EQLANÎYET û MANEWÎYET DI REHÊN DÎNDARÎYÊ DE

  • Kodê Nûçe : 732912
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Eleqeya însan bi dîn ve, him dîndarîtîya însan, ne mîna tarîfa ku mirov ji dîn û dîndarîtîyê fêm dike ye. Vê dawîyê derbarê {dînê bextewarî bexş} di peyva hinek dînlêkolîneran de behsa {eqlanîyet û manewîyet a di dîn de} berpêş bûye. Bi nasandinên ku ji eqlanîyet û manewîyetê deranîne û li anagora bingeh û usula fikrî ya xwe, geh netîceyek rast û geh jî yeke qabilê minaqeşê nîşan dane.

EQLANÎYET û MANEWÎYET DI REHÊN DÎNDARÎYÊ DE

Seyîd Elî Huseynîyê Muezzinê Bohtî

Dest ji xwestinê naberdim ta neximdest armancê her

Yan wê ten bigihîje canan û yan wê can ji ten here der

Pêşgotin

Eleqeya însan bi dîn ve, him dîndarîtîya însan, ne mîna tarîfa ku mirov ji dîn û dîndarîtîyê fêm dike ye. Vê dawîyê derbarê {dînê bextewarî bexş} di peyva hinek dînlêkolîneran de behsa {eqlanîyet û manewîyet a di dîn de} berpêş bûye. Bi nasandinên ku ji eqlanîyet û manewîyetê deranîne û li anagora bingeh û usula fikrî ya xwe, geh netîceyek rast û geh jî yeke qabilê minaqeşê nîşan dane.

Ev nivîsar, xweyê dîtinek cîyawazî ye di berpêş kirina meselê de û bê rênîna li rayên ku hatine berpêş kirin û rexne kirina rayan, eqlanîyet û manewîyetê di dîn de gerandiye cîhgeha lêkolîn û vejenînê. Û pîvang jî di îsbata bingeha vê meselê de, çavkanîyên dînî ne da ku eqlanîyet û manewîyet a di dîyanet û dîndarîyê de ka çi cîhgeha wan heye bi rênîna dîn were peyitandin.

DÎN ÇI YE?

Dîn, komek mearif û zanistên eqlî û neqlî ne ku însan li anagora wan, bawerî, reftar û kiryar û exlaqê xwe ava û rêkûpêk dike. Di hevoka mearif ûzanistên eqlîyê dîn de teqlîd ne caiz e. Belkî pêwîstî ku mirov bi xwe bibe lêkolîner û ew mearif li cem wî bi xwe gihabin sînorê sabitbûnê. Tû dînek nukare bê mearif û zanistên eqlanî bijî û li anagora vê jî mearifê eqlanî di her dînî de nîşana serjiyan û bilindîya wî ne.

Di kitêbên luxet de gelek maneyan derbarê peyva dîn hatine gotin. Mîna: ayîn, ceza û ucret, hesab, fermanberî, evdîtî, edet, hukm, dadmendî, îzzet û serfîrazî, dilnizmî, têkilîdarî, uslub û…

Peyva – dîn – di Quranê de bi maneyên mixtelif hatîye bikaranîn û li her deverê maneya taybetîya xwe di xwe de digire. Wekî: ceza , şerîet û peymanên jiyanê û îtaet û fermanberîyê. – Millet - jî bi maneya dîn e.

PEYVÊN DÎN, ŞERÎET Û MILLET

Bi balkêşîya reha van peyvan û bikaranîna wan di Quranê de tê fêmê ku – millet – û – dîn – hevwate ne û bi yek manê tên îstî`mal kirinê. Lêbelê – şerîet – ji – dîn- taybetmendtir e. yanî dîn komek ji usulê kullî ye ku xetta meşa gelemperî dişopîne û şerîet beyana meselên hûrtir e. lewra di mentiqa Quranê de dîn, li cem Xweda wahid û yek e lêbelê şerîet bihejmar in.

Ayetên: إِنَّ الدِّينَ عِنْدَ اللَّهِ الْإِسْلامُ- birastî dîn li cem Xweda Îslam e û hew - . Û “her kesê ku ji Îslamê pêve li pey dînekî din be, wê jê neyê pejirandin.” Eşkere dike ku temamê Pêxemberanê Îlahî (silav li wan be) xweyê – dînekî – bitenê bûn bi navê Îslamê bi usul û xetta meşeke wahid ji terefê Xwedê. Lêbelê Şerîet û daxwuyandina peymanên jiyanê cîyawzî bûn. Lewra ayetên din ferman dikin:لِكُلٍّ جَعَلْنا مِنْكُمْ‏ شِرْعَةً وَ مِنْهاجاً - ji her yekî ji we re (ummetan) me Şerîet û rîyekên rûşen danîye -. Û ثُمَّ جَعَلْناكَ عَلى‏ شَرِيعَةٍ مِنَ الْأَمْرِ – di pey de me rîyeke rûşen taybetî gerand. - ji van ayetan rûşen dibe ku Dîn ji Şerîetê giştîtir û umumîtir e. Lewra Dînê Pêxemberan yek e lê Şerîetên wan cûda ne.

Ayeta Kerîma«شَرَعَ‏ لَكُمْ مِنَ الدِّينِ ما وَصَّى بِهِ نُوحاً وَ الَّذِي أَوْحَيْنا إِلَيْكَ...» Jî nîşan dide ku Dînê wahid, şamilê Dînê hemîyê Enbîya ye û Îslam bi wesîla «أَوْحَيْنا إِلَيْكَ»bûye xweyê Şerîetek taybetî.

WESÎLÊN ÎDRAK KIRINÊ DI ÎNSAN DE

Ev nivîsar di daxwaza ronî kirina vê hêlê de ye ku Dîn di nîşandina bernama xwe de ji bo bextewarîya beşer gelo cîhê eqlanîyet û manewîyetê tê de çi ye?Û gelo eqlanîyet û manewîyet, digel desturul emelên exlaqî, reftarî, kiryarî û eqayid û bawerên wê têne hevîr kirin? Ji ber vê yekê jî di serî de lazim e ku welew bi kurtasî be jî daxwuyanîyek derbarê wesîlên îdrakê em beyan bikin.

TE`EQUL

Emir kirina bi eqil kirinê û lome kirina dijwara kesên ku eqil nakin û beyana vê ku sînorê navbera heywan û însan eqil kirin e di gelek ayetan de hatiye. {إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَاتٍ لِّأُوْلِي النُّهَى– “di bûyera xilqetê de ji bona eqilmendan nîşan hene”

Qurana Kerîm bi qederekî wisa girîngî daye livdarîya eqil kirinê û xistina falîyeta eql û derka eqilmendanê ku tû mekteb û cîhanbînîyên beşerî vê ehemmîyetê bi vî awayî nedayê ye.

