Şeîdbûna zêde ji 10 ziyaretkiran li teqîna terorîstî ya Samerayê

  • Kodê Nûçe : 790252
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Ji ber teqîna terorîstî ya Samerayê li bakûra Iraqê 10 ziyaretkir şehîd bûn.

Ji ber teqîna terorîstî ya Samerayê li bakûra Iraqê 10 ziyaretkir şehîd bûn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Berpirsên Heremên Eskereyn(s) li Samerayê ragihandin ku roja îro li destpêkê tirombîlekî bombekirî li termînala musafiran li Samirayê teqî û çaxê ku xelk ber bi ciyê teqînê diçûn bombekî din li nav xelkê teqî ku ji ber vê teqîna terorîstî 10 zair şehîd û 30 kes jî birîndar bûn.Hatiye ragihandin ku para pirtir a şehîdan jî îranî ne.

Herwiha hatiye ragihandin ku piştî van teqînan pênc otobûsên din jî li termînala Samerayê teqiyan, lê li bara hejmara kuştî û birîndaran tu nûçeyek belav nebûye.

Herwisa hatiye ragihandin ku ji ber teqîneke terorîstî li Tekrîtê 7 kesên sivîl hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Piştî işkestên bi dû hev a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav Iraqê niha vê grûpa terorîstî dest bi bombedanîna li nav xelkê sivîl kiriye û xelkê sivîl dikuje.
........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*