PÊXEMBERÊ ME MUHEMMED (s.a.a)

  • Kodê Nûçe : 733837
  • Çavkanî : ABNA
Brief

"Bi heqîqet pêxemberek ji hewebi xwe ji hewe ra hat ku ewa hewe têxe zehmetê li wî giran tê; pir dilê wî bi hewe veye, ji mu’minan ra dil nerm û dilovan e".

PÊXEMBERÊ ME MUHEMMED (s.a.a)

"Muhemmed, pêxemberê Xuda ye".

"Bi heqîqet pêxemberek ji hewebi xwe ji hewe ra hat ku ewa hewe têxe zehmetê li wî giran tê; pir dilê wî bi hewe veye, ji mu’minan ra dil nerm û dilovan e".

"Ey pêxember, birastî metu rêkirî; bi şahidî û mizgîner û tirsîner; û gazîker bi aliyê Xuda ve, bi îzna wî û çirayek ronahî yî".

Xatemê Pêxemberan

"Muhemmed nebavê çi yek ji zelamên hewe yelê belê ew hinartî yê Xuda û xatem (û xilaseka) pêxemberan e û Xudê zana ye bi her tiştî".

Îmam Sadiq (a.s): Rastî eve ku Xudayê ‘ezîz û celîl pê pêxemberê hewedûmahîka pêxemberan aniye.Vêca êdî piştî wî heta her û her pêxember nînin û pê kitêba hewe xilasek dayekitêban, vêca piştî kitêba hewe (Qur’anê) heta ebed kitêban rênake.

Îmam Sadiq (a.s): Muhemmed (s.a.a) hat û Qur’an û şerî’et û rêçika xwe anî.Vêca helalê wî helale heta roja qîyametê û heramê wî jî heta roja qîyametê herame.

Pêxember bi Devê Îmam Elî

Îmam Elî (a.s) - Di cewaba kesekî da ku derheq sifetê pêxember da (s.a.a) jê pirsîyar kir û ew di mizgefta Kûfayê da bû û şûrê wî pêve bû -: Pêxemberê Xudê (s.a.a) sor û sipî bû û çavê wî reş û gir bûn û mûyên wî hûlû û nerm bûn û riha wî gur bû û rûyê wî kêm goşt bû û pora wî heta bi nermikê guh dirêj bûn û gerdena wî wek amana zêrîn bû û ji bin gerdenê heta navika wî xetek zirav ji mû wek belûlê hebû û xêncî wê çi mû li ser sing û zikê wî nebû; dest û pîyên wî gir bûn, dema rêve diçû heçweku ji cihek bilind jorda bê xwarê wereng bû, di wextê rabûnê da li hev ketî û bilez bû, dema bi aliyekî ve bizivirîya bi hemî bedena xwe vedizivirîya û dilopên xwêdanê li ser rûyê wî wek merwarîdê bûn, xwêdana bedena wî ji miskê bêhn xweştir bû, ne kurt û ne dirêj bû, ne nekar bû û ne jî lomekar, min kesek wek wî nedîtîye, nepêş wî da û ne jî piştî wî , selat û selamên Xudê li ser bin.

Îmam Elî (a.s): Çiqas du kar jêra hatin pêş illeh ya zehmettir girt berxwe. |

Îmam Elî (a.s): Tebîbek bû ku pê ‘ilmê xweli nav xelkê digeriha melhema xwedurst û hazir kiribû û wesîla dax kirinê sor kiribû û li çi cihê lazim bûya pêve datanîya; li ser dilên kor û guhên kerr û zimanên lal. Pê dermanên xwenexweşîyên xeflet û şaşîyê di wan kesan da ku pê nûra hikmetê xwe ronahî nekirine û ji pêta ‘ilm û zanînê behremend nebûne û wek heywanên diçêrin û seleberên req bûn, derman dikira.

