AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Roj News
sêşem

7 gulan 2024

5:49:56
1456707

‘Barzanî ji bo paşxistina hilbijartinê li Îranê ye’

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Sedema serdana Nêçîrvan Barzanî ya jibo Îranê jî, di çarçoveya hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê deye. PDK dixwaze Îran ji bo paşxistina hilbijartinê, zextan li YNK’ê bike.

Duh serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê kir. Rojnamevaya Şarqul Awsat derbarê armanca serdana Nêçîrvan Barzanî de, hinek agahî parvekir.

Li gorî rojnameyê armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê, ewe ku ji rayedarên Îranê bixwaze ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, zextê li Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) bike.

Biryara di 10’ê Hezîrana îsal de hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkwere, lê PDK’ê hilbijartinê boykot kiriye û ji bo ev hilbijartin were paşxistin ketiye nava liv û tevgerê.

Hêjayî gotinê ye beriya niha Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû û ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bi rayedarên Iraqê re civiya bû. Tê gotin Barzanî rayedarên Iraqê ji bo paşxistina hilbijartinê razîkiriye.

Hêjayî gotinê ye herî dawî Nêçîrvan Barzanî di 3’yê Tebaxa 2021’an de çûbû Îranê û tevlî merasîma sondaxwarinê ya serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bibû.