Wî teqez kir: Axa Filistînê ya filistîniyan e, gel jî yên wan e û biryar jî ya wan e û welatên navçê û cîhana islamê tînîne jibon azadkirina axa pîroz ji lepên Rejîma Siyonîst.
Serokê Civata Cemîat El-Wefaq amaje bi wê yekê jî kir ku hin welatên ne îslamî peywendîyên xwe ligel Îsraîlê qut kirine û got: Lê belê dostanîya hin welatên îslamî ligel Îsraîlê hîn saxlem e.
Seyîd Cemîl Kazim got: Tepeserkirina xwendekarên alîgirê Filistînê li Amerîka û welatên rojavayî, hedefgirtina wan bi daran û derxistina wan ji zanîngehan, dawî li teoriya demokrasiya rojavayî anî ku bi sedan sal e ku cîhan parçe kiriye.
..............
dawiya peyamê