Erdoxan:

Fermana kuştina Xaşiqî ji aliyê bilindtirîn asta rêvebiriyê li dewleta Erebistanê va hat dayînê

  • Kodê Nûçe : 916585
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Serokomarê Tirkiyê careka din ragihand ku fermana kuştina Cemal Xaşiqçî ji aliyê bilindtirîn asta rêvebiriyê li hikûmeta Erebistanê va hat dayînê.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Erdoxanê serokomarê Tikriyê careka din bi gotina vê yekê ku kuştina Xaşiqçî krekî ji pêş va plandarêştî bû û rayedarên pileberz ên siûdî ferman vê kuştinê da, li ser darizandina sebebkarê sereke yê dayîna fermana kuştina Xaşiqçî pêgirî kir.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Kesek ji billî hejdeh kesên girtî berpirsê sereke yê kuştina vî rojnamevanê rexnekirê siûdî ye û ew divê were nasandin û darizandin.

Erdoxên her wiha pêgirî kir ku ev mijar divê were ronkirin ku çi hatiye serê leşê Xaşiqçî û heke leşê wî hatibe tîketîkekirin û bo cihekî din hatibe veguhestin û heta heke leşê wî li cihekî hatibe definkirin, divê mijar were ronkirin.

Çavkaniyên agah li Tirkiyê Îniya bihurî navê sê kesên ku destê wan li helandina leşê Cemal Xaşiqçî rojnamevanê kuştî yê siûdî bi Asîdê hebûye, aşkira kirin.

Beriya viya çavkaniyên agah li ofîsa dozgeriya giştî ya Tirkiyê ragihandibûn ku li mala serkonsolê siûdî li Istenbûlê bermahiyên asîd û madeyeka kîmyayî ya taybet peyda bûne û li gorî lêkolînên pêkhatî leşê Cemal Xaşiqçî bi asîdê hatine jinavbirin û tevahiya şehedîyên sûca kuştina wî tam hatine jinavbirin.

Serokomarê Tirkiyê beriya viya jî destnîşan kiribû ku Enqere heta ronbûna tam a rastiyan û hevkariya bi rêxistinên navneteweyî ra ji bo darizandina sebebkarên vê cinayetê dê hewildana xwe bidomîne.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê siûdî roja 2ê Cotmehê piştî derbasbûna nav konsplxaneya Erebistanê li Istenbûlê wenda bû û Erebistana siûdî 18 rojan piştî wendabûna Cemal Xaşiqçî ragihand ku ew li nav konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê hatiye kuştin.

..............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018