrem kerem kir (s.a.a): Hesen û Hûseyn, serokên ehlê cinetê ne.

Sunena Îbnî Mace: 1/56, Sunena Tirmizî: 13/191 û 192.

2. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): حُسَيْنٌ مِنّى‏ وَ انَا مِنْ حُسَيْنٍ.

Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: Hûseyn ji min e û ez ji Hûseyn im.

انَا سِلْمٌ لِمَنْ سالَمْتُمْ، وَ حَرْبٌ لِمَنْ حارَبْتُمْ.

Bê şek ez bi her kesê ku bi we re di sulh û aşitîyê de be di sulh û aşitîyê de me û di ceng û herbê de me bi her kesê bi we re di ceng û herbê de be.

 Sunena Îbnî Mace: 1/65, Sunena Tirmizî: 13/248.

3. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): اللَّهُمَّ انّى‏ احِبُّهُما ]الحسن والحسین[ فَاحِبَّهُما وَ احِّبَّ مَنْ يُحِبُّهُما.

Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: îlahî ez ji van herduyan (Hesen û Hûseyn) hez dikim. Tu jî ji wan hez bike û ji her kesên ku ji wan hez dike jî hez bike.

Îstîab: 1/376.

4. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): احَبُّ اهْلِ بَيْتى‏ الَىَّ الْحَسَنُ وَ الحُسَيْنُ.

Resulê Ekrem (s.a.akerem kir: ji ehlê beyta min kesên herî li ber dilê min şîrîn Hesen û Hûseyn in.

Sunena Tirmizî: 13/194, Mesabîh-us Sûnnetî: 2/281.

5. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): انَّ ابْنىَّ هذَيْنِ ]الحسن والحسین[ رَيْحانَتاىَ مِنَ الدُّنيا.

Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: ev herdu evladên min (Hesen û Hûseyn) du rihanên min ên dunyayê ne.

Sehîha Buxarî: 2/188, Sunena Tirmizî: 13/193.

6. انَّ رسُولَ اللَّه(ص) اخَذَ بِيَدِ حَسَنٍ وَ حُسَيْنٍ فَقَالَ: مَنْ احَبَّنى‏ وَ احَبَّ هذَيْنِ وَ اباهُما وَ امَّهُما كانَ مَعى‏ فى‏ دَرَجَتى‏ يَوْمَ الْقِيامَةِ.

Tirmizî û Ehmed rîwayet kirine ku Resulê Ekrem (s.a.a) bi destên Hesen (a.s) û Hûseyn (a.s) girt û kerem kir: kesê ji min û ji van herduyan û ji dê û bavê wan hez bike roja qiyametê dê bi min re be û di dereceya min de be.  

Sunena Tirmizî: 13/176, Kenz-ul Ummal: 6/216.

7. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): فِىْ الْجَنَّةِ دَرَجَةٌ تُدْعَى‏ الْوَسيلَةُ فَاذا سَأَلْتُمُ اللَّهَ فَسْأَلُوا لِىَ الْوَسيلَةَ. قالُوْا: يا رَسُولَ اللَّهِ! مَنْ يَسْكُنْ مَعَكَ فيها؟ قالَ: عَلِىٌّ وَ فاطِمَةُ وَالْحَسَنُ وَالْحُسَيْنُ.

Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: di bihiştê de dereceyek heye ku jê re dibejin Wesîle. Nexwe dema we ji min re ji Xweda xwest Wesîleyê bixwazin. Gotin: ey Resulê Xwedê (s.a.a)! Kî bi te re têde dijîn? Kerem kir: Elî, Fatima, Hesen û Hûseyn.  

Kenz=ul Ummal: 6/217, Esed-ul Xabe: 5/523.

8. قَالَ رَسُولُ اللّهُ(ص): يا فاطِمَةُ، انّى‏ وَ ايّاك، وَ هذا الرَّاقِدَ (يَعْنى‏ عَلِيًّا) وَ الْحَسَنَ وَ الْحُسينَ يَوْمَ القِيامَةِ لَفِى مَكانٍ واحِدٍ.

