AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : XEBEREN ABNA
yekşem

28 avrêl 2024

5:58:51
1454643

Êrîşa bi mûşekên giran a Hizbullahê bo ser bajarê Mîron yê Siyonîst

Cihê siyonîstên "Mîron" li bakurê Filistîna dagirbûyî rastî êrişê hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x) - ABNA - Çavkaniyên medyayî ji êrişa mûşekan a tund a çekdarên Hizbullaha Lubnanê bo ser bajarê siyonîst "Mîron" li bakurê navçên dagirbûyî ragihandin.

Li gorî vê raporê, Hizbullahê li daxûyaniyekê ragihand ku têkoşerên berxwedana Îslamî ya Lubnanê ji bo piştgiriya ji gelê berxwedêr ê Xezeyê û berxwedana leheng û bi rûmet a wan û bersiva êrişên Rejîma Siyonîst ser gundên berxwedêr başûrê Lubnanê û malên wan, bajarokê Miron û bajarokên derdora wê bi dehan roketên Katyusha şikandin.

Çavkaniyên siyonîstî ragihandin ku li devera Mironê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Pêştir jî rojnameya El Cezîre ragihandibû ku 30 mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi devera Cebel El-Meraq ku navenda leşkerî ya Mîron a Rejîma Siyonîst tê de ye hatin avêtin û sîrenên hişyariyê li vê navçê hatin lêxistin.

Baregeha Mîron hemû operasyonên esmanî yên ber bi Sûriye, Lubnan, Tirkiye, Qibris û bakurê rojhilatê Deryaya Sipî birêxistin dike, kordîne dike û birêve dibe. Ev baregeh herwiha navenda sereke ya operasiyonên daxistina elektronîk li wan rêyên navborî ye û hejmareke zêde ji efserên bijarte yên Rejîma Siyonîst li vê binkeyê kar dikin.

Hizbullaha Lubnanê di çend mehên derbasbûyî de, li pey cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û rijandina xwîna hejmarek zêde ji filistîniyên vê navçê, çeperên leşkerî yên vê rejîmê li bakûra navçên dagirbûyî kirine armanc. Mijareke ku bûye sedema tirsa sîyonîstên li van herêman dijîn.

Medyayên Rejîma Siyonîstî îtiraf kirin ku 62 hezar siyonîst piştî êrişên hêzên berxwedêr ên Lubnanê neçar man ku ji bakurê Filistîna dagirbûyî derkevin.

................................

Dawiya peyamê/ 

nêrîna te

nav

Email

Nivîsara peyamê

Şîroveyek bişînin