Sersaxiya ji ber salvegera şehadeta îmamê heştan a şîeyên cîhanê

  • Kodê Nûçe : 795063
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Sibê çarşemiyê, 30`ê Sefera sala 1438`an a koça heyvî, beranberî 30`ê Mijdara 2016`an, salvegera şehadeta hezrerê Îmam Riza (s), Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê ye.

Sibê çarşemiyê, 30`ê Sefera sala 1438`an a koça heyvî, beranberî 30`ê Mijdara 2016`an, salvegera şehadeta hezrerê Îmam Riza (s), Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê ye.

Hezretê Îmam Riza (S) li bajarê Medînê hate dinê û li dawiya meha Seferê ya sala 203`an a koça heyvî, şehîd bû.

Dewra jiyan û îmameta Îmam Riza (S), dewra zêdebûna zav a hezkirina binemala pêxemberê Xwedê (S) ji aliyê xelkê û dewra berfirehbûna pêgehên gelanî yên binemala pêxemberê Xwedê (S) bû.

 Di vê dewrê de Memûn, xelîfeyê Ebasî, bi plangêrî, jehr da vî hezretî û ew şehîd kir.

Îrana Îslamî di  şeva salvegera şehadeta hezrerê Îmam Riza (S) reş li xwe kiriye û rêûresmên curbicur ên tazîdariyê hatine lidarxistin.

Evîndar û şopînerên binemala pêxemberê Xwedê (S) li seranserê Îrana Îslamî bi kombûna li navendên mezhebî ji wan li bargeha paqij a Îmam Riza (S) li Meşhedê, bona Îmamê heştan ê şîeyên cîhanê tazîdariyê dikin.

Saziya Radyo û Têlêvîzyona Komara Îslamî ya Îranê, bi boneya salvegera şehadeta hezretê Îmam Riza (S), îmamê heştan ê şîeyên cîhanê sersaxiyê dide hemî misilman û azadîxwazên din ên cîhanê.
......
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na