Koma ayetên eleqedarên eqil kirinê û mefhumên mîna wê, nîşan didin ku heger eqlê selîmê însanan falîyeteke rast di xwe de bigire wê karibe temamê hereket û rawestan û goftar û bîrbirin û hetanî xiyal û îrade û niqandinên xwe jî digel mentiqekî eqlanîyê kamil, wekî îbadet pêk bîne.

Li vê derê ronî dibe ku çimadi rîwayetên mu`teber de eql, pîvanga biha, kemal û mesulîyeta ademîyan hatiye nasandin.

QELB YAN MANEWÎYETXANE

Sê navên “qelb”, “fuad” û “sedr” kudi Quranê de hatine di derunê însan de xweyê ehemmîyetek heyatî ne. Qelb, merkeza hes kirina manewîyetê û xanîyê wê ye û bi eqlê nezerî, besîret û fêm kirinê dibexşîne. Û ji wê bi navê eqlê emelî û hêla kûr a kesatîya însanî tê behs kirinê.

Di Qamusa Kîtaba Muqeddes de hatiye: dil, cîh û merkezê temamê hêvî û îrada dost û neyar û him merkezê besîreta eqlî ye û xweyê temamê tebîetên ruhanîyên benî adem e.

Hinek ayetên Qurana Kerîm qelb, kartêgerê nasîna fêma kûr “tefeqquh” didin nasandin. Li anagora vê dibe ku wiha were deranîn fiqh (fêm) bi maneya fêma bilind û letîf û hûr, karê qelb e ne yê eqlê nezerî ye. “hinek ji wan guhên xwe didin te lê me di dilên wan de perdeyan çê kiriye ku fêm nakin…”.

Îlhamat û çirîskên sazger, îtmînan û aramîya jiyanê têkilîdara bi qelb re. “ew e ku aramîyê berdaye dilen mominan” yekîtîya di navbeyna mirovan de û xûrtî û qelsîya wê bi rîya qelb e ne eqlên nezerî. Qurretî û xwefirotina ku elametên nexweşîna xwexwazîyê ne, derana qifil kirina falîyetên sazgerên qelb in. Dema ku ev qonaxa îlahî wêran bibe û ev pîvanga însanîyetê ji rê derkeve, qencî û xirabî pêwîstî û nepêwîstî ji lêstekê pêve ne tiştekî din in.

LETÎFTIRÎNÊ KARTÊGERÊ DERK KIRINÊ DI QELB DE

Li anagora bikaranîna koma cîhên ku peyva “fuad” di Quranê de, tê zanîn ku fuad hesastirîn û letîftirîn kartêgerê derk kirinê ye di qelb de. Wisa ku dîtina heqîqetan bi wî ve hatiye nîsbet kirin: “ew tiştê ku fuad – qelb - dît û temaşa kir ne derewîn bû.”

Wekî ku cîhgeha aramî û izdiraba lerzana jiyanê, qelb e ku Xweda ferman dike:

“ Ehlê înkarê gotin çima Quran bi carekê jê re nehat. Bi vî awayî (me wê hêdî hêdî şihand) da ku fuad – qelbê we bi wesîla wê, em qewî bikin.”

Û fuad – qelbê dîya Musa aramî peyde kir…”

Him ezabê herî dijwar, ew ezab e ku fuad dişewitîne: “agirê îlahîyê bi alav, serî li fuadan dixe.”

DILFIREHÎ

Peyva sedr – sîng ji çil caran pirtir di Quranê de hatiye îstîmal kirinê û ji cîhên îstîmala wê tê fêmê ku daîra sedr ji ya qelb berfirehtir û daîra qelb jî ji ya fuad berfirehtir e. Dive ku her yek hêlek ji hêlên qelb bi maneya giştî bin jî.

Tengî û firehî ji taybetîyên sedr in. li anagora beyana Quranê, xweyê firehî bûna sedr, jêderê nûr, rohnayî, rêdîtinî, aramî û selametîyê ye û tengasî û bisînorî bûna sedr jî derbûna înkar, jirêderketin û hundabûnê ye.

Kesê ku Xwedê bixweze hîdayet bike sedrê wî bi qebul kirina Îslamê fireh dike (vebûna sedr bi wî litûf dike) û her kesê ku bixwaze jirêderketî bike dilê wî pir teng dike. Mîna ku bi zorî bi esman ve hildikişe…”

Ji vê yekê bi balkêşîya cîh û bikaranîna peyva sedr di Quranê de em dikarin vê netîcê bigirin: her kesê ku berê xwe da xêr û kemalatên însanî, temamê falîyetên derunîyên wî bi rewşa tebîîya xwe ku Xwedê ava kiriye, dikevin hereketê û her wiha tadeyî û mehdudîyet di dîtin û warê jiyanê dehesnake. Evê ha, li dijê kesê ku berê xwe daye xirabî û neqencî û jirêderketinan ye ku falîyetên derunîyên wî rewşa tebîîya xwe ji dest didin û sedrê wî mezinayîya firehî û qabilîyeta xwe hunda dike.

NASANDINA QELB DI NEHC-UL BELAXÊ DE

Di zikê sîngê însan de perçek goşt hatiye danîn ku ecêbtirînê lebatên bedena wî ye: û ew jî qelbê wî ye. Ev ecêbî ji ber vê yekê ye ku hinek mêl ji hîkmetê û zittê wê tê de kom bûne. Her dema ku hêvî tê de zahir bibin wê timatîya wî zelîl bibe û dema ku timatî tê de were kelecanê hirsa wî helak dike û dema ku bêhvîtî bibe malikê wî axînî wî ji pîyan dixîne û her dema ku xezeb li ser hakim bibe xeşma wî zêdetir dibe û her dema ku ji tiştekî razî bibe îdî hêla îhtîyatê ji dest dide, heger tirs lê xalib were îhtîyatkarî wî bi xwe re mijul dike. Her dema ku karê wî hêsan bibe dikeve xeflet û bêxeberîyê. Heger hinek mal peyda bike nehewcedarî wî noqî serkêşîyê dike û heger belayek were sere wî bêtebatî wî rûswa dike. Heger feqîrî bi ser de bigire pirsgirêk wî bi xwe re meşxul dike.Heger birçî bibe ji bêtaqetîyê dikeve rûyê erdê. Heger pir bixwe rîya nefesê lê digire û bi torê kullî, her kêmasî wî dixin zîyanê û zêdeyî jî wî ji rê dertînin.

JIYANA TEYYIBÊ, JIYANA PALDAR A BI ILM E

Qurana Kerîm heyata teyyibê – jiyana paq û paqij, ji bona însan, xweş dîtîye û bi balkêşa bi wesîle û îmkanatên ku ji terefê wê ve ji bona bidest xistina jiyanek bi vî rengî ku di îxtîyara însan de hatiye bi cîh kirinê, em fêm dikin ku heyata teyyibê, ew heyata ma`qula ku digel manewîyetê hatiye hevîr kirinê.

