Serkevtina Trump, serhildana girseyên hêrsbûyî yên gelên amerîkayê ji ber rewşa heyî ye

  • Kodê Nûçe : 790804
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Donald Trupm aqubet piştî çend mehan axivtina ji derd û kulên xelkê û berevaniya ji zirardîtiyên ji ber krîzên siyasî û aborî û civakî karî ku riya xwe bo çûyîna Koşka Sipî veke.

Donald Trupm aqubet piştî çend mehan axivtina ji derd û kulên xelkê û berevaniya ji zirardîtiyên ji ber krîzên siyasî û aborî û civakî karî ku riya xwe bo çûyîna Koşka Sipî veke.

Serkevtina Donald Trump terseyê anketên navend û derdorên curbicur ên siyasî û civakî û berevajî pêşbîniya karzanên siyasî û civakî pêk hat, serkevtina ku ji bilî wan gelek kesên din jî fikra wê nedikirin.

Li her erwşekê serkevtineke wiha bi hêsanî tê femkirin çûnku dema Trump digot `Doz û Mirazê Amerîkî`li welêt de ji bîr bûye û êdî ti baweriyeke xelkê û raya giştî li teşkîlatên siyasî yên wekî serokomarî û Kongerayê nemaye û hêvî dihat kirin ku rojekê ev hêrsa giştî bi tev rabe.

Hilbijartina îsal ya Amerîkayê terseyê piraniya hilbijartinên berê nebû meydane gêre û kêşeyê ji bo bidestxistina kursiya serokomariyê, rast e ku ev kursiya ji bo tevger û partiyên siyasî li Amerîkayê meseleke pir girîng e, lê li gor bawer û dîtina girseyên gel yên ku hatibûn jibîrkirinê an jî yên ku ti trîbûneke xwe ji bo gihandina dengê xwe bo rayedaran tinebûn, ev hilbijartina wek kêşe û pevçûna navbera mirin û mayînê bû.

Niha bi milyonan kes ji xelkê Amerîkayê hêvîdar in ku bikarin riyên ku berê bi şaşitî derbas bûne werin çêtirkirin. Lewra hogirên Trump hêvîdar in ku ew soz û qirarên xwe ji bo çêtirkirina rewşa aborî, zêdekirina kar û şixulan, girtina pêşiya derketina şixulan ji welêt û kêmkirina kêşesaziyê li derveyî welêt ji bîr neke.

Ew herwiha hêvîdar in ku Trum soz û qirarên xwe li bara girtina pêşiya hatina koçberên neqanûnî nav welêt û derxistina koçberên neqanûnî ji welêt û şerê li dij terorîzmê û talukeyên terorîstî ku mînaka rastîn a wê DAIŞ e cih bîne û van meselan ji dewleta xwe re bike karê sereke.

Lê hîn ne diyar e ku Trump bi rastî hez dike ku van soz û qiraran cih bîne an jî bi rastî dikare van karana bike an na. Çûnku li gor deb û resma siyasî li Amerîkayê piraniya van soz û qiraran bi tenê yên dewra mîtîngên hilbijartinên ne û dema ku berbijarek serdikeve gelek ji soz û qirarên xwe ji bîr dike, an jî bi heceta ku dijberan astengî ser riya wî danîne dev ji soz û qirarên xwe berdide.Lewra ne pir dûr e ku Trump jî gelek ji soz û qirarên xwe bi taybet yên kêşesaz ji bîr bike çawa ku serokomarê berî wî yan Barak Obama jî ev kara kir û sozm û qirarên xwe berî serkevtinê yên wekî girîdana zîndana bednav û reşnav ya Guantanamoyê û xwedûrkirina ji şerên derveyî Amerîkayê û çareseriya pirsgirêka koçberên neqanûnî cih neanîn. Li her halî de ji Trump jî meseleke wiha tê pêşbînîkirin, lê heke ew bona cihanîna van soz û qiraran bi îrade û bi viyan jî bibe; ne pir dûr e ku teşkîlatên siyasî û aborî yên bi gotina wî bi xwe teşkîlatên fesadkar li Waşîngton û Newyorkê jêra astengiyan çê boikin da ku ew dest ji van soz û qiraran berde.

Xuya ye ku Olgarîşiya serdest li Amerîkayê bi hêsanî li ber serhildana gelêrî ya girseyên hêrsbûyî yên gel li Amerîkayê ser xwe naçemîne û bi şêwazên curbicur dixebite van xwestekên nû serhildayî li civaka Amerîkayê ji rê derxîne an jî wan ji nav bibe. Li vî halî de ku soz û qirarên Trump serê xwe nagire, pir muhtemel e şidetên civakî civaka Amerîkayê bigire ber xwe.     
......
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam