Satîrîstê alman bo Erdogan: Almanya ne Kurdistan e.

  • Kodê Nûçe : 747022
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Her ku diçe, mijara helbesta satîrîstê alman Bohmermann a li ser Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rengên seyrtir distîne.

Satîrîstê alman bo Erdogan: Almanya ne Kurdistan e.


Her ku diçe, mijara helbesta satîrîstê alman Bohmermann a li ser Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rengên seyrtir distîne.

Li Almanya ku henekpêkirina bi navdaran weke vexwarina tasek av tiştekî normal e û nayê bîra kesekî ku xwe bi rêya dadgehan ji henekan biparêze, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayiip Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên nerazîbûna li hemberî helbesta satîrîstê alman, bûye yek ji germtirîn mijarên li Almanyayê, heta bûye sedema guftûgoyeke berfireh li ser sînorên satîr û azadiya nêrînê bi giştî.

Daxwaza Erdogan weke serokomarê welatekî ji hikûmeta Almanyayê ji bo cezakirina satîrîst Bohmermann ne bes bû, Erdogan şexsî jî bi rêya parêzerên xwe li hemberî satirvanê alman doz vekir.

Gellek kes li Almanyayê van helwestên Erdogan weke hewldana sînordarkirina azadiya raman û çapemeniyê li Almanyayê dinirxînin û bi taybetî serokwezîra xwe Angela Merkel rexne dikin, ku ew ji ber mijara koçberan sînoran ji Erdogan re diyar nake.

Hikûmeta alman niha mijûlî lêkolana daxwaza Erdogan a cezakirina satîrvanê alman e. Berdevkê hikûmetê diyar kir ku ewê di nava çend rojan de biryarê bide ka ewê rê bidin dadgehkirina wî.

Gellek alî vê helwesta hikûmeta Almanyayê rexne dikin ku xwe dike nav karekî ku ne karê siyasetê, lê yê dadweriyê ye.

Serokê Hevgirtina Rojnamevanên Alman jî diyar dike ku ev vê yekê şaş dibîne ku biryara dadgehkirina kesekî di destê hikûmetê de be.

Serokê Hevgirtina Rojnamevanên Alman Frank Ueberall derbarê vê yekê de wiha got: "Ji dawiya salên 60î ve tiştekî wiha nebûye. Li gor nêrîna min, divê ji derveyî vê bûyera taybet jî, em li ser wê yekê fikirin, ka ev yek hêj li gorî demê ye ku êdî ne dadwerî, lê hikûmet li ser wê yekê biryar bide ka dozek were vekirin an na. Ez vê yekê weke noqteyeke şaş dibînim, ku dikare di bin rewşê taybet de bibe sedema astengkirina azadiya çapemenî û ramanê û azadiya satîrê."

Li aliyê din, her ku diçe berpirsên tirk jî ji rastiya jiyanê dûr dikevin û daxuyaniyên ku li Almanyayê dibin cihê pêkenînê didin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî got, "ev helbest ne tenê bêhumertî ye li hemberî Serokomar Erdogan, lê li hemberî 78 milyon tirk jî behumertî ye” û helbesta li hemberî Erdogan weke "tawaneke li dijî mirovantiyê" bi nav kir.

Li aliyê din, her ku Erdogan û berpirsên din xwe di vê mijarê de hişk dikin, hejmara henekên ku li ser Erdogan tên belavkirin jî zêdetir dibin.

Di vîdyoyeke nû belavkirî de, satîrîstê navdar ê Almanyayê Dieter Hallervorden ricayê ji Erdogan dike ku dozê li hemberî wî jî veke, da ku strana wî jî navdar bibe.

Hallervordenê ku heta dawiyê henekê xwe bi Erdogan dike, dibêje ewê wî navî li Erdogan bike ku Erdogan heq kiriye û dibêje: “Erdogan, tu terorîst î”. Di dawiya strana xwe de jî, satîrîstê alman bi bîra Serokomarê tirk tînê: "Erdogan, Erdogan, hay ji xwe hebe, Almanya ne Kurdistan e."


Nûçeyên Têkil

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018