ÎMAMÊ HEYŞTEM

  • Kodê Nûçe : 733684
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Hezretî Elîyê lawê Musa (silava xwedê lê be) ye. Dîya wî Necmê xatun e. roja înê yazdehemê zî-l qadê sala sed û çil û heyştê hîcrî, li Medîna minewwer hat dinyayê û di roja dawîya meha seferê, sala du sed û sisê ya û di emrê pêncî û pênc salî de bi jarîyê hate şehîd kirin.

ÎMAMÊ HEYŞTEM

Hezretî Elîyê lawê Musa (silava xwedê lê be) ye. Dîya wî Necmê xatun e. roja înê yazdehemê zî-l qadê sala sed û çil û heyştê hîcrî, li Medîna minewwer hat dinyayê û di roja dawîya meha seferê, sala du sed û sisê ya û di emrê pêncî û pênc salî de bi jarîyê hate şehîd kirin.

Merasima xusl û kefenkirina wî hezretî, lawikê wî, hezretî Cewad, (silava xwedê lê be) pêk anîn û di merqeda wî ya hazir kû li Xorosanê ye li bajarê muqeddesê Meşhedê hat veşartin.

Zanîn, fezîlet, paqijî, camêrî, xweş exlaqî, nefs piçûkî û îbadeta wî hezretî, wisa bi nav û deng e kû ne hewcê gotinê ye.

Memunê xelîfê Ebbasîyan kû di hîle bazî, xapandin û dekkan de meşhur e, bi pîlanekî lihevhatî û amdekirî, ji wî hezretî xwest kû di cîhê wî de, ew xwe bixe bin barê xîlafeta îslamî, lê hezret vê gotina wî nepejirand.

Lewra ji jîrîya Memun ya di vî karî de haydar bû. Dema kû hezretî Riza (silava xwedê lê be) meqamê xîlafetê qebul nekir, Memun bi gefan, hezret mecbur kir kû welî ehdîyê qebul bike.

Hezretî Riza (silava xwedê lê be) bi şertê kû bi karên memleket û kiryarên devleta hazir, têkilî meke, xwe da ber vê pêşnîyarê.

Memunê kû her demî di fikra kûştina şexsê hezret de bû, bi cîh û bê cîh civatekê lidara dixist û serokên dîn û mezheban dawet dikir û ji hezret jî dixwest kû di van civatan de hazir be.

Imam Riza (silava xwedê lê be) diçû civatan û zanîna wî ya berfireh di derbareyê dîn û mezheban de her kesî ecebmayî dikir û dihişt. Him Memun jî, bê çare dikir û dişkênand.
Hezretî Riza (silava xwedê lê be) di îbadet de kêferatek pir dikir û pirê şevên xwe bi îbadet derbaz dikir. Di gelek deman de ji sê rojan û carekê Quranê xitim dikir.

Di gelek çaxan de di şev û rojê de hezar riket limêj dikir. Carnan bi sietan ser datanî sijdê û bi Xweda yê xwe re raz û nîyaz dikir.

Pir rojî digirt û xweyê dayînek zêde bû. Sedeqên xwe bi dizî û bi taybetî jî di şevên tarî de li hewcedaran pay dikir.

Di edebên têkilîyê de hew qas mezin bû kû tû demî kesî bi zimanê xwe ne diêşand. Di peyvê de dûçarê xeta nedibû. Heger di civatê de hinên din li dora wî hebûna tû demî pal nedida û bi dengê bilind ne diaxivî.

Deam kû sifrê dihat danîn – bi taybet jî dema kû hezret li Xorosanê bû û welî ehtîya Memun lê hati bû barkirinê - tevê ehlê xanî heta kargeran jî amade dikir û bi wan re li ser yek sifrê keremî xwarinê dikirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na