Netîca ayetên Qurana Kerîm ev e ku Xweda wesayîtên derk kirinê mîna eql, çav, guh, dil û… ji bona gihîştina însan bi nas kirin û marîfetê afirandiye û li anagora pîvana ku însan di bikaranîna van îmkanatan de pîroztir bibe bi wî qederî jî naskirina wî derbarê meselên jiyana teyyibe û ma`qul de zêdetir dibin.

Quran, jiyana teyyibê, jiyana paldar bi ilm û marîfetê dizane û marîfet jî ew rohnayî bi xwe ye ku jiyan û heyatê tefsîr dike û wê ji jiyana herwihayî û nema`qul cûda dike.

EMEL Û GOFTARÊN NE LI ANAGORA BINGEHA ILMÎ MERDUD IN

Qurana Kerîm di cîhên pir de ferd û beşan ji ber xatirê ku bê mentiq û zanîn, mijul dibin şermezar dike.

Şidandina li ser mesulîyeta însan li pêşber wesayîtên îdrakê ku di binê hilbijartina însan de ne, ji ber vê yekê ku her însan tefsîlen yan îcmalen bidest dixe ku ev wesayît û wesaîl ji bona têkilîyek sexlem bi rastîyan re di meydana jiyana daxwaz de lê hatine litûf kirinê. Bi vê rênînê jirêderxistina wan ji falîyetên rast, mîna cenga bi jiyana daxwaz re ye ku celebek xwekuştinî tê jimartinê.

Li pey tiştê ku derbarê wî de zanîna te nîne meçe. Lewra însan li pêşber guh û çav û qelbê xwe mesul in.”

Derbarê lomakirina kesên ku bê ilm û zanîn diaxivin de ferman dike: “çima hûn derheqê tiştê ku nizanin de diaxivin!”

Cihûyan û fileyan dijbarîyeke wan hebû û bi hev re gelemşê dikirin ku ne li anagora bingeha ilmî bû. Ji ber vê yekê jî bûne armanca şermezar kirina Quranê. Cihûyan digotin: Îbrahîm yahûdî bû û Fileyan jî digotin: Nesranî bû. Digel ku: “Îbrahîm ne yahûdî bû û ne jî Nesranî bû. Belkî Mislimaneki rast bû.”

 

EQLANÎYET Û MANEWÎYET DI REHÊN DÎNDARÎYÊ DE /2

Seyîd Elî Huseynîyê Muezzinê Bohtî

Dest ji xwestinê naberdim ta nexim dest armancê her

Yan wê ten bigihîje canan û yan wê can ji ten here der

MIJAR Û MESAILÊN DÎN

SÊ MIJAR: BAWERAN, TEVGER Û KIRYARAN Û EXLAQ

Ji mesailên hîmî yên dîn in. Di vê beşa meqale ya “Eqlanîyet û Manewîyet dı rehên dîndarîyê de” de wê lêkolîn ji vê were kirin ku di rênîna dîn derbarê nasîn û pejirandina mesailên jor de, Eqlanîyet û Manewîyet çi cihgehên wan hene?

BAWERAN

Eslîtirîn bernavên baweran ev in:

1-  Xwedabawerî û behsa destpêkê û Aferînderê cîhanê û Îlah û Ma`bud.

2- Têkilîya Aferîde digel Aferînder û çewabûna çêkirina vê têkilîyê.

3- Dager û mirina Aferîdeyan û dagera wî ya dubarê

XWEDABAWERÎ BI BÎRBIRINA DI TECELÎYA AFIRANDINÊ DE

إقْرَأْ بِاسْمِ رَبِّكَ الَّذِي خَلَق Kitêba Kaînatê bixwune ku aferîdeya Perwerdekarê te ye.

Gelek ayetên Qurana Kerîm însanan dawet kirine da ku dest bavêjin tefekkur û lêkolînê, di Kaînat û pergala heyî de. Him armanc ji daweta tefekkur kirina di heyî de jî, gihandina beşer bi heqîqetek mezin ve ye. Di Quranê de hidudê 750 ayetan derbarê Xwedabawerîya bi rîyên baldana li bûyerên tebîetê bi ber çavan dikevin. Di van ayetan de Xwedayê bilind, ji bûyerên tebîî bi bernava ayet û nîşaneyên Îlahî qal dike.

AYET ÇI YE?

Ayet; di ferhengê de bi wateya elamet û nîşanê ye ku rêberîya mirov dike ji bona gihîştina bi heqîqetek giştî ku mehsusatan û me`qulatan di xwe digire. Li vê anagorê her nişane û elameta ku li kêleka rîyekê heye ji boy ku însan ji şop û rîya hatiye armanc kirin dernekeve heta bigihîje meqsedê, yek ayetek e. Her kardesta ku mirov balkêşî ser sazgerê xwe bike ayet e û her aferîde û afirandina ku balkêşa lê, ji însan re rêberî dike ku jê re, xaliqek û aferînderek heye ayet e. Bi peyvek din; tiştê ku di navbeyna bûyeran û mesailên curbecur de bibe rêber ji boy kifşa bûyerek hessî yan heqîqetek ji heqîqetên aleme, ayet e. Ha ji ber vê yeke hinekan gotine: koka peyva ayetê ji «أیّ»     hatiye girtin ku bi wateya: kîjan e.

Naxwe her tişt çewa ku ayet e, bi parastin û rênîna ferdan, dikare hêla ayetbûna xwe ji wî re, ji dest bide. Wekî mînakê, demjimêr ji bona nîşandina demên zeman e. Lêbelê nîşandana zeman ji terefê demjimêrê ve ji boy ferdan, wê gavê pêk tê ku ferd bi baldarîya li vê nuktê, bala xwe bide demjimêrê. Heger bala rênînê bi nîşandana demê ji teref demjimêrê ve nê liberçav girtinê – wekî ku rênîna wî li demjimêrê ji boy vê hêlê be ku bibîne gelo demjimêr gilover e yan dirêj e – hêla nîşanebûnê ji dest dide.

Herîyan û avan, daran û çîyayan, candaran û stêrkan û axir her tiştên ku di rûyê zemîn û ezman de hene Ayetullah in û nişane ne ji boy nasîn û rêwîbûna bal heqîqetê ve. Lê bi vî şertî ku rênîn û nezer ayetî û nîşaneyî bin: bêguman ji bona aqilmendan di afirandina ezmanan û zemîn de û berdewamî û yeksere hatina şev û rojê de ayetan hene.

Bes ayet tiştek e ku baldana lê, ji mirov re rêberî dike di warê bûye armanc de.

Bergên daranên kesk der nezera huşîyar

Her pelek jê defterek e-d zanista Perwerdekar

Ji bo aqilmendan û kesên ku bixwazin di baweran de ji şekê paqij bibin û bigihîjin yeqînê, nişane û ayetên bê hîsab di alemê de tên dîtin û dikare were gotin ku bi vê rênîne her tişt ayet e.

Xwedê ferman dike: ayetên xwe ji were eşkere dike ta hûn bîr bibin… me nîşaneyên xwe ji boy Ehlê Yeqînê gelek xweşik rûşen gerandine.

