ÎMAMÊ YAZDEHEM

  • Kodê Nûçe : 733690
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Dîya wî jî Hûdeysê xatun e. roja îna heyştehemê meha rebî-us sanîya sala du sed û sî û duyê hîcrî de li Medîna minewwer hatîye dinyayê. Di roja îna heyştehemê meha rebî-ûl ewwela sala du sed û şêstan de di emrê bîst û heyşt salî de li bajarê Samara, jarî hat danê û gihîjte şehadetê.

ÎMAMÊ YAZDEHEM

Hezretî Hesenê Eskerî (silava xwedê lê be) lawê imam Elî-ûn Neqî (silava xwedê lê be) yê.

Dîya wî jî Hûdeysê xatun e. roja îna heyştehemê meha rebî-us sanîya sala du sed û sî û duyê hîcrî de li Medîna minewwer hatîye dinyayê. Di roja îna heyştehemê meha rebî-ûl ewwela sala du sed û şêstan de di emrê bîst û heyşt salî de li bajarê Samara, jarî hat danê û gihîjte şehadetê.

Merasima xuslkirin, kefenkirin û definkirina wî lawê wî yê serwer îmamê Zeman (xweda ferca wî ya xêrê zû bide) pêk anî û wî di kêleka bavê wî li Samarayê di meqbera wî ya vê gavê de dan axê.

Fezîlet, zanîn, şeref, paqijî, serwerî, îbadet, nefs piçûkî û xweş exlaqîya wî hezretî ji kesî ne veşarî ye.

Xweyê bejn û balek pir bedew û sîmayekî rind bû û digel emrê xwe yê piçûk jî, xweyê ubuhet û ezametek taybetî bû. Di sinc û exlaq de dişibihî Pêxember. (salata xweda li wî û malbata wî be) Derbareyê kerema wî hezretî de ji Îsmaîl rîwayetek hatîye kû dibêje: li ser rîya hezret rûniştim.

Dema kû di ber min de bihirî, min jê re sond xwar û hewcetîya xwe vegot. Hezret kerem kir: gelo tu bi naêe xweda sonda derew dixwî kû te du sed dîrhemî veşartîye? Di pey re wiha kerem kirin: ev gotina min, ne ji bona kû ez te ji bexşişê bêpar bikim e. û li berdê xwe fitilî û ji re vegot: çi bi te re heye bide wî. Berdê hezret, sed dinar dan min.

Zilamekî din kû hewceyê pênc sed dîrhemî ye digel lawê xwe kû hewceyê sê sed dîrhemî ye, ji ber kû dengê camerî û bexşişa wî hezretî bihîstibûn, hatin hizura wî. Berîya kû ew bav û kur hewceyên xwe bînin ziman, hezret bi destê berdê xwe, pênc sed dîrhem ji bo bav û sê sed dîrhemî jî ji kurê wî re amade dike û dide.

Serwerî û bexşişa wî hezretî bitenê misilmanan ne dida ber xwe, belkî nemisilmanan jî dida ber xwe. Ji ber vê yekê em dibînin kû mesîhîyên wê demê, hemîyan sond dixwarin kû ew hezret di fezîlet û zanîn û îcazê de wekî hezretî Mesîh (silava xwedê lê be) e.

Ew hezret, di îbadet de hewldar û pirên şevan şîyar bû.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na