AhlolBayt News Agency (ABNA)
27 rêbendan 2023
Bi tawana endamtiya li PKK’yê cezaya zîndanê li şaredarê HDP’yî hat birrîn
Ji şaredarê wêdebirî yê Hekariyê yê ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, bo cara diduyan bi tawana endametiya di nava PKK’yê de cezaya zîndanê hat birrîn.

27 rêbendan 2023
Êrişa ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê; kuştiyek û du birîndar
Serokê Polîsê Tehranê got ku kesê êrîşî ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê kiriye, hatiye girtin.

27 rêbendan 2023
Holêylana Îlamê; 10 polên dersê yên nû li atmosfera perwerdehiyê tên zêdekirin
Qayîmmeqamê Şaristana Holêylanê ya Parêzgeha Îlamê got: Di Dehika Fecrê ya îsal da dê sê dibistan bi 10 polên dersê li vê şaristanê bên vekirin.

27 rêbendan 2023
Di 10 mehan da; 81 bîrên nift û gazê li hişkahî û deryayê hatin kolandin
Alîkarê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Neteweyî ya Kolandinê ya Îranê got: “Di 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (ji 21ê Adara 2022an va heta 20ê Çileya 2023an) 81 bîrên nift û gazê bi bicihkirina alav û amûrên vê kompaniyê li hişkahî û deryayê hatine kolandin.”

27 rêbendan 2023
Fermana Reyîsî bo hilkolandina êrişa ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê
Alîkarê Siyasî yê Serokê komara Îslamî ya Îranê: “Em bûyera tal a êrişa ser balyozxana welatê bira û cîran anku Komara Azerbaycanê şermezar dikin.”

27 rêbendan 2023
Meşa nimjêkarên îranî bo şermezarkirina bêrêziya li nirxên pîroz ên misilmanan
Xelkê Seranserî Îranê, piştî Nimêja Îniyê, bi meş û kombûna xwe, kiryarên Weatên Rojavayî û Ewropî bi serkirdetiya Amerîkayê, di warê bêrêziya li nirxên pîroz ên îslamê û boykotkirina Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî şermezar kirin.

27 rêbendan 2023
Emîr-Ebdullahiyan û Bayramov li ser êrîşa li balyozxaneya Komara Azerbaycanê axivîn
Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro danê êvarê derbarê êrîşa ser Balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê bi rêya telefonê digel Ceyhûn Bayramov Wezîrê Derve yê vî welatî axivî.

27 rêbendan 2023
Êrişa komên terorîst bi xwefirran ser navenda Sûriyê
Çavkaniyên Medyayî ragihandin komên çekdar ên terorîst ên ser bi Tirkiyê êrişî ser parêzgeha Hemahê li navenda Sûriyê kirin.

27 rêbendan 2023
Kurdên Sûriyê dilnigerarn in Amerîka cardinê xeyanet bike
Kovara Syriaan Observer’ê ragihand Kurdên Sûriyê dilnigeran in Amerîka cardinê li wan xeyanet bike.

27 rêbendan 2023
Rûsiye û Ukraynê bo muzakireya derbarê danûstandina birîndaran li hev kirin
Tatyana Moskalkova û Dmîtrî Lobînts, Komîserên Mafên Mirovan ên Rûsiyê û Ukraynê, ser hevdîtin û muzakireya derbarê danûstandina birîndarên cenga di navbera her du welatan de li hev kirin.

27 rêbendan 2023
Sûriye | HSD’yê 68 endamên DAIŞ’ê li Reqayê girtin
Navenda Medyayî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi weşandina daxûyaniyekê ragihand, 68 endamên DAIŞ’ê li operasyona tolhildana endamên kuştî yên Asayîş û HSD’yê li Reqayê hatine desteserkirin.

25 rêbendan 2023
Li Waşîngtonê 3 kes ji ber êrişa bi çekê hatin kuştin
Di encama êrişa bi çekê li sûpermarkêtekê da li şarê Yakîmayê yê ser bi eyaleta Waşîngtonê, 3 kes hatin kuştin.

25 rêbendan 2023
NASA û DARPA'yê dil hene mûşekeke navokî ya termal çê bikin
NASA û DARPA'yê dil hene heta sala 2027an mûşekeke navokî ya termal (nuclear thermal rocket) çê bikin.

25 rêbendan 2023
AKP: Em li dû derketina ji NATO'yê nînin
Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) wek partiya serdest li Tirkiyê ragihand: Tirkiye li dû derketina ji Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) nîne.

25 rêbendan 2023
Iraqîyan li hemberî zêdebûna bihayê Dolar xwenîşandan li dar xistin
Bi dehan iraqî roja Çarşemiyê wek nerazîtiya li hemberî zêdebûna bihayê Dolar li ber Banka Navendî ya Iraqê kom bûn.

25 rêbendan 2023
Parlimenterekî iraqî partiyên kurdistanî bi qaçaxa nift û dolarê tawanbar kirin
Parlimanterekî serbixwe yê parlimana Iraqê, partîyên desthilatdar ên Herêma Kurdistana vî welatî tawanbar kirin ku diravê bîyanî bi qaçaxî derbasî Tirkîyê dikin û bûne sedema qeyrana vê dawîyê ya jordaçûna bihaya Dolarê Amerîkayê li wî welatî.

25 rêbendan 2023
“Sistîya Ewropayê di serhevdedayîna muzakireyan da pêşî li bidestxistina encamê girt”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: “Tevî demajoya baş a muzakireyên rakirina boykotan, sistîya Ewropayê di serhevdedayîna muzakireyan da rê li ber bidestxistina encamê girt.”

25 rêbendan 2023
Asta hinardekirina kelûpelan ji Gumrika Serexsê ji hêla biha va sedî 120 zêde bû
Asta hinardekirina kelûpelan ji Gumrika Serexsê li Parêzgeha Xorasana Rezewî ya bakurê rojhilatê Îranê di heyama 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (ji 21ê Adarê heta 20ê Çileya 2022an) anegorî vê heyamê di sala par da sedî 120 zêde bûye.

25 rêbendan 2023
Zanist û Teknolojî |Yekem “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” a Îranê li Meşhedê hat çêkirin
Yekem “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” (VirEye) ya Îranê bi têkoşîna mamoste û xwendekarên Koma Hînkariya Pizîşkî ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, li Parêzgeha Xorasana Rezewî, hat dîzaynkirin û berhemanîn.

25 rêbendan 2023
“Îran di berhemanîna ‘Radyoderman’an di rêza 5 welatên destpêkê da ye”
Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê got: “Komara Islamî ya Îranê di warê berhemanîna ‘Radyoderman’an di rêza 5 welatên destpêkê yên cîhanê da ye.” Radyoderman ji wan dermanan ra tê gotin ku di berhemanîna wan da radyoektîv ango teknolojîya navokî hatibe bikaranîn.