Resulê Ekrem (s.a.a) ji Hz. Fatima (s.a) re wiha kerem kir: ey Fatima! Ez û ti û ev ê razayî (yanî Elî) û Hesen û Hûseyn di roja qiyametê de di cîhekî de ne. 

Kenz-ul Ummal: 6/216.

9. انَّ ابْنى‏ هذا يُقْتَلُ بِارْضٍ مِنَ الْعِراقِ يُقالُ لَها كَرْبَلا فَمَنْ شَهِدَ ذلكَ مِنْهُم فَلْيَنصُرْهُ.

Enesê lawê Haris rîwayet kiriye ku Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: birastî ev kurê min ê ha, dê li ser axek ji Îraqê were kuştin ku ji re dibêjin Kerbela. Her kesê ku vê yekê dît bila alîkarîya wî bike.

Kenz-ul Ummal: 6/223.

Huzeyfe ji Resulê Ekrem (s.a.a) rîwayet kiriye ku kerem kir:

10. لَوْ لَمْ يَبْقَ مِنَ الدُّنْيا الّا يَوْمٌ واحِدٌ لَطَوَّلَ اللَّهُ ذلِكَ الْيَومَ حتّى‏ يَبْعَثَ رَجُلًاً مِنْ وُلْدِى‏ اسْمُهُ كَاسْمِى؛ فَقالَ سَلْمانُ: مِنْ اىِّ وُلْدِكَ يا رَسُولَ اللَّه؟ قالَ: مِنْ وُلْدى‏ هذا وَ ضَرَبَ بِيَدِهِ عَلَى الْحُسَيْنِ.

Heger ji temenê dinyayê ji yek rojekê pêve jî wext nemîne dê Xweda wê rojê dirêj bike da ku zilamekî ji ewladên min rabike ku navê wî nave min e. Li ser vê yekê Selman got: ji kîjan ewladên te ye, ey Resulê Xwedê? Bi destê xwe Hûseyn nîşan da û Kerem (s.a.a) kir: ji vî ewladê min e.

Zexaîr-ul Uqba: 136.

Teberanî ji Wasilê rîwayet kiriye ku Resulê Ekrem (s.a.a) derheqqê Elî, Fatima, Hesen û Hûseyn (a.s) de wuha dua kir: 

11.  الَلّهُمَّ انَّكَ جَعَلْتَ صَلَواتِكَ وَ رَحْمَتَكَ وَ مَغْفِرَتَكَ وِ رِضْوانَكَ عَلى‏ ابراهيمَ و آلِ إِبْراهيمَ اللَّهُمَّ انَّهُم مِنّىِ وَ انَا مِنْهُم فَاجْعَلْ صَلَواتِكَ وَ رَحْمَتَكَ وَ مَغْفِرَتَكَ وَ رِضْوانَكَ عَلَىَّ وَ عَلَيْهِم (أي، عَلِيّاً وَ فاطِمَةَ وَ حَسَناً وَ حُسَيناً).

Îlahî! Selewat û rihmet, mexfîret û razîbûna xwe li ser Îbrahîm û Alê Îbrahîm bi cîh bike. Xwedêyo! Evanan (Elî, Fatima, Hesen û Hûseyn) ji min in û ez jî ji wan im. Nexwe selewat û rihmet, bexşandin û jêxweşîya xwe li ser min û li ser wan bi cîh bike.

Kenz-ul Ummal: 6/217.

Hakim û Îbnî Sad rîwayet kirine ku Resulê Ekrem (s.a.a) ji Elî (a.s) re kerem kir: 

12.  انَّ اوَّلَ مَنْ يَدْخُلُ الْجَنَّةَ انَا وَ انْتَ وَ فاطِمَةُ وَ الْحَسَنُ وَ الْحُسَيْنُ. قالَ عَلِىٌّ: فَمُحِبُّونا؟ قالَ: مِنْ وَرَائِكُمْ.

