• ÎMAM HEFTEHEMÎN

    Ew hezret roja yekşemê heftê meha seferê sala sed bîst û heytê hîcrî, li Ebwa yê kû cîhek e di navbeyna Mekkê û Medînê de hate dinyayê. Di roja bîst û penca meha recebê sala sed û heyştê û sê ya hîcrî, piştî çardeh salan kû di zîndana zilm û bêdada Harunê ebbasî de borand, di eynî wê zîndanê de di emrê pêncî û pênc salî de bi jarîdanê, gihîjt merteba bilinda şehadetê.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ ŞEŞÊM

    Hezretî Îmam Caferê Sadiq, (silava xwedê lê be) lawikê imam Muhemmedê Baqir(silava xwedê lê be) e. dîya wî Fatîma Ûmmû Ferwe ye. Roja înê, hivdehê rebî-ul ewwelê, di roja kû Pêxemberê ekrem tê de welidî bû, di sala heyştê û sê yê hîcrî gav avêtin dinyayê. Di roja bîst û pence meha şewalê sala sed û çil û heyşta hîcrî hat jarîdan[1] û gihîjt merteba bilind a şehadetê.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ PÊNCEM

    Hezretî Muhemmedê Baqir, (silava xwedê lê be) lawê imam Zeynilabidîn (silava xwedê lê be) e. dîya wî Fatîma keça imam Hesenê muçteba (silava xwedê lê be) ye. Ew di roja îna ewilê meha recebê yan jî roja dişemê sêyema meha seferê sala pêncî û heftê hîcrî li bajarê Medîna minewwer hate dinyayê. Di roja dişemê, heftê meha zî-l hîccê sala sed û çardeha hîcrî, hat jarîdan û şehîd ket.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ ÇAREM

    Hezretî Elîyê lawê Huseyn, Zeynilabidîn, (silava xwedê lê be) lawikê imam Huseyn e. (silava xwedê lê be) dîya wî şehrbanû keça Yezdgerdê patîşahê Îran bû.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ SÊYEM

    Imam Huseyn, (silava xwedê lê be) lawê Elîyê kur Ebu Talib (silava xwedê lê be) e. Dîya wî Fatîma Zehra, (silava xwedê lê be) keça Pêxemberê îslamê hezretî Muhemmed (salata xweda li wî û malbata wî be) e. Nevîyê Resûlê Xweda ye û xelîfê wî yê sêyem ê kû piştî brayê xwe imam Hesen, (silava xwedê lê be) pêşîvanê mirovan e.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ DUYEM

    Îmam Hesen (silava xwedê lê be) lawê Elîyê lawê Ebu Talib (silava xwedê lê be) e. Dîya wî Fatîma Zehra, (silava xwedê lê be) keçika hêjaya Pêxemberê Îslamê hezretî Muhemmed (salata xweda li wî û malbata wî be) e. Û ew jî nevîyê Resûlê Xweda ye. Xelîfê duyemê wî ye û piştî Emîrê mominan, (silava xwedê lê be) ew e pêşîvanê gel.

    Read More ...
  • ÎMAMÊ YEKEM

    Hezretî Elî (silava xwedê lê be) Emîrê mominan, lawê Ebu Talib û dîya wî jî Fatîma keça Esed e. Ew, kurap û zavayê Pêxember (salata xweda li wî û malbata wî be) e û bavê îmaman (silava xwedê lê be) e kû piştî Pêxember, serekeyê gelên cîhan ye û Emîrê mominan e.

    Read More ...
  • KEÇA PÊXEMBER

    Fatîma Zehra, (silava xwedê lê be) bavê wê yê hêja Pêxembera xwedê, Muhemmedê lawê Evdillah e (salata xweda li wî û malbata wî be) û dîya wê jî, banûya mezina îslamê hezretî Xetîca dîya mominan e.

    Read More ...
پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na