DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'

  • Kodê Nûçe : 750058
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Rêxistina terorîst a DAIŞê ragihand ku cara yekemîn e li dewleta Somaliyê li Rojavayê Efrîkayê êrişek pêk anîne.

DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'

Rêxistina terorîst a DAIŞê ragihand ku cara yekemîn e li dewleta Somaliyê li Rojavayê Efrîkayê êrişek pêk anîne.

Rêxistina terorîst a DAIŞê ragihand ku cara yekemîn e li dewleta Somaliyê li Rojavayê Efrîkayê êrişek pêk anîye. Rêxistinê îdia kir ku li Mogadişu leşkerên Yekîtiya Efrîqayê hedef girtine.
Rêxistina terorîst a DAIŞê ev nêzî salekê ye dixwaze li rojhilatê Efrîqayê qadê ji xwe re veke û li gorî îdiayan êrişa pêşî li Somaliyê pêk anîne.
Peyamnerê BBCê li paytexta Kenya bajarê Nairobiyê Tomi Oladipo ragihand ku DAIŞê di daxuyaniya xwe de, dem û encamên êrişa xwe eşkere nekiriye.
Di Cotmeha sala borî de li herêma Putland a li rojhilata bakura Somalî komek ser bi El Şebabê ve, girêdayî ya DAIŞê ragihandibû.
Hikûmeta Somalî ragihandibû ku fermandarê koma El Şebab a tevlî DAIŞê bûyî Hasan Fanah li herêma Mogadişu hatiye girtin.




Nûçeyên Têkil

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam