Erdoxan li Menameyê:

Em li kêleka Behrêynê ne

  • Kodê Nûçe : 811523
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Paşayê Behrêynê li merasimeke fermî li Menameya paytexta Behrêynê ji Erdoxanê serokomarê Iraqê pêşwazî kir û du aliyan çend rêketiname û têgihîştinname wajo kirin.

Paşayê Behrêynê li merasimeke fermî li Menameya paytexta Behrêynê ji Erdoxanê serokomarê Iraqê pêşwazî kir û du aliyan çend rêketiname û têgihîştinname wajo kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê rojanmeya seranavçeyî ya El Quds El Erebî, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku berêvara yekşemiyê li sefera xwe bo sê welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê gihîşte Menamê, ji aliyê Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe, paşayê Behrêynê va li Koşka El Sexîrê bi fermî hat pêşwazîkirin.

Li merasîma pêşwaziya ji Erdoxên derdem digel daketina wî li firokexaneya leşkerî ya El Sexîrê, paşa, Xelîfe Bin Selman Alê Xelîfe serokwezîr, paşazade Selman Bin Hemed Alê Xelîfe welîehd, Xalid Bin Hemed Alê Xelîfe wezîrê karên derve yê Behrêynê amade bûn.

Piştî vê pêşwaziya fermî du serokan goptûbêjên xwe dest pê kirin.

Paşayê Behrêynê li vê hevdîtinê destnîşan kir: Sefera Erdoxên bo Behrêynê dê xîm û bingeha hevkarîya stratijîk navbera du welatan da be.

Wî her wiha got: Em careke din piştgiriya xwe ji serokomarê Tirkiyê di hemî pêngavên geşepêdana vî welatî û piştgiriya ji aramiya Tirkiyê radigihînin.

Erdoxên jî piştgiriya Tirkiyê ji Behrêynê li hemberî pirsgirêkên pêşber ragihand.

Van du rayedaran çend lihevkirinnameyên dualî û çend têgihîştinname li warê pêşeyên leşkerî, rakirina vîzayê ji bo sefera welatiyên du welatan her wiha hin lihevkiriname li warê perwerdehiyê îmze kirin.

Biryar e Erdoxan îro anku duyşemiyê Behrêynê biterikîne û berê xwe bide Erebistanê û digel Melik Selmanê paşayê vî welatî, Mihemed Bin Naîb welîehd û Mihemed Bin Selman dewsgirê welîehd hevdîtinê pêk bîne.

Erdoxan sefera xwe bo sê welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê bi sefera bo Qeterê bi dawî tîne û wê heta roja çarşemiyê li vî welatî be.

Li vê seferê wezîrên karên derve, berevanî, ênêrjî û aborê yên Tirkiyê hevrêtiya Erdoxên dikin.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*