NIBÛWET

  • Kodê Nûçe : 733839
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Berîya kû em bikevin vê mijarê, daxwûyanîya vê nûktê pêwîstî ye kû gelo felsefa afirandina însanan çî ye? Gelo însan, heyîyek maddî ye û pes. Û ji bo kêfê hatîye avakirin û bi gîştî tû armanc ji bona cîhana heyîn tûnîne? Yan jî însan, ji bilî layê maddî, layê ruhî û manewîyê wî jî he ye kû ev laye jî mîna laye yê maddî di pêşveçûna tekamûlê de cîh girtîye?

NIBÛWET

Berîya kû em bikevin vê mijarê, daxwûyanîya vê nûktê pêwîstî ye kû gelo felsefa afirandina însanan çî ye? Gelo însan, heyîyek maddî ye û pes. Û ji bo kêfê hatîye avakirin û bi gîştî tû armanc ji bona cîhana heyîn tûnîne? Yan jî însan, ji bilî layê maddî, layê ruhî û manewîyê wî jî he ye kû ev laye jî mîna laye yê maddî di pêşveçûna tekamûlê de cîh girtîye?

Di nivîsarên îslamî de (ayat û rîwayat) armancên cûda cûda di afirandina însan de hatîne daxwûyandin. Lê xala hevpara tevên wan ev e kû, armanca herî dawî ya afirandinê; gihîştina vucuda însan bi kemalê di sîya perwerdên hêja yên însanî de ye. “Cin û însanan neafirandîye ji bilî kû ji me re perestîş bikin û bes”

Birastî, evdîtî, perwerdeyî û tekamûla însan e. û her perestîşek bi awakî di perwerdehî û peşveçûna însanîyeta însan de bibandor e. Ji xwe azmayiş û îmtihana îlahî jî, li anagora vî hîmî bi cîh bûye. “ew Xweda yê kû mirin û jîyanê afirandî ye da kû we bendeyan amûzeş bike ka gelo kî ne yên kû karên qenctir dikin”

“ew Xwedakî kû we kirîye cîhê kesên berîya we ji gelên ser rûyê axê û we li ser hinên din çêtir kir. Da kû we di wan tiştên kû da ye we de amûzeş bike”

Ev nûkte şayanê balkêşîyê ye kû amûzeş û îmtîhana îlahî, ne ji ber haynedarîya Xweda yê âleme ji netîce û dawîyeka kirdarên mirovan e.

Belkî bo kû îmtihan, karekî bibandor e di aşîkarbûn û zihura behreyên veşarîyên însanî de. Ev amûzeş bi armanca şixûlandina hêzên veşarî û derxistana behreyên zatî yên însan, hatîye lidarxistinê. Ji vî rûyî ve kû îmtihan, navgînek e ji bo bidestxistina agahîya însan, di laye ya naskirina musteheqbûna sewab û ceza yê xwe de.

Di heqîqetê de mûhakemeyek e di dadgaha ujdanê beşer de kû wî li pêşber wî tiştê kû di vê amûzeşê de bidest xistîye teslîm bike.

Kurte ya mijarê: însan, di rêçika tekamûla dawî de kû bi rîya besîret, agahî û emel, bidest tê xistin, qerar girtîye û domandina vê rîyê pêwîstî domandina rêzan e.

RÊZAN KÎ YE?

Gelo Însan bi rîya hiş û eql, dikare besîreta xwe kâmil bike, temamê rastîyan û ne rastîyan nas bike û rîya kar û zerara jîyanê bidest bixe? Bê şek bersiv neyînî ye.
Lewra ekl bitene hev qas kêferata wî tûnîne kû karibe bitenê û bi torê kâmil bibe rênîşan. Belkî eql, bi xwe jî hewcedarê terbîyet û perwerdê ye û heta dibin bandorên hawirên neqenc de bi jirêderketinê ve nêkişandin.

Emîrê mominan hz. Elî (silava xweda lê be) yek ji armancên şandina Pêxemberan, perwerdekirina eql jimartîye û kerem kirîye: “bîr û bawerên jibîrkirî û veşarî, eşkere dikin û dişixûlînin”

Gelo, qanun û îdolojîyên çêkirîyên destê beşer, ji bo tîmara tekakes û civakê bes in? Bi qirnan e kû gelek pêşnîyarên cûda cûda yên eqilmend kû carnan jê, di nava wan de gelek îxtilaf hene û heta hinek ji wan bi temamî li dijên yên din in, ji bo birêxistina lihevhatina civakê tên pêşnîyarkirin. Ev pêşnîyar û îdolojîyan didin nişandan kû eqlê însan çi qas bisînor e û çi qas ji sirra bextewarîya beşer dûr in. Ji van tevan em derdixin kû bîrên beşerî û teorîyên teorîsyenan, ew qas ewledarîyê nadin. Ji bilî vî jî, ji bo birêxistina qanunên beşerî tû ewletî jî ne mewzu bahs e.

Lêbelê bernameyên ezmanî û mekteba Pêxemberan, ji ber kû serkanîya wan zanînek bê serî û bê binî ye û her newê xalê veşarî, hêl, tiştên hûr û taybetîyên însan ji her cîh û kesên din çêtir dizane, îhtîmala xetayan tê de rê nabîne. Na xwe, zerûreta şihandina Pêxeberan (silava xwedê li wan be) û bingeha mekteba wan rûşen dibe.

PÊXEMBER KÎ YE Û NÎŞANA WÎ ÇÎ YE?

