AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Roj News
çarşem

8 gulan 2024

7:55:17
1457062

Pêşangehek ji bo hunermendên Rojhilat û Îranî hat vekirin

Li Îran hunermendên kurd maye ser bilindî Îranin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Li Silêmaniyê pêşangehek şêwekarî ji bo hunermendên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat vekirin. Piraniya tabloyên hatîn xêzkirin ji aliyê jinan ve hatine çêkirin. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne.

Îro li Mûzexaneya Emnesoreke ya Silêmaniyê ji aliyê Navenda Heft Reng ve ji bo hunermendên Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêşangehek şêwekarî hat vekirin.

  Yek ji amadekarên pêşangehê Azade Muradî li ser vekirina pêşangehê axivî û got: “Gelek keyfxweşim ku yekem care li Silêmaniyê pêşangehek bi vî rengî divekîn. Giringiya vê pêşangehê danûstandina çandî ya di navbera welatan û hunermendan de ye.”  

Azade Muradî spasiya xelkê Kurdistanê kir û got: “Xelkê Kurdistanê pêşwaziyek germ li me kir. Me di pêşangehê de zêdetirî 100 tabloyan nîşan daye, piraniya wan ji aliyê jinan ve hatine çêkirin.”

Hunermend Hamidî Wusuqî ku xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye, got: “Ez bi 9 tabloyan tevlî vê pêşangehê bûme. Min piraniya tabloyên xwe li nava xwezaya Kurdistanê de çêkirine. Li gor min xweza ji bo mirovan dayîke. Erkê hemû hunermendane di karê xwe de giringiyê bi xwezaya Kurdistanê bidin.”

  Pêşangeha ku îro hatiye vekirin, wê hefteyek berdewam bike. Rojane ji seat 10:00’ê sibehê ta 18:00’an vekirî dimîne.