AhlolBayt News Agency (ABNA)

source :
în

11 sermawez 2022

21:19:52
1322247

Heşda Şeibiyê operasiyoneke nû li parêzgeha Selahedînê cih anî

Çavkaniyên iraqî qala operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê li parêzgeha Selahedînê li dijî çeteyên mayî yên DAIŞê kir.

source :
în

11 sermawez 2022

21:19:15
1322246

Hûrgiliyên nû yên zexta Tirkiye û PDK'yê li ser YNK'yê di warê firotina gaza Herêma Kurdistana Iraqê

Rayedarekî agah li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ku nexwest navê wî were birin, îdia kir: Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Tirkiye zextê tînin ser YNK'yê da ku soznameya veguhestina gaza xwezayî ya navçeya Kurmorê bo Tirkiyê qebûl bike.

source :
în

11 sermawez 2022

21:18:44
1322245

Reyîsî: Boykotkirin û nearamkirin du şaşitiyên dijmin ên stratejîk in

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Boykotkirin û nearamkirin du şaşitiyên dijmin ên stratejîk derbarê gelê Îranê ne ku hertim tûşî şikestê bûne.

source :
în

11 sermawez 2022

21:18:14
1322244

Nasir Kenanî: Îdiaya sûdwergirtina ji çekên Îranê di şerê Ukraynê da tawaneke bêbingeh e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê şandina çekên Îranê bo Rûssiyê ji bo bikaranîna di şerê dijî Ukraynê da wek tawaneke bêbingeh zanî.

source :
în

11 sermawez 2022

21:17:51
1322243

Emîr-Ebdullahiyan: Me ti çekek ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da nedaye Rûsiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, me ti qedexeyek ji bo firotin û kirrîna çekan tune, lê me ti çekek ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da nedaye Rûsiyê.

source :
în

11 sermawez 2022

21:16:50
1322241

Cenazeyên qurbaniyên penabertiyê li Kobanê hatin pêşwazîkirin

Bi hezaran şêniyên Kobanê 9 cenazeyên penaberên ku li beravên bajarê Wehranê yê Cezayîrê di Cotmeha borî de noq bûbûn, pêşwaz kirin.

source :
în

11 sermawez 2022

21:16:26
1322240

Di topbarana artêşa Tirkiyê li ser Til Temirê de welatiyekî sûrî birîndar bû

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Siker El Ihmêr ê navçeya Til Temirê de li bakûrê Sûriyê welatiyê bi navê Mihemed Şiblî (65) birîndar bû.

source :
în

11 sermawez 2022

21:15:38
1322239

Rûsiyê rexne li Komara Azerbaycanê girt

Wezareta karên derve ya Rûsiyê rexne li propagandaya li dijî kumşînên ûris li Komara Azerbaycanê girt.

source :
în

11 sermawez 2022

21:15:12
1322237

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi wê gundekî Kobanê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi wê roja Înê gundê Qeremox ê dikeve rojhilatê Kobanê topbaran kir.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:36:25
1321826

Rûsya: Me hê biryareke teqil derbara dirêjkirina hinardekirina dexl û danên Rûsyayê nedaye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Moskowê hê biryareke teqil derbarê razîbûna ser dirêjkirina rêkevtinama hinardekirina dexl û danên Ukraynayê da nedaye.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:35:42
1321825

Dawîn encamên hilbijartina dewra navîn a Kongresa Amerîkayê: Komarparêz bi 198 kursiyên Meclîsa Nûneran li pêş in

Li gorî dawîn encamên hilbijartina dewra navîn a Kongresa Amerîkayê, ji 435 kursîyên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, Komarparêz bi 198 kursîyan li pêş in û Demokrat jî 177 kursî bi dest xistine.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:32:14
1321824

Êrîşên koalîsyona Siûdî yên li ser Hudeydeya Yemenê dewam dikin

Çavkaniyên yemenî sibeha çarşemê ragihandin ku hevalbendiya siûdî di şev û rojekê de bi êrîşên esmanî, mûşekî û topxaneyî deverên parêzgeha Hudeydeya Yemenê kirine armanc.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:31:49
1321823

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê pêwendiyên ligel Sûriyê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê îhtimala berfirehkirina peywendiyên bi Sûriyê re ragihand.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:04:28
1321822

Li ser sînorê Iraq û Sûriyê teqînek rû da

Hin jêderên nûçeyan belav kirin ku îro danê sibê dengê teqîneke bi hêz li nêzîkî sînorê Îraq û Sûriyê hatiye bihîstin.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:03:58
1321821

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Federasyona Rûsyayê hat Tehranê

Nîkolay Patrûşev, sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê, sêşemiyê bi şev bi vexwandina fermî ya Admiral Elî Şemxanî nûnerê Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî û Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têhranê.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:03:28
1321820

Biden salekî din jî rewşa awarte ya Amerîkayê derbarê Îranê de dirêj kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden şeva Sêşemê di nameyekê ji bo Kongresa vî welatê de rewşa awarte ya neteweya Amerîkayê derbarê Îranê de dirêj kir.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:03:02
1321819

Îranê himberî gotinên Serokomarê Azerbaycanê bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Azerbaycanê yên derbara piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji Ermenistanê da got: Sîyaseta bingehîn a Tehranê ser bingeha cînaretîya baş û berfirekirina peywendîyan digel hemî cîranan hatîye danînê û xurtkirina peywendîyan digel her cînarekî ne bi wateya peywendîya dijî cînarê din e.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:02:26
1321818

Wezîrê Îtileata Îranê: Brîtanya berdêla bêewlehkirina Îranê dide

Wezîrê Îtileata Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser rola dijminan di aloziyên nav welêt de û got: Brîtaniya berdêla bêewlehkirina Îranê dide.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:01:55
1321817

Şemxanî: Îran amade ye ji bo bidawîhatina şerê Rûsya û Ukraynayê rolê wergire

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara Islamî ya Îranê, di hevdîtina digel hevtûşê xwe yê rûs da, pêgirî kir: Îranê piştgiriyê dide her destpêşxeriyek ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê da ya bi riya gotûbêjê û amade ye ku ji bo kutabûna vî şerî rolê wergire.

source :
çarşem

9 sermawez 2022

19:01:22
1321816

Li Zahidanê 2 endamên koma têrorîst a Ceyş El Zulmê hatin bidarvekirin

Hukmê îdamê ya 2 endamên koma têrorîst a Ceyş El-Zulmê bi tometa kiryarên terorîstî, çêkirina bêewlehiyê, teqekirina li hêzên polîs û şehîdkirina 4 sînorvanên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat cîbicîkirin.