Pêgîriya li ser dewama hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê

  • Kodê Nûçe : 795447
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û alîkarê serokkomarê Amerîkayê, dewama hevkarî û hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li operasyona Mûsilê pêwîst dan zanîn.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û alîkarê serokkomarê Amerîkayê, dewama hevkarî û hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li operasyona Mûsilê pêwîst dan zanîn.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, li gotûbêja bi riya têlêfonê ya di navbera Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Co Baydên, alîkarê serokkomarê Amerîkayê de, operasyona Mûsilê û destkevtên hêzên leşkerî yên Iraqê li şerrê bi terorîstên DAIŞ`ê, hat gotûbêjkirin.

Li gorî vê nûçeyê, Baydên qedrê rola hêza Pêşmerge ya li şerrê dijî terorîstên li Iraqê girt.

Herwiha her du aliyan qedrê hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê girtin û li ser pêwîstiya dewama pêvajoya niha sekinîn û Baydên piştgiriya Amerîkayê ya ji hevkariyên di navbera hêzên kurd û iraqî de ragihandiye.

Barzanî jî qedrê rola artêşa Amerîkayê ya li piştevaniya ji hêza Pêşmerge û hevahengî û hevkariya ku ev hêza bi hêzên artêşa Iraqê re pêk aniye, girt.
.....
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam