XWEDA

  • Kodê Nûçe : 733841
  • Çavkanî : ABNA
Brief

"Birastî ew (nivîsok) ji alîyê Suleyman ve ye û bi navê Xwedayê pir bi rehm ê dilovan (dest pê kiriye)."

XWEDA

"Birastî ew (nivîsok) ji alîyê Suleyman ve ye û bi navê Xwedayê pir bi rehm ê dilovan (dest pê kiriye)."

Pêxember (s.a.a): Bismillahi-rrehmani-r rehîm, destpêka hemî nivîsokan e.

Pêxember (s.a.a): Her karê muhîm ku bi navê Xweda yê dilovan dest pê nebe, tê birrîn (û desthata wî tune).

Îmam Sadiq(a.s):"Bismillahi-r rehmani-r rehîm" terk neke her çend paş wê helbestek bê xwendin.

Maneya Allah

"Û eger tu ji wan bipirsî kî asîmanan û 'erd afirandiye? wê her bêjin: Xweda."

Îmam Elî(a.s): Me’neya Ellah ev e yanî ewê 'ibadet jê ra tê kirin û beşer di heqê wî da heyirî ne û penahî jê ra dibin. Xweda ewê ji dîtina çavan xef e û nixumandî ji wehm û xiyalan e.

Îmam Elî(a.s): Ellah… ew e ku dema hewcedarî û tengasîyan her mexluq xwe davêje wî di wextê ku ji bilî wî ji her tiştên din hêvî birrî û ji bilî wî her sedem îbtal bûn.

Hêjana Xudê Nasîyê

Îmam Elî (a.s):Heçî Xudê nas kir me’rîfeta wî kamil bû.

Îmam Elî(a.s): Fêkîyê zanînê nasîna Xudê ye.

Îmam Sadiq(a.s): Nasîna Xudê te’ala bêhn firehkerê hemî tenêtîyan û hevalê hemî bê kesan û ronahîya li hemî tarîtîyan û hêza hemî ze’êfan û şîfaya ji hemî nexweşîyan e.

Fêkîyên Nasîyarîyê

Pêxember (s.a.a): Kesê pirtir Xudênas be, ji Xudêtirsî ya wî ji her kesî pirtire.

Îmam Elî (a.s): Piçek nasîn, sebebê zahidîya di dinyayê da ye.

Îmam Elî (a.s): Xeşyet xilaseka nasînê ye.

Îmam Elî (a.s):Xudanastirînê xelkê ewe yê ji hemîya pirtir jê dixwaze.

Sifetên Mirovê ‘Arif

Îmam Elî (a.s): Mirovê ‘arif rûxweş û devken e û dilê wî di tirsê da ye û xemgîn e.

Îmam Elî (a.s): Şewq (û dil pirjîn) eyara yekrengîya ‘arifan e.

Îmam Elî (a.s): Tirs, cilkê ‘arifan e.

Îmam Sadiq (a.s):Bawerîyê bi Xudê bîne (pişta xwe pê girêde) da tu bibî ‘arif.

Kêmtirîn Merteba Nasîyarîyê

Îmam Kazim (a.s) - Dema derheq kêmtirîn merteba ‘arifîyê da pirsîyar jê kirin - : Îqrar kirina bi vê çendê ku çi îlah nîn in xêncî ji wî û şebîh û hember jê ra nîn in û qedîm e û ezelî ye û guherîn jê ra nîn e û ew bi xwe heye û tinehî jê ra nîn e û tiştek wek wî tine ye.

Nasîna Xudê Pê Xudê

Îmam Elî(a.s): Pê Xudê bixwe Xudê nas bikin. Û Pêxember pê pêxemberîya wî nas bikin û ulî-l emr (serok) jî pê ferman dana bi başîyê û ‘edalet û qencîyê nas bikin.

Îmam Huseyn (a.s) - li du’ayê da -: Ey Xuda! mijûl bûna min bi nîşan û dewsan dibe sebebê dûrîya ji dîtin (û zîyaret)ê, vêca tu berê hemî hêzên min bide wê xizmetê ku min bighêne te, ewa ku ew bixwe li hebûna xwe da muhtacê te, wê çewa bikare bibe rênas bo gihana te? Gelo xêncî te kifş û eşkere ne û tu (eşkere) nînî? Heta ku vêca ew nîşander û eşkerekerê te bin? Tu kengê veşartî bûyî heta tu muhtacê wê çendê bî ku rênasek berê mirov bidê te?... Bi rêka teve ye ku ez te peyda dikim; nexwe pê nûra xwe min rê rast bike bal xwe ve.

Îmam Seccad (a.s) - li du’ayê da -: Min pê te tu nas kirîyî, û te bi xwe ez rê rast kirime bal xwe ve û te ez bal xwe ve gazî kirime. Û eger te tu nebûya minê nezanîbûya tu çî yî.

Nehîya ji Fikir kirina di Zatê Xudê da

Pêxember (s.a.a): Derheq mexlûqê Xudê da fikir bikin û li Xudê bixwe da fikir nekin ku vêca hûn ji nav biçin.

‘Eql Nagihên Heqîqeta wî

Îmam Elî (a.s): Vêca em kûratî û heqîqeta ‘ezemeta te nizanin, tenê em vê dizanin ku tu sax û xwe ragirî, pûnijîn û xew ser te da nayê, çi bîr û hizr nagihên xilaseka te û çav te li ber xwe nagirin.

Îmam Riza (a.s): Heqîqeta wî cudakere li navbeyna wî û mexlûqê wî da.

Îmam Riza (a.s) - li wesfdana Xudayê pak da -: Ew ji wê çendê bilinditir e ku çav ewî li xwe da bigirin, an li nav xeyalan da cî bigirê û an ‘eql ewî zeft bike.

Wesifdana Durist Derheq Xudê

Îmam Elî (a.s): Kesê wesfê wî da ew mehdûd kir û ew ê ew mehdûd kir ewî ew anî hejmarê, û ew ê ew anî hejmarê ewî ezelîyeta wî ji nav bir û kesê bêje {çewa?} ewî wesfek jê re çêkir û ew ê bêje {li kû ye?} ewî ew kiriye cihekî da.

Îmam Elî (a.s): Yek e lê ne pê jimarê, daîmî ye bê serhatekî û xwe ragir e lê ne pê palgehekî.

Îmam Sadiq (a.s) - gote kesekî ku got: {Allahu Ekber} -: Xudê mezintir e ji çi tiştî? ewî got: Ji her tiştî. Vêca Îmam Sadiq (a.s) got: Te ew mehdûd kir, vêca ewî zelamî got; nexwe ez çewa bêjim? kerem kir: Bêje: Xudê mezintir e ji wê çendê ku wesfê wî bê dayîn.

Îmam Kazim (a.s): Birastî Xudê bilinditir û seretir û mezintire ji wê çendê ku mirov bighê heqîqeta sifetên wî, nexwe wesfê wî bidin bi wî awayê ewî bixwe wesfê xwe dayî û dev berdin ji qasê zêde yê ji wê.

Delîla Yêkîtîya Xudê

"Û kî ye ew ê ber Xudê ra gazî ilahek dî dikê ku çi delîl jê ra nîn in, vêca tenê hesaba wî li bal xweykerê wî ye, birastî kafir ser nakevin".

Îmam Riza (a.s): Despêka ‘ibadetên Xudê, nasîna wî ye û koka nasîna Xudayê mezin yek zanîna wî ye û yêk zanîna Xudê bi wê ye ku tu hed û sînoran jê bibî (ji wî nefî bikî), çiko ‘eql şahidîyê didin hemî tiştên xweyê hed û sînor mexlûq in.

Îmam Elî (a.s) - ji wesîyeta li kurê xwe Hesen (a.s) kiriye -: û bizane, ey kurê min! eger Xudayê te şirîkek hebûya wê ji aliyê wî ve pêxember ji te ra bihatan û wê te eser û nîşanên hukimdarîya wî bidîta û wê te nasîn peyda bikira di gel kirîyar û sifetên wî. Lê belê wek çewa ewî wesfê xwe dayî, ew tek Xuda ye û kes li hukimeta wî da dijatîya wî nake û çi caran ji nav naçe.

Îmam Sadiq (a.s) -Di peyvîna di gel zindîqekî da -: Eger tu bêjî Xudê didu ne, ji du halan ne der e; an herdu ji her cihetî ve wek hev in, an ji her cihetî ve ji hev cuda ne, vêca dema em dibînin ku mexlûq hevgirtî ye û felek li halê hat û çûnê da ye û şev û roj û roj û heyv tên diçin, ev duristîya tevdîr û hev girtina kar û baran, delîl e ku tevdîrder yek e. Piştî wê jî eger tu dibêjî Xudê didu ne, hingê divê valehîyek li navbeyna herdukan da hebê heta bibin du, vêca ew valehî bi xwe dibê yê sisiyan ku qedîm e wek herdukên dî, evahe te mecbûr dike ku tu bêjî sê ne, vêca eger tu bêjî sê ne, ewa me derheq du Xudêtîyê da gotî tê pêş, bi vî awayî li navbeyna wan da divê du valehî hebin û hingê dibin pênc û paşê jî hejmara wan heta bê nîhayetê wê dewam bike.

Îmam Sadiq (a.s) - Dema ji delîla yek bûna Xudê pirsîyar jê kirin -: Hevgirtina tevdîrdanê û kamil bûna xuliqandinê ye. Wek çewa Xuda kerem kiriye: "eger xêncî Xudê Xudayên dî li ‘erd û ‘esmanan da hebûyan wê herdu xirab bibûyan".

Pê Çav Nayê Dîtin lê Dil Dibîne

"Çav, ewî peyda nakin û ew çavan peyda dike û ew e yê hûrbîn û agah".

Îmam Elî (a.s) - Dema Îmam Elî bû xelîfe… zilamek ku ji re digotin Ze’leb gotê: Ey mezinê bawerdaran te Xudayê xwe dîtîye? - gotê: Wey, ji tera, ey Ze’leb! ew Xudayê min nedîtibê ez jê ra ‘ibadet nakim. Gotê: Te çewa dîtîye? ji me re behsê bike, kerem kir: Weyl ji te ra! pê nêrînê, çav wî nabînin, lê belê dil pê duristîya îmanê ewî dibînin.

Her Hebû û Her Heye

Îmam Elî (a.s): Hemd ji Xuda ra, ew ewilê pêşîya hemî ewilan da û ew axirê piştî hemî axiran e, ew pê ewil bûna xwe dike lazimê xwe ku despêk jê ra nîn e û pê axir bûna xwe dike lazimê xwe ku axrîk jê ra tine be.

Îmam Baqir (a.s): Xuda hebû û tiştek xêncî wî nebû; nûrek valeyê ji tarîtîyê bû; rastgoyek bê derew; zanayek ku nezanî tê da nebû; saxek ku mirin jê ra nebû, îro jî her wiha ye û wê her wereng be jî heta bi heta.

Xudê Sax e

"Xudê, xêncî wî çi ilah nîn in, ew ê sax û xweragir".

Îmam Kazim (a.s): Xudê sax e ne pê saxîyek paşê peyda bûyî... Belkî ew xwe bi xwe sax e.

Xudê Zana ye

"Û xezinên xeybê li bal wî ne, kes bi wan nizanê ji wî pê ve û ew dizanê bi wê ya li bej û behrê da. Çi berg nakevin ila ew dibînê û çi libek li tarîtîya ‘erdê da û çi ter û çi hişk nîn in, xêncî ku ew li kitêba eşkere da hatiye".

Îmam Elî (a.s): Çipkên av û stêrên ‘esman û zerrên toz û xubara belave li hewa ra û civîyana mêrûyên li ser tehta û xewgeha mêrûyên hûrik li şevên tarî da ji wî ne veşartî ye. Ew bi cihê ketina belgan û li hevketina mijangên çavan dizanê.

Îmam Baqir (a.s): Îleh zana bûye bi hemî tiştî, vêca zanîna wî derheq tiştan, pêş hebûna wan da wek zanîna wî ya piştî çêbûna wan e.

Îmam Kazim (a.s):‘Ilmê Ellah bi (ji kû) der e. Nayê wesif kirin bi (çewa ye). Ne zanîn ji Xudê cuda dibe û ne jî Xudê ji zanînê; li navbeyna Xudê û zanîna wî da sînorek nîn e.

edalet


Xudê ‘Adil e

"Xudê qasê zerrekî zulmê nakê. Eger qencîyek hebe li wê zêde dike û ji alîyê xwe ve xêrek mezin dide"

Îmam Elî (a.s): Şahidîyê didim ku ew ‘adile û ‘edaletker û hakim e veqetandinkere.

Îmam Seccad (a.s) -di du’a xwe da -: Birastî min zaniye ku di hukim dana te da qet çi zulim tune û di ‘ezab dana te da çi ‘ecele nîne, çiko ew kes ‘ecele dike ewê ditirsê ku (derfet) ji dest biçê û kesê ze’îfê ku xwe muhtacê zulim kirinê dibînê, halhale ku tu bilind mertebeyî, ey ilahî û tu ji wê çendê pir bilinditirî.

Xudê Xaliqe

"Xudê xaliqê her tiştî ye û ew hay jêmayê her tiştî ye".

Merwanê Muslim:Îbnî Ebîl ‘Ewca hat bal Îmam Sadiq û got: Ma gumana te ne ew e ku Xudê xaliqê her tiştî ye? Vêca Îmam (a.s) got: Belê. Ewî got: Ez jî dixuliqênim! Îmam gotê: Tu çewa dixuliqênî? ewî got: Ez li cihekî taharet digirim (dirîm) paşê ez qederekî diseknim vêca hinek rihdiber çêdibin, eva ez xaliqê wan im! Îmam gotê: Ma ne welê ye ku xaliq jimara mexlûqê xwe dizanê? got: Belê. Îmam got: Tu dikarî nêrên wan ji mê yên wan veqetînî û nas bikî? Û tu dizanî ‘emrê wan çiqas e? Vêca bê deng bû.

Îmam Riza (a.s):Xudê bi qudret û hîkmeta xwe tişt afirandin û ji ewilve bê nimûne çêkirin. Ne ji tiştekî çêkirin nexwe ne ixtira’e û ne ji sebebekî çêkirin da vêca jêra neyê gotin çêkirina wî ne bedî’e e. Ewî xuliqand û çêkir heçî tişta vîyayî û çewa xwestî.

Xudê Qadir û Kara ye

"Vêca ez sond dixwum bi rebbê rojhelat û rojava ku em birastî kara ne".

Îmam Elî (a.s) - Dema gotinê: gelo Xudayê te dikarê dinyayê bixe di hêkekî da? -: Nekare bûn nayê nîsbet dan balXudayê ‘ezîz û celîl ve, lê ewa hewe pirsîyar kiriye tiştek nemumkune.

Xuda Mutekellime - Diaxive

"Û hinek pêxemberan ku berê me qiseta wan ji te ra got û hinek pêxemberan jî me qiseta wan ji te ra negotîye û Xuda bi awayek xeberdanê di gel Mûsa axivî".

Îmam Elî (a.s):(Xudê) xeber dide lê ne pê ziman û zimanên biçûk û seh dikê lê ne pê qula guh û wesîlên guhlêbînê, diaxivê lê ne pê kelîme û lefzan û hifz dikê lê ne pê bîr manê. Tişta hebûna wê îrade bike dibêjêyê hebe hema di cih da çêdibê, lê belê gotina wî ne pê deng e ku li guh bikevê û ne pê deng e ku were seh kirin, tenê kelamê Xuda ew ‘emelê wî ye ku ew çêkiriye û şikl dayêye, ku ew pêş da tine bûye, çiko eger ew ji kevin da hebûya wê ew Xudayê duyem bûya.

