EDL

  • Kodê Nûçe : 733938
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Di edaletê de pêşîkîyan şert in. meselen di pola xwendinê de, pêwîstê edaletê ev e kû bi her xwendevanî re li anagora zanîn û layiqîya wî nimre were dayîn, ne kû tevên xwendevanan wekî hev ji nimran behr bigirin.

EDL

Xweda yê cîhanê, adil e. mafê her kesî li cem wî hatîye parêstin û mafê tû kesî hûnda nake.

Bê sebep ferq naxe navbeyna kesan.

Bi gelemperî di cîhana heyîn de, edalet hukûm dike, ne wekhevî.

Di edaletê de pêşîkîyan şert in. meselen di pola xwendinê de, pêwîstê edaletê ev e kû bi her xwendevanî re li anagora zanîn û layiqîya wî nimre were dayîn, ne kû tevên xwendevanan wekî hev ji nimran behr bigirin.

Birastî, bê edaletî ev e kû kesek ji mafê wî yê mûsellem were bêparkirin.

Lê tû mafek heyîyên cîhanî li ser Xweda tûnîne. Ji ber vê yekê jî, newekhevîya di afirandinê, çewabûna mexluqatan, ketin û rabûna di jîyanê de ne bêedaletî ye. De çewa wê newekhevîya di nava wan de bibe sitem?

Lewra sitem, netîca nezanîn, bêhêzî, çavberdana meqam û tiştên wek van e kû zatê pakê Xweda, ji van kêmasîyan dur e. Ew, zana û hekîm e. tû karê bêmeslehet pêk nîne.

Çi tiştê kû bi mexluqatên cîhana heyîn da ye yan jî ji wan sitendîye, bêhesab û bê meslehet nebû ye. Heger li anagora bîra me ya ji rû da, bê feyde û bêmeslehet were dîtin jî, ev ji ber tengî û nerastîya bîr û bawera me ye. Lewra em dizanin kû reçeta pijijk dermanên kû bo nexweş meslehet in di xwe de digire. Welew em bi taybetî û layê meslehetê nizanibin jî.

Di rîwayetekî de ji Hz. Musa yê lawê Îmran (silava Xweda lê be) wuha hatîye: di qûna çîyakî de gihîşt serê kanîyekê û ji wê kanîyê destlimêj girt û di pey re bi çîya ve hilkişîya da kû limêj bike.

Di vê demê de dît kû siwarê hespekî hat û ji kanîyê av vexwar û çû, lê di pey xwe de kîsikek kû tê de pere û zêr hebûn hişt.

Piştî wî şivanek hat û wî kîsikî dît û bi xwe re bir.

Di pey wî de jî pîremêrekî kû bandora desttengîyê li serê aşîkar bû û li ser pişta wî barek qocik habûn hat û qocikên xwe danî ser axê û xwe li ser axê dirêj kir da kû hinekî behna xwe berde.

Demek kêm derbaz nebû kû siwarê hespê dagerîya û li kîsikê perê xwe gerîya. Dema kû wî nedît bi terefê pîremêr ve hat û dawa kîsikê peran lê kir. Mêrikê pîr jî ninkûrê vê yekê bû. Bi vî awayî ewî daw lê dikir û vî jî înkar dikir heta kû kar gihîşt lêdanê.

Li ser hev wisa lêdan lêda heta kû wî kûşt. Li ser vê yekê Hz. Musa (silava Xweda lê be) go: ey Xweda, gelo di vî karî de wê çewa dadgerî were kirin? Bes Xweda jê re wehyî şihand: kû ev mêrikê pîr, qatilê bavê siwarê hespê bû û bi hijmara perên di kîsik de jî deynê bavê şivan li bavê siwarê hespê hebû.

Pes, qisas di navbeyna wan her du kesan de carî bû û deyn jî hat edakirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na