Îmam Elî (a.s): Binemala wî baştirîn binemal û dara wî baştirîn dar e, çiqên wê serast û durst in û fêkîyê wê dahelhayî ye. Li Mekehê hatiyedinyayê û hicreta wî bi (Medîna) Teybê bûye, li wê derê nav û behsa wî bilind bû û dengê wî ji wê derê giha hemî kesî.

Îmam Elî (a.s): Ez şehidîyêdidim ku Muhemmed ‘ebdê Xudê û resûlê wî ye û serwerê bendeyên wî ye, çiqas Xudê xelqê xwekir du kom, ew di nav koma baştir da danî.

Cîhanîbûna Pêxemberîya Wî (a.s)

"Û metu rêkirîye da muheqeq tu mizgîner û tirsîner bî ji hemî xelkan ra, lê belê zêdetirê xelkê nizanin".

Pêxember (s.a.a): Ez pêxemberê wan kesa meyên ku di zemanê min da dijîn û ewên piştî min bên dinyayê.

TAYBETÎYÊN PÊXEMBER

1 - Xweyê Exlaqek Bilind

"Û birastî tu xweyê exlaqek bilind î".

Îmam Elî (a.s): Derheq Pêxember da (s.a.a) -: Ew sexîtirîn, cesûrtirîn, rastgotirîn, xweş ‘ehd û soztirîn û nerm exlaqtirînê xelkê bû, rabûn û rûniştina wî digel xelkê ji ya her kesî hêjayîtir bû, heçî kesê bo cara ewil bidîta heybeta wî ew digirta û heçî kesê têkelîya wî bikira vêca ew nas bikira hez jê dikira. Min ne pêş wî da û ne paş wî kesek wek wî nedît, selat û selamên Xudê lê bin.

‘Aişe: Çi xeslet li bal Pêxemberê Xudê(s.a.a) menfûrtir ji derewê (vir - direw) nebû û dema xeberdar dibûya ku yek ji sehabîyên wî derewek kiriye êdî guh nedida wî heta pê bihesha ku tewbe kiriye.

Muhemmedê Henefîye: Pêxemberê Xudê(s.a.a ) hema bêje ji çi tiştî ra na, nedigota. Dema tiştek jê dihata xwestin eger bixwesta ewê bike digota: Belê û eger nexwesta bike bê deng dibûya û mirov fêm dikira ku ew (s.a.a) nemaîlê ewê ye.

‘Ebdullahê kurê Haris: Min kesek nedît ku bi devkentir be ji Resûlê Xudê (s.a.a).

2 - Emîntî

İbnî Îshaq:Hêca wehî ji Pêxember ra (s.a.a) nehatî Qureyşyîyan navê emîn dabûn wî.

İbnî Îshaq: Xedîca keça Xûweylid jinek tacir û xweyê şeref û mezinahî û dewlemend bû. Xelk ji ticaretê ra digirtan, ji malê xwe li bera berê karê wan da qasek kifş ji feyda ticaretê dida wan. Qureyş, mirovên tacir bûn. Dema xeberê rastgoyî û emanetdarî û exlaqê qencê Pêxember (s.a.a) gehişt guhê Xedîcê, kesek rêkir bal wî (s.a.a) û berve avêt ku pê malê wê, ji ticaretê ra biçê Şamê.

3 - ‘Edalet

Îmam Sadiq (a.s): Pêxemberê Xudê (s.a.a) nêrînên xwe li eshabên xwe lêkve dikiran û wek hev berê xwe dida vî û yê dî.

4 - Wêrekî

Berayê kurê ‘Azib: Dema şer germ dibûya mexwe bi Pêxember (s.a.a) digirta û cesûr û mêrbaş ew bû ku li kêleka wî da bûya.
Enes: Pêxemberê Xudê (s.a.a) sipehîtirîn û camêrtirîn û mêrbaştirînê mirovan bû. Şevekî xelkê Medînê dengek guhlê bûn û ketin tirs û dehşetê, hinek ji xelkê bi aliyê deng ve çûn Pêxember (s.a.a) ku pêşîya wan da, siwarê li hespê rûtê Ebû Telhê û şûrê wî li ser mila, bi wî aliyî veçûbû di wî halî da ji wê derê dizivirîya rast wê komê ket û kerem kir: Netirsin, netirsin.

