Li êrîşa polîsê Nîciryayê ser şîndarên Erbeînê 10 kesên şîe şehîd bûn

  • Kodê Nûçe : 791994
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Hêzên ewlehiyê yên Nîciryayê êrîş birin ser endamên tevgera îslamî ya vî welatî ya bi serokatiya şêx Îbrahîm Zekzakî ku meşeke sembolîk a salane bi boneya Çilema Îmam Hisên (S) li dar xistibûn; Di vê êrîşê da 10 kes ji wan şehîd bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Nîciryayê êrîş birin ser endamên tevgera îslamî ya vî welatî ya bi serokatiya şêx Îbrahîm Zekzakî ku meşeke sembolîk a salane bi boneya Çilema Îmam Hisên (S) li dar xistibûn; Di vê êrîşê da 10 kes ji wan şehîd bûn.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Daily Trust`ê, hêzên polîsê Nîceryayê rê li ber vê meşa girseyî girtin û bi reşandina gaza rondikrêj êrîşî ser endamên tevgera îslamî ya Nîciryayê kirin.

Li gorî gotina Îbrahîm Mûsa serokê civata mêdyayê ya vê tevgerê, di êrîşa van hêzan da herîkêm 10 kes ji şîeyên beşdar li vê meşa girseyî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûne.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Nîceryayê rawestgeheke lêgerînê li bajarê Potîskomê bi armanca danîna berbenda li ser riya vê meşa girtseyî pêk anîn.

Wer xûya dike ku wan dixwastiye rê li ber tevlîbûna rûniştiyên vî bajarî bo van beşdarên li meşa girseyiya Çilema Îmam Hisên (S) bigirin.

Ev êrîşa piştî hema bêje salekê ji êrîşên hovane û bênavber ên artêşa Nîceiryayê li ser şîeyan li bajarê Zaryayê li bakûrê vî welatî û dorpêçkirin û êrîşa lis er mala Şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê şîeyên Nîciryayê pêk hat; Êrîşa ku di encamê  da bi sedan şîe û serbazekî nîciryayî hatin kuştin.
......
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*