Kesên ewil ên dikevin bihiştê ez û ti û Fatima û Hesen û Hûsey in. Elî (a.s.) got: û hezkirîyên me (çewa)? Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir: li pey we dikevinê.   

Kenz-ul Ummal: 6/216, Sawaîq: 151.

Siyutî ji Enesê lawê Haris rîwayet kiriye ku Resulê Ekrem (s.a.a) kerem kir:  

13.  انَّ ابْنى‏ هذا يُقْتَلُ بِارْضٍ مِنَ الْعِراقِ يُقالُ لَها کَرْبَلا فَمَنْ شَهِدَ ذلکَ مِنْهُم فَلْيَنصُرْهُ.

Birastî ev kurê min ê ha, li cîhekî ku jê re dibêjin Kerbela ku li welatê Îraqê ye dê were kuştin. Her kesê ku vê yekê dît bila alîkarîya wî bike.

 Kenz-ul Ummal: 6/223.

14. Selman dibêje ku ez çûm cem Resulê Xwedê (s.a.a) min dît ku Hûseyn (a.s) li ser çoka wî rûniştibû û Pexember (s.a.a) lê dimeyizand û lêvên wî maçî dikir û digot: ti mezin, lawê mezinan û bavê mezinan î! Ti Îmam, lawê Îmam û bavê Îmaman î! Ti huccet, lawê huccet û bavê neh huccetên ku ji pişta te ne yî. Nehemînê wan Qaimê wan e.

Meqtela Xewarezmî: 146, Yenabîu-ul Meweddetî: 445. 

 

15.  Ehmedê lawê Hembel di Musneda xwe de gotiye ku Elî (a.s) kerem kiriye: ez çûm cem Resulê Xweda (selewatên Xwedê li ser wî û Alê wî be) mîn dît ku herdu çavên wî dikelîyan û dibarîyan. Di pey re ji min re kerem (s.a.a) kir: Cibrîl li tenişta min rawesta û got: Hûseyn li kêleka çemê Feratê dê were kuştin!! Ji ber vê yekê min nukaribû serî li hêstirên çavê xwe bigirim. Resulê Xweda (s.a.a) ji hevsera xwe re kerem kir: vî lawikî  (Hûseyn) negirînin. Pêxember (s.a.a) li cem Ummu Selemê bû ku Cibrîl nazilbû. Peyre Hûseyn (a.s)  hat û li ber çoka Resulê Xweda (s.a.a) rûnişt. Cibrîl got: dê ummeta te wî bikujin!! Pêxember (s.a.a) pirsî: dê wî bikujin û hêjî dawa îman bikin? Got: erê.

Tarîxa Îslamê ya Zehebî: 5/102. 

16. Ji Ummu Selemê hatiye neqil kirin ku gotiye: rojek ji rojên ku Pêxemberê Ekrem (s.a.a) li mezela min rûniştibû ji min re kerem kir: heya te jê hebe bila tu kes newe cem min! Jinişkave Hûseyn (a.s)  kete hundur û li ber pêşa Pêxember (s.a.a) rawesta. Pêxember (s.a.a) bi kelegirî destê xwe li serê wî xist!! Min lêborîn xwest û pirsî, wî kerem (s.a.a) kir: eha vê gave Cibrîl got ku dê ummeta te li axeka bi navê Kerbelayê wî şehît bikin!!  Dema leşkerê dijmin Hûseyn (a.s) muhasere kirin û xwestin wî şehît bikin, wî pirsî: navê vê derê çiye? Gotin: Kerbela ye. Hûseyn (a.s) kerem kir: Resulê Ekrem (s.a.a) rast gotiye ku ev der, Kerb û Bela ye.

Mucem-ul Kebîr: 23/289, Mecmeu-uz Zewaid we Menbeu-ul Fewaid: 9/188. 