5 – Dilovanî

Enes: Pêxemberê Xudê (s.a.a) wereng bû eger yek ji hevalên xwesê roja nedîta lê dipirsîya. Vêca eger li seferê bûya du’a jê ra dikiran û eger hazir bûya seredan lê dikira û eger nexweş bûya diçû seha wî.

6 - Helîm û Xweragir

Enes: Ez digel Pêxember (s.a.a) rêve diçûma û ewî {burdek} necranî û tiraf sitûr ber kiribû. Vêca ‘erebek çolê giha balê û ‘ebayê wî şewt kêşa, min berê xweda sitûwê Pêxember (sa.a), wekî min dît ji ber wê kêşanê sitûwê wî xerişî ye. Paşê ewî çoleyê gotê: Ey Muhemmed! destûrê bide ku ji wî malê Xudê li bal teheyî, bila bidin min. Pêxember (s.a.a) lê zivirî û jê ra kenî û destûr da ku tiştekî bidinê.

7 - Ehlê Şerm û Heyyayê

Ebû Se’îdê Xudrî: Ew (s.a.a) xweyî heyyatir bû ji wan keçên bakireyên dibin perdê da.

Ebû Se’îdê Xudrî: Pêxember (s.a.a) gelek xweyî heyya bû çi tişta jê bihata xwestin muheqeq ew dida.

8 – Dilnizmî (Mutewaz’î)

Ebû Mes’ûd: Kesek hat cem Pêxember (s.a.a) û di halekî da ku bedena wî dilerzîya xeberda. Pêxember (s.a.a) kerem kir: Rihet be, ez ne padîşa im, ez hema kurê wê jinê me ewa goştê hişk kirî (qedîd) dixwara.

Îmam Baqir (a.s): Pêxemberê Xuda (s.a.a) wek bendeya xwarin dixwara û wek ‘ebda rûdinişta û li ser ‘erdê dixwara û li ser ‘erdê radiza.

9 - Sebirdar

İsma’îlê kurê ‘Eyyaşî: Pêxemberê Xudê (s.a.a) di beraberê nedurstîyên xelkê da ji her kesî sebirdartir bû.

ÎbnîMes’ûd: Heçweku ez Pêxember(s.a.a) dibînim ku wek yek ji pêxemberan bû ku qewmê wî lêdan û xwûnî kirin û ewî xwûna rûyê xwe paqij dikira û digota: Ilahî! Qewmê min ‘efu bike çiko birastî ew nizanin.

10 - Zuhd - Bê Meylîya Dinyayê

Pêxemberê Xudê (s.a.a) xweser hesîrekî ra dirêj kiribû û şûna wê li ser bedena wî mabû, gotinê: Xwezîka tedoşek ji xwe ra danîba. Kerem kir: Çi girêdana min û dinyayê bi heveheye?! Mesela min û dinyayê mesela wî siwarî yeku di rojek germ ya havînê da di rêkekî da biçê û di wext û bêhnek ya rojê da li bin sîbera (siha) darekî da bêhna xwevedê û paşê ewê terk bidê û biçê.

Îmam Baqir (a.s): Birastî Resûlê Xudê (s.a.a) ne dînar û derhemek paş xweheşt û nekoleyek û nekenîjek û nepezek û nehêştirek. Dema wefat kirî ji ber deyn kirina bîst sa’ ceh ku ji cuheyek ji cihuyê Medînê girtibû û ji bo mesrefa mala xwe ra anî bû zirhekî xwe di gerewê da dabû.

