Êrîşa çekdarên israîlî li ser malên filistîniyan

  • Kodê Nûçe : 755257
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Çekdarên israîlî êrîşî ser malên filistîniyan kirin û hejmarek girtin.

Çekdarên israîlî êrîşî ser malên filistîniyan kirin û hejmarek girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Wefayê, çekdarên Rêjîma Siyonîst roja pêncşemiyê, 19`ê Gulana 2016`an, bi êrîşa ser malên filistîniyan li bajarên Tolkerem, El-Xelîl û Cinînê li Rexa Rojavaya Çemê Urdinê pênc filistînî girtin.

Çekdarên israîlî her viha xwendekareke filistînî li Bêytelmuqedesê girtin.

Çekdarên artêşa Rêjîma Siyonîst her viha duh anku çarşemiyê, 18`ê Gulana 2016`an, 9 filistînî ji wan çend kes ji berpirsên Tevgera Berxwedana Islamî ya Filsitînê (HAMAS) girtin.

Li vî halî, kalana têlêvîziyona Eqsayê ragihand ku rêxistina xwerêvebir a Filsitînê ya girêdayî bi Mehmûd Ebês girtina nûçegihanê kanala Eqsayê, Tariq Ebo Zêyd, heta 15 rojên din dirêj kir.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018