Pîrozbahiya jidêbûna hezretê Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne)

  • Kodê Nûçe : 755565
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Sibê yekşemiyê, 15`ê meha Şeibana 1437`an, beranberî 22`ê Gulana 2016`an, hevdemê salvegera jidêbûna diyanzdehemîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê îmam Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) ye.

Sibê yekşemiyê, 15`ê meha Şeibana 1437`an, beranberî 22`ê Gulana 2016`an, hevdemê salvegera jidêbûna diyanzdehemîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê îmam Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) ye.

Li şev û roja salvegera jidêbûna hezretê îmam Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) gelê Îrana islamî tevî amadebûna li şûnewarên mezhebî û birêxistina cejnên cûrbicûr eleqe û iradeta xwe li hezretê Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) nîşan didin.

Bajarên cûrbicûr ên Îrana islamî îşev û sibê anku yekşemiyê, 22`ê Gulana 2016`an, têda coş û şahiyeke bêmînak heye û gelê welayetxwaz ê van deveran tevî birêxistina meclisên ceşnê û belavkirina şîraniyê, evîna xwe ya resen û paqij li îmamê Esr (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) diyar dike.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Islamî ya Îranê hatina salvegera jidêbûna rizgarkirê mirovahiyê, hezretê Mehdî (Xwedê zuhûra wî zûtirê bigihîne) li gişt misilmanên cîhanê û azadîxwazên din pîroz dike.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na