‘Umer: Ez çûm bal Resûlê Xudê (s.a.a) û ew li ser hesîrekî rûniştibû ez jî rûniştim, min dît ji {hîzarekî - derpê, cilkê binî} pêve tiştek di ber da nîn e û hesîrê şûna xwe li ser parsûyên wî daniye, di guhek yê malê da jî hinek ceh qasê {sa’ekî{ û hinek bergên {selmê - ji debaxî kirinê ra"xuya dikin û postek debaxî nebûyî jî eliqandîbû. (Rondik ( hêstir di çavê min da hatin xarê. Pêxemberê Xudê (s.a.a) kerem kir: Tu çiredigirî ey kurê Xettab? Min got: Ey Resûlê Xudê! Çireez negirîm? Wextê ku ez dibînim ev hesîr di tenişta teda çûyexarê û şûna xwe li ser daniye û ev jî xezina te ye ku ez dibînim. Di halekî da ku Qesra û Qeyser nav baxên tejî fêkî û cobaran da dijîn. Lê tu ku pêxember û bijarte yê Xuda yî û ev halê xezin e û heyî ya te ye? Pêxember (s.a.a) kerem kir: Ey kurê Xettab! Ma tu nerazî yî bi vê çendê ku axret ji me ra be û dinya jî ji wan ra?

Mekarîm-el Exlaq: Kurê Xûlî amanek şîr û hingivê ji Pêxember ra (s.a.a) anî, pêxemberê Xuda (s.a.a) xwe ji vexwarina wê paş ve da û kerem kir: Du vexwarin di yek carê da? Û du aman di amanekî da? Vêca ew venexwar û got: Ez evê heram niizanm (heram nakim) lê belê ez hez nakim ku fexra xwebikim û sibeha qîyametê ji ber tiştên zêde yê dinyayê hesabê bidim. Ez hez ji tewazu’ê dikim çiko heçî kesê ji Xudê ra xwe kêm bike Xudê ewî bilind dike.

11 - Pêşgirtina Xelkê li Ser nefsa Xwe

Îmam Baqir (a.s) - got Muhemmedê kurê Muslm -: Ey Muhemmed! Gelo tu guman dikî Resûlê Xudê (s.a.a) ji wextê ku Xudê ew rêkirî heta zemanê ku canê wî girtî sê roja li pey hev ji nanê genim têr xwarîye? Peyreewî bi xwe cewaba xweda û got: Ne, wellehî ewî (s.a.a) ji wî wextî veku Xudê ew rêkirî heta wî wextê canê wî girtî qet çi wexta sê roja li pey hev ji nan nexwar bi awayek wereng ku têr bibe. Heyhê, ez nabêjim ku tiştek peyda nedikira, ewî (s.a.a) carna sed deve xelat dida hineka. Vê gorekê eger bixwesta ku bixwe dikarîya.

12 – Bo Xwe Aciz Nedibû

Pêxember (s.a.a)... Ji ber xatirê Xudayê xwe dihata xezebê û nerihet dibûya lê ji ber xwenerihet nedibûya.

‘Aişe: Pêxemberê Xudê (s.a.a) bi destê xwe ve li tiştekî nedida û ne li jinekî û ne li xizmetkarekî jî, xêncî ku di rêka Xudê da biketa cihadê, ewî (s.a.a) qet ji ber karên şexsî ve tûl (heyf) negirt, xêncî li wan cihên ku hetka hurmetên ilahî bibûya ku ji ber xatirê Xudê heyf hiltanî.

13- Di ‘İbadet da XweDida Zehmetê

"Ta ha, meQur’an ji te ra rênekirıyeda tu bikevî zehmetê".

Îmam Baqir (a.s): Pêxemberê Xuda (s.a.a) di şeva dora ‘Aîşê da li bal wê bû, ewê got Pêxember (s.a.a): Ey Resûlê Xudê! Tu çire xwetêxî zehmetê, halhal eXudê gunehên teyên borî û hêj bên hemî ‘efû kirine? Vêca kerem kir: Ey ‘Aîşe, gelo bila ez nebendeyek pir şukurdar bim jî?!


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na