ÎMAMÊ DEHEMÎN

  • Kodê Nûçe : 733688
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Hezretî Elî-ûn Neqî (silava xwedê lê be) lawê imam Muhemmed Cewad (silava xwedê lê be) e. dîya wî jî Semanê xatûn e.

ÎMAMÊ DEHEMÎN

Hezretî Elî-ûn Neqî (silava xwedê lê be) lawê imam Muhemmed Cewad (silava xwedê lê be) e. dîya wî jî Semanê xatûn e.

Di roja pazdehemê meha zî-l hîccê yan jî duyemê receba sala du sed û duwazdehê hîcrî li Medîna minewwer hatîyê dinyayê û di roja duşema sêyema meha receba sala du sed û pêncî û çaran de di emrê çil û du salî de li bajarê Samara, hat jarîdan û gihîşt merteba mezina şehadetê.

Di merqeda vê gavê de û li bajarê Samarayê hate veşartin.

Ew zanatirîn, faziltirîn, camêrtirîn, zarxweştirîn, abidtirîn û qenc exlaqtirînê mirovên dema xwe bû.

Erbîlî, di destanekî pir delal û balkêş de, derbareyê camêrîya wî hezretî de vê rîwayetê neql dike kû:

Rojekê xelîfê ji bo wî hezretî sî hezar dîrhem şihand. Hezret temamaê wan peran, bi erebekî koçer kû deyndar bû, bexşand û da û jê re got: bi vî perêyî deynê xwe bide, yê ma jî ji bo kûlfetê xwe serf bike û min ji ber vî mîqdarê kêm jî efu bike.

Zilamê ereb erz kir: ey lawê Resûlê Xweda! Xwesteka min ji sêyeka vî perêyî jî kêmtir bû, lê Xweda çêtir dizane kû rîsaleta xwe di kîjan malbatê de bicîh bike. Di pey re zilamê ereb bi dilxweşîyek pir, rahijte peran û bir.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na