Xudê Xweyê Îradê û Vîyanê ye

"Karê Xudê (wiha ye), dema tiştekî bixwaze, dibêjê: Hebe, vêca ew çêdibê".

Îmam Kazim (a.s): Tişt pê vîyana wî çêdibin, bê xeberdan û bê wê hindê ku fikir bê kirin û bê axiftinekî ku bê ser ziman.

Xudê Malik û Xweyî ye

"Û milkê ‘erd û ‘esmanan yê Xudê ye, û Xudê bi her tiştî qadir e (kara ye)".

Xudê Sehker û Bîner e

"Xudê bi heqîyê hukim dike û kesên gazî xêncî wî dikin qet hukmê bi tiştekî nakin, birastî Xuda ye sehker û bîner".
Îmam Elî (a.s): Xudê guhlê dibe lê belê ne pê wesîla guhlê bûnê.

Îmam Baqir (a.s): Xudê sehker û bîner e, pê wê ya guhlê dibe dibînê jî û pê wê ya dibîne seh jî dike.

Îmam Riza (a.s): Çiko çi tiştê veşartî wek dewsa mêrûya reş li ser tehta reş li şeva tarî da li binê ‘erdê û behran da ji wî nexef e, em dibêjin ew bîna ye.

Xudê Hekîm e

"Birastî evahe ew qiseta heq e, xêncî Ellah çi ilah (me’bûd) nîn in, birastî Xuda ye ‘ezîz û hekîm".

Îmam Baqir (a.s) - li cewaba vê pirsîyarê ku: Çewa pirsîyar derheqê karê Xudê da nayê kirin? - got: Çiko ew xêncî karê durist û bi hîkmet nake.
Xudê li Her Cihî Hazir e
"Û hûn li kû derê bin ew di gel hewe ye û Xudê bi wê ya hûn dikin bîna ye".

Îmam Elî (a.s) - Derheq sifetê Xudê -: û birastî ew li hemî cihî û li hemî dem û zemanan da û di gel hemî ins û cinan e.

Sifetên Cami’

Îmam Elî (a.s): Despêka dîn naskirina wî ye û kemala nasîna wî durist bawerîya bi wî ye û kemala durist bawerîyê tek zanîna wî ye û kemala tek zanîna wî xwe xalis kirina ji wî ra ye û kemala xwe xalis kirinê, jê birina sifetan e ji wî, çiko her sifetek nîşan dide ku ew (sifet) ne mewsûf e û her mewsûf jî dixweyhêne ku ne sifet e.

Vêca ew kesê pê wesfekî (ji wesfên mexlûqan) ji Xudayê pak biaxive, ewî heval jê ra çêkiriye û ew ê hevalekî jê ra çêke ewî dike cot û ew ê wî cot bike ewî ew qet kiriye (ji yekîtîyê xistîye) û yê ewî qet bike ew nas nekiriye û yê wî nas neke wê tilîya xwe bal ve bike (işare bike bal ve) û ew ê tilîya xwe bal ve bike ewî hed û sînor jê re çêkiriye û ew ê sînoran jê re çêke ewî ew aniye hejmarê (tek bûna Xudê xirab kiriye û ew aniye rêza mexlûqan).Ew ê bêje {li kû derê ye?} ewî ew nekar kiriye, ew ê bêjê {li ser çi ye?} ewî cihek vale yê ji wî hiştîye.

Ew heye lê belê ne bi çêbûn, heyîyek e ku tunehî jê ra tine bûye, digel her tiştî ye lê belê ne li kêleka wan da, xêncî her tiştî ye lê belê ne cudayê ji wan e.

Karker e, lê belê ne pê bizav û aletan,

Biner e, ji hingê ve ku hêca mexlûqê lê tê nêrîn tine bû, tek bûye ji hingê ve hêca kes nebû ku bêhna mirov pê bê û ji ber tinehîya wan mirov bikevê dehşetê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na