   Bilal, müezzine Pêxember (silav li ser Wî û Alê Wî be) dibêje: şevekê Resulê Xwedê (silav li ser Wî û Alê Wî be) heta sipîtîya sibehê bi zarîn ji pîya rawesta bû û digirîya. Min got: ey Resulê Xwedê, tu ji xwe dibin înayetên Xwedê de yî. Bes girî çima?

Hezretî Pêxember (silav li ser Wî û Alê Wî be) kerem kirin: di şeva ku borî de Xwedê hinek ayetên dehifandinî ji min re nazil kir. Weyl li halê wî kesî ku van ayetan bixwêne û di wan de nefikire. Û piştre ayetan qiraet kir: bêguman di afirandina ezmanan û zemîn de û hatin û çûna şev û rojê de nîşaneyên rûşen ji bona xweyê eql û aqilmendan hene. Heman kesên ku di halê jipîyayî û di dema ku li ser kêlekên xwe razane, Xwedê zikir dikin û di esrara afirandina ezmanan û zemîn de difikirin û dibêjin; ey îlahê me, te van, beredayî ne afirandiye. Tu pak û bêrî yî. Me ji ezabê agir biparêze.

MEŞEK DI AYETÊN QURANÊ DE

Di Quranê de gelek pêşniyarîyên ayetî ji boy Xwedabawerî û yektîya Xwedê hatine berpêş kirin û bi rîya ayet û nîşaneyên Afaqî û Enfusî mirov sewqî bal tefekkurê kirine ta bawerîyên xwe bi aqilmendî û distûrên eqlanî hevîr bike û bi manewîyetê sere rast bigerîne.

«سَنُرِيهِمْ آيَاتِنَا فِي الْآفَاقِ وَفِي أَنفُسِهِمْ حَتَّى يَتَبَيَّنَ لَهُمْ أَنَّهُ الْحَقُّ ـEm ê nîşaneyên xwe him di Afaq û ji dervayê wicuda wan û him di hindirê Enfûsên wan de nîşanî wan bidin, heta ji wan re eşkere bibe ku Xwedê her heq e.

Distûra Quranê ev e ku pêwîstî em bi rîya hînbûnê û zanînê bi dest bixin ku ji bilî Ellah îlahekî din nîne: «فَاعلَماَنَّهُ لااِلهَ اِلاَّ الله».

«أَمْ خُلِقُوا مِنْ غَيْرِ شَيْءٍ أَمْ هُمُ الْخَالِقُونَ Gelo ew bê aferînderekî hatine hebûnê yan ew bi xwe aferînderê xwe ne?

Birhanê ku ji ayetê tê deranîn ev e ku însan yan divê xwe bi xwe û bê aferînder hatibe hebûnê û yan jî ew bi xwe aferînderê xwe be û yan jî divê aferînderekî din jê re hebe. Butlana raweja yekem û duyem rûşen e û tû aqilmendek nukare van bipejirîne. Bes bêçare raweja sêyem rast e. û ew jî ev e ku “aferînder” heye.

«لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ إِلَّا اللَّهُ لَفَسَدَتَا فَسُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَHeger der zemîn û ezman ji bilî Xwedê îlahekî din hebûya, bêguman wê – zemîn û ezman – wêran bibûna. Naxwe bêrî ye Xwedayê perwerdekarê Erş, ji wan tiştên ku wî pê wesif dikin.

Birhanê ku ji ayetê tê deranîn ev e ku heger ji bilî Xwedê karbidestên din jî hebûna bê şik wê pergala afirandinê wêran bibûya. Lêbelê pergalek li ser cîhanê serwerî dike. Ji ber vê yekê jî kêmasî û bêrêkûpêkîyek di wê de naye dîtin. Bes deran ev e ku; ji bilî Xwedê sazgerekî din di cîhana afirandinê de tunîne.

«لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَيْءٌ وَهُوَ السَّمِيعُ البَصِيرُTû tiştek ne mislê Xweda ye û ew sehker û bînendê ye.

Ayet, behsa nefya mislê Xwedê dike û mefhumê wê ev e ku Xwedê bê dawî ye. Lewra bitenê hebûna ku bê dawî be, misl û hevşiva wê nîne. Heger bê dawî, misl û hevşiv jê re hebe, wê her yek ji wan xweyê kemala hebûnîya xwe be û bê parê kemala hebûnîya misl û hevşivê xwe be. Bes wê her yek ji wan giriftar be û giriftar jî bisînor e û nukare bê dawî be. Naxwe em netîce distînin ku bê dawî Ehed e, lewra misl û hevşiv jê re nîne.

«قُلْ هُوَ اللَّهُ أَحَدٌ * اللَّهُ الصَّمَدُ * لَمْ يَلِدْ وَلَمْ يُولَدْ * وَلَمْ يَكُن لَّهُ كُفُوًا أَحَدٌbibêje ew Ellah yekta ye ku hemî hewcedaran qesta wî dikin. Ne welidî ye û ne jî welidandî ye û tû kes nabe hemta jê re.

Ehed û Wahid, her du jî ji Wehdetê hatine girtin. Lê Wahid – yekem - hejmar e û pirbûnê dipejirîne ku ji her Wahidî – yekemî - re duyem û sêyem û çarem û… hene. Lêbelê Ehed, tiştek e ku ne di zihn de û ne jî di dervayê zihn de pirbûnê napejirîne. Di sureya Îxlasê de Ehed, bê tû wesf û qeydekî, her bi zimanê peyitandinê ji boy Xwedê hatiye û dide fêmê ku ji Xwedê re hîç mislekî, ne di zat û ne jî di sifatên wî de hetta bi raweja zihnî jî, tunîne.

«... هوالله الواحد القهّارû ew Xwedayê Wahid û Qehhar e.

Di Quranê de her cihê ku peyva “Qehhar” hatiye, berîya wê behs ji Tewhîda Xwedê hatiye kirin. Qehhar yanî dagirgerî. Netîce ew e ku Wehdeta Xwedê wusa ye ku digel dagirgerî û pîrozîyê, bi hîç rawejdarî rêdanê nade ku hevşivekî ji bo Xwedê rawejî – ferz – bike. De çewa wê di dervayê zihn û rawejê de misl û hevşivek ji Xwedê re hebe?

PERGAL Û HEVSAZÎ DI ALEMÊ DE

Hevsazîya zelala ku di cihana afirandinê de bi ber çav dikeve, tev bi hev re, hîkaya hîkmet û ilm û qudreta bê dawî ya Xwedê dikin ku bi hejmartinek zirav heyîyan digel pergal û rêkûpêkî daye kêleka hev û nehevsazî û dijîtîyek ku wêrangerê pergala afirandinê ne, di wan de nayê dîtin.

Gelek ayetan, di Qurana Kerîm de hebûna pergalek zor ciwan û tekûz di pergala afirandinê de bi bîr xistine. Ji hevokê: «قَالَ رَبُّنَا الَّذِي أَعْطَى كُلَّ شَيْءٍ خَلْقَهُ ثُمَّ هَدَىPerwerdekar, heman e ku bi her tiştî afirandinek lêhatî kerem kiriye û piştre wî bi hêla meqsed û armancek layiq ve birêve kiriye.

