AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

7 gulan 2024

5:57:19
1456712

Operasyonên bejayî yên artêşa siyonîst li dijî Refehê dest pê kir

Artêşa Siyonîst bi fermî destpêkirina qonaxa operasyonên bejayî li rojhilatê Refehê ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Çavkaniyên medyayî pesendkirina qonaxa yekem a operasyona artêşa Siyonîst ser Refehê ji aliyê kabîneya cengê ya vê rejîmê ve ragihandin.

Medyayên filistînî herwiha behsa şerê pêkhatina tankên Rejîma Siyonîst û bicihbûna wan li 200 metreyî ji derbasgeha Refehê kirin.

Di heman demê de çavkaniyên Felestînî ji êrîşên esmanî yên tund û berfirehbûna tevgera bejayî ragihandin.

Berdevkê artêşa Siyonîst her wiha ragihand ku Telavîv niha êrişên sînordar li dijî hin çeperên Hemasê pêk tîne.

Tevgera Hamasê beriya saetekê ragihandibû ku ew bi plana ku Qeter û Misirê ji bo agirbesta li Xezeyê pêşniyar kiribûn qebûl kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku nêzî 1,5 milyon Filistînî xwe spartine bajarê Refahê ku dikeve başûrê Xezeyê. Heger Rejîma Siyonîst li vê deverê dest bi operasyonan bike, penaberên filistînî nabin cihê ku biçin.

Ajansa alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Înê got ku eger Îsraîl plana xwe ya êrîşa li ser Refahê pêk bîne dê bi sed hezaran kes di xetera mirinê de bin.

......................................

dawiya peyamê/