Peyama rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi boneya merasima hecê

  • Kodê Nûçe : 777058
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li peyamekê bi boneya merasima hecê, dema hecê jibo misilmanan, dema şanazî, coş û kubarîya ber çavên mexlûqatan, dema ronîbûna dil û xeşîmbûna li pêşberî xaliq zanî.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê îro li peyamekê bi boneya merasima hecê, dema hecê jibo misilmanan, dema şanazî, coş û kubarîya ber çavên mexlûqatan, dema ronîbûna dil û xeşîmbûna li pêşberî xaliq zanî.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê herviha got: Heca ibrahîmî ku islamê wekî dîyarî daye misilmanan, sembola meinewîyet û tifaqê ye, hec mezinatîya ometa islamê û piştkutana wan li hêza ilahî radixe ber çevên dijminan û dûrbûna wan ji fesadî û heqareta ku zorbêjên navnetewî ser civakên insanî disepînin, berbiçav dike. Hec li gorî vê nêrînê cîyê beraeta ji muşrikan û tifaq û yêketîya ligel misilmanan e.

Ev peyama ser ber û layên girîng ên hecê ji du hêlên sîyasî û meinewî va disekine. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê di vî warî da got, kesên ku qîmet û asta hecê daxistine serdaneke zîyaretkirin û gerrê û dijminatîya xwe li hemberî gelê misilman û inqilabî yê Îranê, ser navê `` sîyasîkirina hecê`` veşartine, şeytanên biçûk û rezîl in ku ji ber vîya ku nebe berjewendîyên şeytanê mezin, Amerîkayê, bikevin ber xeterê, ditirsin û dilerizin.

Rayedarên Erebistanê ku li bara bûyerên Yemenê û Sûrîyê û li hêlên din ên helwest û kiryarên xwe tewişîne, sîyaseta inkarkirinê yan veşartinê girtine ber xwe lê, ev pêvajo û şêwaza berpirsîya dewleta Erebistanê têkildarî karesata Mênayê jê dûr naxe.

Lewma li beşeke peyama rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî jibo hecîyan hatîye bibîrxistinê ku tu şik û gumanek tineye ku hikimdarên siûdî li bûyerên sala buhurî û salên berî wê, sebebkar û teqsîrkar in. Helbet sistîya li van bûyerana gumaneke xweşbînane ye ku nehatîye isbatkirinê û gumana sistî û teqsîrkarîya biqest di vî warî da cidî ye.

Sistî û qusûrîya li xilaskirina birîndarên vê karesatê, meseleyeke vebirr bêvegerr e û binemala siûdî divê di vî warî da bersivê bide, ji ber ku di encama vê cinayetê da çend hezar malbatên ji welatên curbicur ezîzên xwe ji dest dan û dilên gelên wan birîndar û bikeser bûn. Bûyerên Mênayê ji her hêlî va û li gorî her nêrînekê, nîşana nehêjabûna berpirsên erebistanî ne.

Hecîyên gellek welatan li merasima Heca Temetui ya sala buhurî di encama bûyerên curbicur da ku heger û sebeba gellek ji wan, şaşitîyên insanî û sistîya li rêvebirinê û nehêjabûna rayedar û berpirsên erebistanî bûn, canê xwe ji dest dan. Ji Îranê jî nêzî 500 kes di nav şehîdên hanê da bûn.

Milet û dewletên islamî li benda bersiveke qanihker di vî warî da ne û tenê lêkolîneke tam li bara hegerên qewimîna van bûyerana û ragihandina encamên wê dikare bersiva pirs û nezelalîyan zelal bike. Siûdî heta xwe ji pêkanîna desteya pêderxistina rastîyan a nanetewî ya islamî jî vedizîn û niha hewl didin Îranê li warê bêparbûna hecîyên vî welatî ji heca îsal, tawanbar û sebebkar nîşan bidin.

Çawan ku rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî bi bîr xist, hikimdarên fitnekar ku bi pêkanîn û teyarkirina komên tekfîrî û şerût, cehana islamê tûşî şerên navxweyî û kuştina bêgunehan kirine û Iraq, Şam û Lîbî û hin welatên din kirine gola xwînê û hecî di roja eydê li Mênayê da û berî wê li Mescid ul Heramê kirine gorî, niha behsa sîyasînebûn û sîyasînekirina hecê dikin û berpirs û welatên din li ser gunehên mezin ên ku xwe kirine, tawanbar dikin.

Vêca dewlet û gelên misilman berpirsîyeke giran hene. Ew divê hikimdarên siûdî nas bikin û bi hegera cinayetên ku li cehana islamê kirine, pêsîra wan bernedin.  


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*