XWEDABAWERÎ BI RÎ AYATÊN ENFÛSÎ

Rêwî, di vê rîyê de bi terîqa meş û tefekkur û bîrbirina di ayetên derûnî yên nefsê, digihîje Xwedê û bi xwenasînê, dibe Xwedênas.

Quran ferman dike: «وَفِي الْأَرْضِ آيَاتٌ لِّلْمُوقِنِينَ * وَفِي أَنفُسِكُمْ أَفَلَا تُبْصِرُونَhim di zemîn de nîşane û ayetan hene ji bo ehlê yeqînê û him jî di hûndirê wicuda we de, hûn çima wan ayetan nabînin?

Û Resulê Xwedê (silav li ser Wî û Alê Wî be) kerem dike: «مَن عَرَفَ نَفسَهُ فَقَد عَرَفَ رَبَّهُKesê nefsa xwe nas kiribe birastî wî Rebbê xwe jî nas kiriye.

ZANISTA XWEDA DI NEHC-UL BELAXÊ DE

Cur û teşeya Xwedênasî û Xwedêbawerîyê, di jîyana mirov de û di awa û tevger û kiryarên mirov de bi bandor in. Mirov, çewa Xwedê peyde bike xwe jî wusa çê dike. Heta ku evd, bibe xweyê taybetên me`bud.

Kesên ku xweyê dîtinek cahilane û teng nezer in derbarê Xwedê de, rehmeta Xweda mehdudê bi efradên bihejmar dizanin û daîra Îslam û Misilmanîyê bi çeperek pir teng û biçuk tesewwir dikin û bîr û karbidestî û sîyaset û têkilîyên civakî yên wan bi heman rengî dertên.

Lêbelê kesên ku derbarê Xwedê de xweyê dîtinek zanyarî û evîndarîyê ne, rehmata wî berfireh û timî wî di meqamê rehmet û bexşişa xweşî û delalîyan de dibînin. Xwedayê wan Xwedayek Letîf û Rehman û Dilovan e ku edaletê rewa nabîne, ha li anagora vî esasî bîr, karbidestî, sîyaset û têkilîyên civakî yên wan bi rengê lêhatîyê vê dîtinê derdikevin. Xwedênasî û Xwedêbawerîya bi vî awayî mentiqa Quran û Nehc-ul Belaxê ye.

Xweda ferman dike: «...رَحْمَتِي وَسِعَتْ كُلَّ شَيْءٍ...Rehmeta min temamê tiştan daye ber xwe.

Xwedêbawerî di karên jîyana ademîyan de gorînê îcad dike û her tiştî di hêla bilindîyê de dixe rê. Lewra ev mijar di perwerdeyên Nehc-ul Belaxê de pir caran hatine dubare kirin.

«الحَمْدُ للهِ الَّذَي لاَ يَبْلُغُ مِدْحَتَهُ القَائِلُونَ، وَلاِ يُحْصِي نَعْمَاءَهُ العَادُّونَ، ولاَ يُؤَدِّي حَقَّهُ الُمجْتَهِدُونَ، الَّذِي لاَ يُدْركُهُ بُعْدُ الهِمَمِ، وَلاَ يَنَالُهُ غَوْصُ الفِطَنِ، الَّذِي لَيْسَ لِصِفَتِهِ حَدٌّ مَحْدُودٌ...».

Sipasî ji Xwedayekî re be ku heqqê pesndana wî bilindtir e ji sînorê pesndaran. Nîmetên wî pirtir in ji hejmara hejmargeran. Û nukarin heqqê wî eda bikin tekoşîvanan. Û himmetên pir firokeyên ademîyan nukarin bigihîjin derk û çeper kirina meqamê wî yê bilind. Him dergehê bilindê Ribubîyeta wî ji gihîştina heşyarîya heşyaran dûr e.

Sifatên zatê wî yê pak bi pîvangan û sînoran nayê der. Û tû neqiş kirin û nîgar kirinek nukare wî muşexxes bike. Ewsafên Celal û Cemala wî berfirehtirên zeman in û mawerayê demên bisînor û gavên mehdud in.

Bi qudreta xwe ya bilind hebûnê li aferîdeyan bexşand, bi rehmeta wî bayên candad dest bi hatinê kirin û tevgera biqisaweta zemîn, bi çikandina çîyayên ser bilind lihev rast gerand.

Destpêk û esasa dîn marîfeta Xweda ye. Û kemala marîfeta Wî tesdîqa wî û dawîya tesdîqa wî Tewhîda wî û sînorê herî bilindê Tewhîda wî îxlasa bi meqamê Kîbrîya ya wî û nîhayeta Îxlasa pê nefya sifatan e ji Zatê wî yê muqeddes. Lewra her sifetek şahidê dubendîya mewsufê xwe ye û her mewsufek jî şahidê newekhevîya digel sifetê xwe ye.

Ew kesê ku Xwedayê Subhan wesif bike, ji boy Zatê bê hemtayê wî şirîk çê dike û di yekîtîya wî de dubendîyê der dike û meqamê bilindê Ehedîyetê teczîye dike. Gumana teczîyê di Wehdeta Zatê wî de nîşana nezanîyê ye ku Xwedê digerîne qabilê nîşandanê û bi wê nîşandanê wî mehdud dike û mîna hejmartîyan wî dijimêre. Kesê ku bipirse: Xweda di çi de ye? Wî Xwedê xistiye wî tiştî û heger Xwedê di tiştekî de tewehum bike, wî, wî tiştî ji Xwedê vala guman kiriye. Tû bûyer bi pêşîya hebûna wî neketiye û nebûn neketiye pêşîya hebûna wî.

Ew, bi temamê mewcudatan re ye bê zeliqand û xeyrê ji temamê mewcudatan e bê dûrî û cûdayî. Ew e sazîgerê temamê kaînatê û bê hewcedarîyek ku ew bi xwe hereketekê bike û alavekê bike wesîla karê xwe. Ew e bînende yê mutleq ku bê hewce ye ji dîtgehekê ji mexluqatên xwe. Yegane ye ew Xwedayê ku ne hewcê hogir e heta ku ji cûdayîya wî bizdandinek lê peyda bibe.

Ji Xutbeya 49. Nehc-ul Belaxê: pesndanî taybetê Xweda ye ku ji esrara penhanîyan agah e û nîşane yên eşkere û zelal li ber hebûna wî dîlalet dikin… bilindîya merteba wî, wî ji mexluqatên wî dûr nekiriye û nêzîkîya wî bi xelqê, wî bi wan re negerandiye wekhev.

