Li gorî vê raporê, Hucet El-Îslam û welMuslimîn “Ebdullah Ehmed El-Elî” dema ku li herêmên şîe yên parêzgeha Derayê bi cih anîna wezîfeya teblîxî ji aliyê terorîstên tekfîrî ve hat revandin û piştre ji aliyê van terorîstan ve hat şehîdkirin.
Heta niha ti raportek derbarê girtina kujerên vî meleyê şîe ji aliyê çavkaniyên fermî yên Sûriyê ve nehatiye belavkirin.
Hucet El-Îslam we El-Muslimîn Ebdullah Ehmed El-Elî yek ji xwendekarên Mekteba Zeynebiyê li Şamê bû, ku dersên Ehlî Beyt (s.x) di nav şîeyên Sûriyê de belav dikir.
Piştî veguhestina bo bajarê Şamê, termê vî meleyê şehîd li mezargeha Hezreta Zeyneb (s.x) li başûrê paytexta Sûriyê hat veşartin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarê Besrî El-Şam ku bi sê kîlometreyan dûrî sînorê Sûriyê bi Urdinê re û çil kîlometreyan dûrî bajarê Derayê ye, beriya sed salan bû yek ji wargehên şîeyan li Sûriyê.
................................
Dawiya peyamê/ 268
nêrîna te
nav
Nivîsara peyamê
Şîroveyek bişînin