Pêxember mirovek e kû bê dexaleta mirovekî din, behreyê wî tê de he ye kû bi alîkarîya wehyê û têkilaya bi serkanîya heyînê re û ilmê bê dawî yê wê, bibe fermanberê teblîx û gihîştandina ehkamê îlahî.

Rîya nasîna Xêxemberên rastgo ji dozgerên virek ev e?

1-Mûcîze û hêzek di karan de kû ji hêza newê beşer der e.

2-Komkirina nişan û şahidan, bi alîkarîya mitale û lêkolîna jîyana wan ya berîya pêxemberîyê, ji hêla exlaq, rewan, kirdarê civakî û tehqîq di naveroka daweta wan de ji hêla lihevhatina bi pîvangên eqlî, bingehên mentiqî û vekolana desturên wan yên erênî û qewî, di civak û ferdên kû di bin perwerdeyên wan de perwerde bûne û…
3-Mizgînî û wada Pêxemberê berê kû pêxemberîya wî bi palpiştên teqêz hatîye peyîtandin.

PÊXEMBERAN DU DEST IN

1-Yên ne ulu-l ezm: pêxemberên kû hawirê teblîxî ya wan, bi sînor e û xweyê kitêb û dînekî nû nînin.

2-Ulu-l ezm: pêxemberên kû xweyê dîn, û ayînek nû kitêbek ezmanî ne û hawira teblîxî ya wan berfireh e.
Ev dest, ji pênc kesên giranbiha pêk hatîye kû her yek ji wan di demek taybetîyê dîrokê de, fermanberê hîdayeta civaka beşerî û gihandina fermanên îlahî bi mirovan bûn, ji rojhilat heta rojava. Ev mezinên heja ev in: 1- hz. Nuh (silava xwedê lê be) 2- hz. Îbrahîm (silava xwedê lê be) 3- hz. Musa (silava xwedê lê be) 4- hz. Îsa (silava xwedê lê be) 5- hz. Muhammed e (selatên xweda li wî û malbata wî be) Û bera pêxemberîyê bi zatê muqeddesê pêxemberê îslamê, dawî lê hatîye û ew pêxemberê Xweda yê dawî ye.

Perwerdên civînekên îslamê ji nezer dîtina dînî û qanunên civakî bi awakî hatine rêk û pêkkirin kû hêza hilkirina hewceyên civaka beşerî di her esr û heyamî de di xwe de digirin. Bi navê qanun û şerîeta dawî û rîsaleta ebedî, dînên mayîn nesx kirîye û destura liduvçûna wan na de. “her kesê kû ji bilî îslamê dînek din bipejirîne, jê nayê pejirandin û di axretê de ji zîyan karan e”

PÊXEMBERÊ GIRANBIHA YÊ ÎSLAMÊ

Di vir de, çi di cîh de û çi şayeste ye kû tîrêjek pir ronî û ruhanî bi vê nivîsê were dayîn û raporek kûrt ji jîyana zêrîna xanîyê bextewarîya însanîyetê di vê birê de em bidin der.

Navê wî yê giran biha Muhemmed (selatên xweda li wî û malbata wî be) kû bi mana: pesindar û hebandarî ye. Bavê wî yê giran qedr Evdillah û dîya wî ya bi qîmet jî Emîn a keça Weheb e.

Çêtirînê alema heyîyan û kanîya feyz û rehmetê, di sala Fîl, hivdehemînê meha rebîu-l ewelê, roja înê, berdestê sibehê di dema fermandarîya Enûşîrwanê adil de, li Mekke a muezzeme hate cîhanê. Ew, di bîst û heftê recebe de di sala 610 mîladî de kû temenê wî çil sal bû ji teref Xweda yê bilind ve bi pêxemberî hat niqandin. Cibraîl kû melekê wehyê ye li ber wî nazil bû û peyxama yekema Xweda kû pênc ayetên serê sûre ya Eleqê bûn, ji zatê wî re teblîx kir.

“bi navê Xweda yê rehman û rehim, bixwîn, bi navê Xweda yê xwe kû afirandina însan ji xwînê girêdaye. Bixwîne lewra xweda yê te kerîmtirîn e. Ew ê kû bi qelemê xwendin hîn kir. Hîn kir bi însan tiştên kû nizani bû…”

Teblîx û gihandina fermanê îlahî bi gel, li anagora rewşa rojevê û di nav serhildana bişiddet û bêexlaqî ya putperestên neyar yên qureyşê, bê lêz û bez destpêkir. Piştî qederekî, desturê îlahî yê teblîxa dînê îslamê, xwe bi eqrûbayên wî yên nêzîk ve jî girt. Di pey re fermana vexwendinek gelemperî û eşkere kirina teblîxek gîştî hate dayin. “… ew tiştê kû destura teblîxa wî ji te re he ye bibêje û ji mişrikan rû dagerîne. Em ê te ji şerrê neyarên feskoyî biparêzin.”

Pêxemberê giran biha ji bo gihandina peyxam û fermanê îlahî li Mescîd-ul Heramê de û li navendên umumî yên bajarê Mekke ê, dest bi teblîxê kir û bi gotinên bedew “bibejin la îlahe illallah û rizgar bibin” dengê tewhîdê bilind kir. Lê bi lidijîya dijmin û mişrikan rû bi rû bû. Bû armanca fesk û tadeyek pir, ji teref wan ve. Ew qas kû kerem kir: “tû pêxemberî wekî min tade nedîtîye”


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na