Ji Xutba 65: «لَمْ يَحْلُلْ فِي الاْشْيَاءِ فَيُقَالَ: هُوَ فيها كَائِنٌ، وَلَمْ يَنْأَ عَنْهَا فَيُقَالَ: هُوَ مِنْهَا بَائِنٌXwedayê Subhan di eşya de hilûl nekiriye ta bêgotin: Xwedê di zikê wî eşyayî de ye. Û ji wî eşyayî ne dûr e ku bêgotin: Xwedê ji wî cûda û dûr e.

Ji Xutba 152: pesndanî ji wî Xwedayî re be ku afirandina wî delîl e ji hebûna wî re û aferîdeyên nû bi nû şahidîya Ezelîyeta wî didin… yegane ye lê ne bi wateya hejmarê, aferînder e lê bê hereket kirin û westandin, sehker e lê bê hewcedarîya bi wesîla wê, bînende ye lê bê vekirin û girtina çav, şahid û hazir e lê bê zeliqandinek cismanî, ji eşya dûr e lê bê hebûna navberê, aşîkar e lêbelê nayê dîtin bi çavan…

XALIQÊ HEKÎM

Ji delîlên eqlanî yên ku însan dibin bal ezameta Perwerdekarê alemê û Xwedêbawerîyê ve, afirandina tekûza heyîyên curbecur e. heger însan hindikî di bûyerên dora xwe de bîr bibe, wê cîlweyên bêjimar yên qudret û hîkmeta Xaliqê cîhanê muşahede bike.

Îmam Elî (silav lê be) kerem kiriye: Xwedayê ku heyîyan ji tunebûnê tîne hebûnê… wusa ji qudreta melekûtîya xwe û tekûzîyên berhemên hîkmeta xwe… nîşanî me daye ku me bê îxtîyar dawetî marîfet û nasîna xwe dike. Esera sin`et û nîşaneyên hîkmeta wî di aferîdeyên zelalên wî de eşkere ne. her tiştê ku afirandiye, huccet û birhan in li ser hebûna wî. Bi zahir çiqas mexluqatên sakit bin jî lê delîlek bêje ne li ser tedbîra Zatê wî yê pak û bêjetîya wan li ser aferînder her berdewam e.

Bi afirandina aferîdeyan, şahidên rûşen ji boy nasandina ezemeta xwe li dara xist heta ku eqlê însanan di halê ku bala xwe bidin nazikîya sin`et û ezemeta qudreta wî, dibin teslîm jê re û îtîraf dikin. Him feryada delîlên Wehdanîyeta wî li ber guhan dikin şîrqînî…

PERGALA AFIRANDINÊ

Hevsazîya zelala ku di cihana afirandinê de bi ber çav dikeve, tev bi hev re, hîkaya hîkmet û ilm û qudreta bê dawî ya Xwedê dikin ku bi hejmartinek zirav heyîyan digel pergal û rêkûpêkîyê daye kêleka hev.

Emîrê peyvê (silav lê be) kerem kiriye: Xweda çi afirand, bi pîvangek zirav, tekûz kir û bi lutf û dilovanî wan da pergal kirin û bi delalî tedbir kir. Her heyîyî ji bo heman hêla ku aferîde bûbû, xiste hereketê, wilo ku ne ji hed û sînorê xwe derbaz bibe û ne jî di gihîştina merheleyên kemala xwe de kêmasîyê bike.

AFIRANDINA ÎNSAN

Însan bi tefekkura di afirandina xwe de cîhanek tekûz û ecêb dibine ku her perçê wê li ser Xaliq û Aferîderê hekîm û hêzmend dîlalet dikin. Emîrê Mominan (silav lê be) kerem dike:

Ey aferîdeyê bejn rast, ey heyîyê hatiye parastin di tarîtîya rehma dayikan de û hatiye danîn di pişt perdeyên yek li ser hev, destpêka afirandina te ji herî û çamûrê bû û piştre di cihgehê de hatî aram kirinê ta demek malum û mueyyen. Wê dema ku te di zikê dayika xwe de hereket dikir, te nukaribû ne bersiva gazîyekê bidî û ne jî te dengekî dibihîst. Piştre te ji qerergeha te qewirandin û anîn xanîyekî ku te wî nedîtibû û rîyên îstîfadekirina jê jî te nizanibû. Gelo kê di misandina şîr ji cicikên dayika te de rê nîşanî te da û hengama hewcedarîyê, cihgehên xwestinê bi te nasand.

Nehc-ul Belaxê di behsên têkilîdarên bi Xwedabwerîyê de hinek meselan dixe bin rênînek taybetî:

1- Di rênîna tewhîdîya Îmam (silav lê be) de alem, cilwe ya Xwedê ye û heyîyan nîşaneyên cilwegera ezemeta wî ne.

2- Xwedêbawerî rihê însan palpişt dike û wî li pêşber mêlkirinan digerîne tekoşînvan. Lewra şexsê Xwedêbawer, Xwedayê hekîmê qadir timî û nêzîktir ji reha gerdena xwe hes dike. Li anagora rênîna wî ew piştevanê bi hêz, amade ye û tû demê hunda nabe. Ji vê yekê jî di tengasî û firehîyan de netebatî û jihevketin wê di wî de rîya xwe nebînin.

Dema mişexta Ebu Zer Îmam (silav lê be) kerem kir: hûn ji bona Xwedê hatin gezebê. Naxwe, ji wî kesî hêvîdar be ku tu ji bo wî hêrs bûyî…

3-Îmam, (silav lê be) alemê hizura Xwedê dizane. Ev bawer dibe wesîla ku însan xwe di awa û kiryar û tevgera xwe ya ferdî û civakî de berpirsîyar bibîne.

4- Derbûna ruhîye ya azadane di însan de bereketek din e ji bereketên Xwedêbawerîyê ku Îmam (silav lê be) di Nehc-ul Belaxê de wê îşaret kiriye: nebe bendeyê kesî, birastî Xwedê te azad afirandiye.

5-Ewledarîya manewî, encama Xwedêbawerî, Xwedêperestî û emelkirina bi fermanên heq e ku Îmam Elî (silav lê be) di Nehc-ul Belaxê de wê nîşan daye. Armanc ji ewledarîya manewî ev e ku dilê însan bi wesîla Îman û bawerîyê û ligel emel, bigihîje sekanî û aramîyek darunî.

Ji gotina Mîrê peyvê (silav lê be) tê deranîn ku ewledarîya manewî, derana her têkilîya berfireha însan bi Xwedayê bilind re ye. Çi bi zimanê hal û çi bi zimanê qal û yan jî bi her duyan. Bihaya dua ku di çanda Enbîya (silav li wan be) de bi navê «مُخّ العباده»Mixê îbadetê jê hatiye behs kirin bi xatirê mefhuma têkilîdarîya wê ye.

“Xwedêyo! Tu bi dostên xwe re hogirtir î û berterefkarê hewcedarîyên tewekkulkeran î, ji esrarê veşarîyên wan agah î û bi tiştê dilê wan de hene aşina yî. Tu ji rênînên wan xeberdar î û razên wan li cem te eşkere ne û dilen wan ji hesreta dîdarîya te daxdar in. Heger tenhayî û xurbet wan bixe wehşetê yadê te hogirê tenêbûna wan e û wan aram dike. Heger bela û musibet bi ser serên wa de bibarin, xwe disipêrin te. Lewra dizanin ku hevsarê karan di destê te de ne û çavkanîya wan bi fermanê te ye.”

