ÎMAMÊ NEHEM

  • Kodê Nûçe : 733685
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Hezretî Muhemmed Cewad (silava xwedê lê be) lawikê Elîyê lawê Musa-r Riza (silava xwedê lê be) yê. Dîya wî Sebîkê xatun e.

ÎMAMÊ NEHEM

Hezretî Muhemmed Cewad (silava xwedê lê be) lawikê Elîyê lawê Musa-r Riza (silava xwedê lê be) yê. Dîya wî Sebîkê xatun e.

Roja dehema meha recebê, sala sed û not û pencê hîcrî li Medîna minewwer hatîye dinyayê û di roja dawîya zî-l qadê sala du sed û bîstî de di emrê bîst û pênc salî de bi jarîyê hate şehît kirin. Cesedê wî yê mibarek li kêleka kalê wî hezretî Musayê lawê Cafer (silava xwedê lê be) li bajarê Kazimeyn, di merqeda wî ya vê gavê de, dan axê.

Di dema xwe de zanatirîn, faziltirîn, camêrtirîn, qenc exlaqtirîn û fesîhtirînê mirovan bû. Çi qas siwar bibûna, kîsikek zêr û zîv bi xwe re hiltanîn û xwesteka tû xwestevanî red nedikir. Ji kûr apên wî, yê kû jê tiştekî bixwestan kêmî pêncî dînarî pê nedida. Ji kûrmetên wî, yê kû jê tiştekî bixwestan, kêmî pêncî dînarî pê nedida.

Ji nimûnê eşkere yên kû zanîn hezret, li cem mirovan peyitan dibû ev bû kû, salekê piştî menasikên heccê, heyştê nefer zanyar, ji memleketên mixtelif li dora wî kom bûbûn û pirsên gunagun jê dipirsîyan. Hezret bersiva tevan dida.

Ji tiştên kû pir eceb e ev e kû di emrê neh salî de, mirovan li dor wî hezretî kom bûn û ji wî serwerî sî hezar pirs pirsîn û wî bersiva temaman bê dereng û bê xeta da.

Bê guman, ev karên bi vî awayî ji malbata wehy û Quranê ne dûr in. heta xelîfê demê jî, gelek caran, bi pirsên mezin hezret ezmayiş dikir, lêbelê bersiva temaman bi şiklê herî qenc digirt.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na