17.  Ummu-ul Fezl keça Haris rojekê bi Resulê Xweda (s.a.a) şerefyab bû û jê re got: şevîdî min xewnek bitirs dît!! Pêxember (s.a.a) kerem kir: xewna xwe bêje. Got: min di xewê de dît wekî ku wesleyek ji bedena we cûda bû û kete pêşa min de!! Resulê Xweda (s.a.a) kerem kir: te xewneke gelek qenc dîtiye. Dê gellek di zûde Fatima kurekî bîne dinyayê û wê ew lawik di pêşa te de be. Rojekê Hûseyn di pêşa min de bû û ez çûm cem Resulê Xwedê (s.a.a). Pêxember (s.a.a) li Hûseyn (a.s) meyizand û çavê wî kelegirî bûn. Min got: dê û bavê min gorî te bin! Ti çima girîyayî? Kerem kir: eha vê gavê Cibrîl nazil bû û xeber da min ku wê ummeta min di nêzîk de vî kurê min şehît bikin û axek ji axa wî ya sor ji min re anî!!

El-Mustedrek ala-s Sehîheyn: 3/196 û El-Bîdayetu we-n Nîhayetu: 9/237.

18.  وأخرج أبو نعيم في الدلائل عن أم سلمة قالت: سَمِعْتُ الْجِنَّ تَبكِي عَلَى الْحُسَيْنِ بْنِ عَلِيٍّ و تَنُوحُ عَلَيه.

Ebu Neîm di Delaîlê de ji Ummu Seleme anîye ku gotiye: min bihîst ku cinan li ser Hûseynê lawê Elî (a.s) digirîyan û dinalîyan.

Teberanî û rîcalen wî û rîcalên Sehîhê rîwayet kirine, Tarîx-ul Xulefa: 1/158.

19.  وَعَنْ مَيْمُونَةَ قَالَتْ: سَمِعْتُ الْجِنَّ تَنُوحُ عَلَى الْحُسَيْنِ بْنِ عَلِيٍّ.

Ummu-ul Momînîn Meymune (a.s) gotiye: min bihîst ku cinan li ser Hûseynê lawê Elî (a.s) nalîn dikirin.

Teberanî û rîcalen wî û rîcalên Sehîhê rîwayet kirine/Mecmeu-l Zewaid we Menbe-ul Fewaid: 9/199.

20.  Elî îbnî Hûseyn (a.s) got: ji min gilî û gazinan nekin. Lewra Yaqup (a.s) demekê kurek ji kurên xwe winda kir, wusa girîya ku çavê xwe ji dest da. Digel ku nizanibû ka gelo kurê wî mirî ye yan na. lê belê min çardeh kesan ji malbata xwe winda kir û serên wan li ber çavê min birîn!! Gelo hûn dibejin qê wê derd û keser ji min dûr bibin?  El-Bîdayetu we-n Nîhayetu: 9/125. Tarîxa Bajarê Dimeşqê: 41/386. 

21. Ehmedê lawê Hembel di Fezaîl-us Sehabe de dinivîse: Îmam Hûseyn (a.s) kerem kir: her kesê ku çavên wî bo me tijî hêstir bibin yan yek dilopek hêstir birêjin, wê Xweda wî bixe cinetê.

Fezaîl-us Sahabe: 2/840. 

22. Îbnî Esakîr di Tarîxa xwe de ji Evdilehî lawê Emr rîwayet dike: Resulê Xwedê (s.a.a) kerem kir: Yezîd ku Xweda wî rezîl bike û lanet û qeda lê bibarin; ew e ku hebîbê min Hûseyn dikuje. Ax û xwelîya wî ji min re anîn û qatilê wî nîşanî min dan. Bizanin ku qifleyek wî şehît dikin û tû kes naçe alîkarîya wî. Ji bilî hinekan ku Xweda ezab û îqabê xwe ji wan dûr gerandiye.

Kenz-ul Ummal fî Sunen-îl Eqwalî we-l Efal: 12/59.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018