AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

8 gulan 2024

6:19:04
1457037

Ji alîyê Otba Huseynî (s.x) ve bê pere dermankirina zarokên bi penceşêrê(Qanser-Seratan)

Dezgeheke ser bi mezargeha Îmam Husên (s.x) di nava 2 mehan de xizmetên bêpere pêşkêşî zêdetirî 900 zarokên bin 15 salî yên bi penceşêrê(Qanser-Seratan) re kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) - ABNA - "Bingeha Navneteweyî  ya  penceşêrê  (Onkolojiyê) ya Mîrasê bi Rêxistina Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Bijîjkî ve girêdayî ye.Mezargeha Muteher Husênî (s.x) amarên xwe yên derbarê dermankirina nexweşên penceşêrê yên bin 15 saliyê de ragihand.

Vê weqfê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: Weqfa Onkolojiyê ya Navneteweyî ya Waris di mehên Adar û Nîsana 2024’an de xizmetên xwe yên dermankirinê pêşkêşî 938 zarokên bin 15 salî yên bi penceşêrê re kir.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye: Ev sazî ji dema vekirina xwe û di bin çavdêriya rasterast a Etbe Huseynî de, xizmetên curbicur ên xwe bi awayekî belaş pêşkêşî zarokên jêr 15 saliyê dike. Di heman demê de, hemî karûbar di nav de şêwirmendî, muayene û dermankirinê ji hêla personelên bijîjkî yên herî jêhatî û alavên herî dawî ve têne peyda kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Weqfa Navneteweyî ya Onkolojiyê ya Waris ji destpêka vekirina xwe heta niha bi xerca Astan Husênî (s.x) baştirîn xizmetguzariyên pizîşkî, tenduristî û dermankirinê pêşkêşî zarokên pençeşêrê kiriye.

................................

dawiya peyamê