Lavrov:

Civîna sêalî ya Moskov, Têhran û Enqerê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê girîng e

  • Kodê Nûçe : 799406
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê, civîna sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkîyê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê girîng û bibandor zanî.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê, civîna sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkîyê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê girîng û bibandor zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê li bara encamên erênî yên civîna sêalî ya ku biryar e sibê bi amadebûna wezîrên karên derve yên Rûsîya, Îran û Tirkîyê li Moskovê bi merema hevahengiya navçeyî jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê û çêtirkirina rewşa vî welatî bê lidarxsitinê, hêvîdarîya xwe nîşan da.

Wezîrê karên derve yê Rûsîyê îro li civîneke rojnamevanîyê li bajarê Moskovê ragihand ku muzakirên roja sêşem 20`ê Kanûnê di rewşekê da tên lidarxistinê ku welatên rojavayî tenê li bara Sûrîyê propagand dikin û tu bandoreke erênî ser çareserkirina qeyrana Sûrîyê tinene.

Li gorî planê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê yê sibê bi Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê û Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê ra li bajarê Moskovê li bara qeyrana Sûrîyê gotûbêjê bike.

Wezîrên berevaniyê yên Îranê û Rûsyayê jî di gotûbêjên xwe yên telefonî de li bara rewşa Helebê piştî azadiya ji destê terorîstan û şerê perate perate li vî bajarî gotûbêj kir.

General Sergeyî Şoygo û Serdar Sertîp Pasdar Hisên Dêhqan wezîrên berevaniyê yên Îran û Ûrsêtê bi rêya telefonê li bara alûgurên Helebê piştî azadiya ji destê terorîstan axivîn.

Wezîrên berevaniyê yên Îranê û Rûsiyayê li vê gotûbêja xwe ya telefonî ser pêwîstiya rakirina dorpêça ser bajarokên Fûê û Keferyayê li derûdora Idlibê û berxwedana gelê Sûriyê li hemberî terorîstan heta serketina tam sekinîn.

Biryar e ku Hisên Dêhqan, Sêrgêyî Şaygo û Fikrî Îşik, wezîrên berevanîyê yên Îran, Rûsîya û Tirkîyê sibê li Moskovê bicivin.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*