ÎMAMÊ DUWAZDEHEM

  • Kodê Nûçe : 733691
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Hezretî Mehdî, Muhemmedê lawê Hesenê Eskerî (silava xwedê lê be) ye. Kûnya wî Ebu-l Kasim e, yanî navê hezret jî navê kalê wî yê Pêxember ekrem (salata xweda li wî û malbata wî be) e û him kûnya wî kûnya wî ye. Dîya wî Nêrgiz xatun e. di nîvê meha şabana du sed û pêncî û pencê hîcrî de li bajarê Samara, hatîye dinyayê.

ÎMAMÊ DUWAZDEHEM

Hezretî Mehdî, Muhemmedê lawê Hesenê Eskerî (silava xwedê lê be) ye. Kûnya wî Ebu-l Kasim e, yanî navê hezret jî navê kalê wî yê Pêxember ekrem (salata xweda li wî û malbata wî be) e û him kûnya wî kûnya wî ye. Dîya wî Nêrgiz xatun e. di nîvê meha şabana du sed û pêncî û pencê hîcrî de li bajarê Samara, hatîye dinyayê.

Îmamê zeman (xweda ferca wî ya xêrê zû bide) hûccetê Xweda yê dawî ye li ser rûyê axê û xelîfê Pêxember (salata xweda li wî û malbata wî be) yê dawî ye û îmamê duwazdehemê misilmanan e.

Xweda yê mezin û bilind bi îrada xwe, emrê wî dirêj kirîye û ew hezret ji çavan veşarîye heta kû di axirê zeman de zahir bibe û cîhanê bi edl û dad tijî bike, piştî kû bi zilm û sitemê tijî bûbû.

Pêxemberê ekrem (salata xweda li wî û malbata wî be) û îmamanê (silava xwedê lê be) paqij, xeber dane me kû Mehdîyê mew`ud, dijî û zindî ye. Heta kû zahir bibe û sera serê cîhanê bixe binê destên xwe û edalet û dadê pir bike û koşkên sitemê zîr û ziber bike. “Heta kû Xweda yê bilind û mezin, dine îslamê li dînên din, pîroz bike welew mişrikan nexwazin jî.”

“Xwedê yo! Zuhura wî zû der bike û.. û me bike ji yaranên wefadarên wî…”

Ji ber kû îmamê Zeman (xweda ferca wî ya xêrê zû bide) di xanîyê xwe de ji çavan hunda bû ye, misilmanan xeybetgaha wî hezretî ya li Samara, gerandin zîyaretgah ji xwe re kû îroroj ew der bi Serdaba xeybetê deng daye.

Bê guman di dewra xeybeta îmamê Zeman (xweda ferca wî ya xêrê zû bide) de erkên şiîyan gelek in, wekî: naskirina kamila wî hezretî, bendemana fereca wî serwerî, duakirin ji bona selametî û fereca wî hezretî, tewessûla bi dergahê pirfeyzê wî serwerî di pirsgirêk û mûşkilatan de û erkên din kû ev pirtûka kin taqeta gotina wan di vê de tûnîne.

Em ji Xweda yê mezin û bilind dixwazin kû tewfîqa bicîh anîna van erkeyan bide me.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na