Min dinav dilê xweda agirek pêxist,
Rih û canêxwe bi-kûlû arîn raxist.
Xeyalên cûda min jidûnya-y derxist
Min bi-tenê nehêle, ya Rêzan Mehdî!
Dorpêçkirne doramin dûpişk û mâra,
Licanêmin diçêrin mîna xweynxwara.
Talanbû warêmin bidestê neyâra,
Bersivke hewaramin, xelasvan Mehdî!
Şevên tarîde jibûymin tû wek hîv-î,
Jixeyrîte pûçin, gişt daxwazû hêvî.
Liçolek bejahî dimeşim, bum rêwî,
Ronîke rîyamin, Nur-û cemal Mehdî!
Demsal û mehêmin tev bûne zivistan;
Bax û bostanêmin bune wek goristan.
Zu were axêmin, da şînbin gûlîstan,
Bilbil bi-hesreta te digrîn ya Mehdî!
Qêrîn û hewar tên, ji-gûnd-û bajara,
Oxirşî nedîtin mezlûma tû-cara.
Roj liwan bûne şev fetilîn êvara,
Ka were şû'leke, şevê tarî Mehdî!
Kî bi-kî karibe canêwan dihêre,
Mifteya destê zalim, efsûn-û sêre.
Gotinê devê wan diniçle, wek kêre,
Gerdanê zer xûzin, libenda te Mehdî.
Ya Mehdî ya Mehdî Serwer û efendî
Ya Mehdî ya Mehdî didar û lewend-î
Ya Mehdî ya Mehdî serdar û fermend-î
Ya Mehdî ya Mehdî deryê cennet Mehdî
Nivîskar: İsmail Tayar (Turab-î)