XWEDÊBAWERÎ DI SEHÎFEYA SECADÎYÊ DE

Piştî Qurana Mecîd, du kitêbên giran biha ku gencîneyên ulumê Alê Muhemmed (silav li ser Wî û Alê Wî be) tên jimarê, di bin destê misilmanan de ne. yek Nehc-ul Belaxe û yek jî Sehîfeya Secadîyê ye.

Guman nîne ku bê nasînê qurbeta Xweda ne mumkin e û nasîn çi qas berfirehtir û kûrtir bibe zemîneya têkilîya ligel wî jî qewîtir dibe. Xwe exlaqdar kirina bi exlaqê Îlahî, kesba Îmanê, derecên teqwayê, tewekkul û… hemî di beşa nasîna çiqas kamiltir a Xwedê de ne. ji vê yekê jî Îmamê Seccad (silav lê be) di duayên Sehîfê de bi bîra aqilmendî û manewîyetek kamil bi mesela Xwedênasî, Xwedêbawerî û Xwedêperestîyê mijul bûye û bi dîyarî kirina Tewhîd û mertebên wê û îşaret kirina bi sifetên Xaliqîyet, Qudret, Rehîmîyet, Mun`îm, Elîm, Heyy, Ezîz, Semîi, Besîr, Ezelî û Ebedî û Hîkmetê Xwedê, alîkarî bi palpiştî û kûrbûna nasînê kiriye.

Di Sehîfê de digel Sifatên Sibutî, Sifatên Selbî jî hatine berpêş kirin. Wekî: Nefya şirîk, nefya dîtinê, nefya cism, nefya mekan û hêlê.

Sehîfê, ewledarîyên kûr yên çarçûba nasîna Xweda û têkilîya rûbirûyî ya însan û Xwedê, di xwe de digire. Peyvên ku di qalibê dua de hatine dîyarî kirin û ligel bîrbirinek hindik di wan de tê karin ku zanistekî arîfane û aşiqane ya bi Xwedê were peyde kirin. Xwedayê ku di Sehîfeya Seccadîyê de tê berpêş kirin, Xwedayekî bitenê eqlî nîne. Belkî di her lehzeya jîyana însanê dîndar de hazir û nazir e.

Îmamê Seccad (silav lê be) bi mîhwer girtina Xwedê di duayên cur be cur de bi haletekî manewî bi me dide zanîn ku mîhwera jîyana însan di temamê karên wî de, divê ku Xwedê be. Yanî hazirbûna Xwedê di eslê jîyanê de ronî bide, him bi hinek eserên Xwedêbawerîyê di jîyana beşer de îşaret dike. Wekî: aramîya dil, tewekkul, hêvî û rica, ruhîyeya şikirkar, şikandin û xuşûa di muqabilê heq de û amadehîya ji bona sefera axîretê.

Ji fermanên Îmamê Seccad (silav lê be) tê deranîn ku nasîna kûnha Zatê Xwedê ne mumkin e lêbelê beşer ji nasîna lazima derbarê Xwedê de jî ne mehrum e û heta sînorekî dikare Xwedê nas bike. Ji bo vê nasînê rîyên cur be cur wekî eql û fitret û qelb hene.

ÇAVÎNAN JI SEHÎFÊ

Îmam (silav lê be) di duaya ewila Sehîfê de bi îşareta bi bal Zatê Xwedê ve û ku ew bi hewasên zahirî nayê dîtin û dîsa bi îşareta bi bal sifetên Xaliqîyeta Xwedê, me bi bal nasîn û zanista wî ve hîdayet dike.

اَلْحَمْدُ لِلّهِ الاَوَّلِ بِلا أَوَّل كانَ قَبْلَهُ، وَالاْخِرِ بِلا آخِر يَكُونُ بَعْدَهُ، الَّذي قَصُرَتْ عَنْ رُؤْيَتِهِ أَبْصارُ النّاظِرينَ، وَعَجَزَتْ عَنْ نَعْتِهِ أَوْهامُ الْواصِفينَ...

Pesn ji boy Xwedê ye. Ew yekem ê bê yekemek berîya wî û ew paşîyê bê paşîvanek piştî wî. Ew ê ku çavên binêran ji dîtina wî eybdar in û wehmên pesnkaran ji pesn kirina wî aciz in.

Aferîdeyan, bi qudreta xwe afirandiye û bi daxwaza xwe cil û bergê heyîyê li wan poşandiye. Wê deme wan li rîyek ku wî dixwest rêwî kir û bi caddeya muhebbeta xwe rewan kir… rizq û yomîya her yekî bi pîvang qerar da. Wusa ku tû kes nukare ji kesê ku Xweda bi `elba mezin dayê ye tiştekî kêm bike û li kesê ku hindik dayê ye jî tiştekî zede bike.

Piştre ji bo jiyana wî dawîyek qerar daye ku bi rojên temenê xwe bi bal wê ve gav davêje… Ta ku gavên dawî jî bavêje û temenê wî bigihîje dawîyê. Canê wî bisitîne û bi bal xelata pir yan cezaya dijwara xwe ve bimeşîne. “ta wan ên ku xirabî kirine bi sedemê kiryarên wan ceza bike û wan ên ku qencî kirine jî xelat bike” û ev jî nîşaneya dadmendîya wî ye. Navên wî pak û bê kêmasî ne û nî`metên wî jî ji her kesî re eşkere ne…

Pesn ji bo wî Xwedayî re ye ku heger di beraber wan hemî nî`metên yekserê de ku li bendeyên xwe bexşandiye, pesndana xwe bi wan hîn nekira wê ji nî`metên wî behremend bibûna lê ji wî re sipasî nekirina û bi yomîyên wî wê bextewar bibûna lê şikre wan wê neanîna cih…

Pesn ji wî Xwedayî re ye ku xwe bi me daye nasîn û zarava sipasîya ji xwe bi me da hîn kirin û derîyên zanîna bi perwerdekarîya xwe li rûyên me vekir û me di tewhîda xwe de bi bal îxlaskarîyê ve şopand û ji şek û nebawerîyê parast…

DUAYA ÎMAMÊ SECCAD DI ROJA `EREFÊ DE:

اللّهُمّ لَكَ الْحَمْدُ بَدِيعَ السّمَاوَاتِ وَ الْأَرْضِ، ذَا الْجَلالِ وَ الْإِكْرَامِ، رَبّ الْأَرْبَابِ، وَ إِلَهَ كُلّ مَأْلُوهٍ، وَخَالِقَ كُلّ مَخْلُوقٍ، وَ وَارِثَ كُلّ شَيْ‏ءٍ، لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَيْ‏ءٌ، وَلا يَعْزُبُ عَنْهُ عِلْمُ شَيْ‏ءٍ، وَ هُوَ بِكُلّ شَيْ‏ءٍ مُحِيطٌ، وَ هُوَ عَلَى كُلّ شَيْ‏ءٍ رَقِيبٌ...

Xwedêyo pesn ji te re ye ku te ezmanan û zemîn bê mîsal afirandiye. Ey xweyê mezinayîya tam û îhsana tam, dilovîntirînê dilovîntirînan, mabûdê her mabûdî, aferînderê her aferîdeyî, warisê her tiştî. Tû kes ne mislê te ye û ilmê tû heyîyî ji zanîna te ne dûr e. Wî dor li her tiştî girtiye û Ew çavdêr e li ser her tiştî. Tu ew Xweda yî ku ji te pêve mabûd nîne; ew yektayê bitenê yê bêhemta yê bê berdel…

Di domê de ewsafên Îlahî yeko yeko dijimêre:

Ew bexşendeyê dilovan… Ew mertebe bilindê ku bi qudreta xwe her tiştan îstîla kiriye… Zanyarê her… Ew sehkerê bînende… Ew ewilê ku berîya her tiştan hebû û Ew dawîyê ku wê piştî her tiştan jî hebe… Ew ê ku di tepika bilindîya mertebê de jî nêzîk e û digel wê nêzîkîyê jî mertebe bilind e… Te heyîya bê havên anîye hebûnê û suretan bê mîsal û nimûne neqiş kiriye… tu yî ku te bi hîkmeta xwe kemala layiqa her tiştî pê bexşandiye… Tu yî ku di afirandinê de tû şirîkî alîkarîya te ne kiriye û tû hevkarek nebûye destyarê te… Tu yî ku dema îrade bikî tu çi bixwazî ew dibe û dema ku hukum bikî, hukmê te eynê `edalet e û dema tu dadmendî bikî, dadmendî kirina te ber esasê însafê ye.

Tu yî ku tû mekan nukare te di xwe de bigire… tu yî ku te her tiştî yek bi yek jimartiye û ji bo her tiştî dawîyek danîye û bi pêdivêtîya hîkmetê pîvangê kifş kiriye.

Di çavîneyek din yê vê duayê de em wuha dixwenin:    

ْتَ الّذِي قَصُرَتِ الْأَوْهَامُ عَنْ ذَاتِيّتِكَ، وَ عَجَزَتِ الْأَفْهَامُ عَنْ كَيْفِيّتِكَ، وَ لَمْ تُدْرِكِ الْأَبْصَارُ مَوْضِعَ أَيْنِيّتِكَ. أنْتَ الّذِي لا تُحَدّ فَتَكُونَ مَحْدُوداً، وَ لَمْ تُمَثّلْ فَتَكُونَ مَوْجُوداً، وَ لَمْ تَلِدْ فَتَكُونَ مَوْلُوداً...

Ji derk kirina Zatê te, eql û fikran aciz in û ji çewabûna wesfên te wehm û zanînan qasir in. çavan û besîretan ji îdraka Înnîyeta te mehrum in. tu yî ku dawî ji te re nîne, bi sînor nînî û mîna suretekî mucessem nabî, bi îdrakê nayêyî der û te zarok ne zaye û nehatiyî zayandin jî. Tu yî ku pozberê te nîne heta ku bi te re pozberîyê bike…

Ligel beyana cenabê Îlahî قمشه‌اى di şerha vê çavîna duayê de em dibînin ku Îmamê Seccad (silav lê be) mesailên girîngên wekî: eyn, keyfîyet, mahîyet, hed, sirf-ul wicud, wicuda sirf, zatê besît, `illet û mebdea ula, hadis, muteexxir-ul wicud, mumkin-ul wicud û… ku ji mesailên girîngên felsefê ne, bi îbaretekî sade beyan kiriye.

Di tewzîha vê çavînekê de anîye: … Xwedê di her mekanîde heye û di tû mekanî de nîne, bi wateya ku ji hêla dorpeçîna wicudî di her mekanî de heye û ji hêla têdebûnê ve wê di tû mekanî de nîn be…

Tu ew zatê yektayê bê hed û nîhayetî ku tu di tû heddî de nayêyî mehdud kirin û di bîrê de nayeyî temsîl kirin heta ku bibî mewcud û mîna mexluqan tiştekî ji mahîyeta mumkînê ku bi wicuda mewcud e bî. Belkî heqîqeta zatê yektayîya te temamê wicudê û wicuda temama bê hed û nîhayet û bilindtira ji bê nîhayetîyê ye ku her û her xweyê mahîyeta mehdud nînî. Belkî tu her, xweyê sirf-ul wicud û wicuda sirfa bê mahîyet û bê hed û nîhayet î. Zatê te yê besît ji tû tiştekî ne zaye heta tu bibî mewlud û hadis û hewcedarê `illetekî. Ji ber ku Xwedê `illetê ula û mebdea ewila afirandinê ye, naxwe heger mewludê tiştekî be me`lulê wî ye jî û di wicud û hadisa zatî û di muteexxir-ul wicud û di mumkin-ul wicud de jî hewcedarê `illet e.

DERANA MIJARÊ:

Mesail û mebahisa hîmî ya dînî ji sê mijaran pêk tê: baweran, tevger û kiryaran û exlaq. Me bahisa baweran jî bi sê beşan par vekir: Xwedabawerî, nasîna rêberê Îlahî ku pêvekê navbeyna xelq û xaliq e û axîretbawerî. Him behsa Xwedabawerîyê ji rênîna Quran, Nehc-ul Belaxê û Sehîfeya Seccadîyê hate berpêş kirin. Bi liberçav girtina cura birhanan û îstîdlal û beyana sê çavkanîyên dînî yên jor, derbarê têkilîya Xwedanasî ligel Xwedabawerîyê dikare ev deran were derxistin ku: Marîfetullah, yek behsek temamen eqlanî û fitrî û manewî ye. Lewra next û peyvên bûne palpişt ji meqalê re heman vê nîşan didin:

1-Xwedabawerî bi tefekkura di cilweyên afirandinê de.   Kitêba Kaînatê bixwune ku aferîdeya Perwerdekarê te ye. Eleq/1. Û Tefekkura di nîşaneyên Afaqî û Enfûsî de û xalis kirina bawerê ligel qaidên Eqlanî û ku bi manewîyetê hatine hevîr kirin heta berteref kirina her cura şek û şuphê û gihîştina însan bi ilme yeqîn di vê barê de: فَاعلَم - bizani be û rîya hînbûn û zanînê bidest bixe ku ji bilî Ellah îlahek nîne –Muhemmd/19. Quran ferman dike: «وَفِي الْأَرْضِ آيَاتٌ لِّلْمُوقِنِينَ * وَفِي أَنفُسِكُمْ أَفَلَا تُبْصِرُونَ Û di zemînê de nîşaneyan û ayetan hene ji bo ehle yeqînê. Û him jî di derûnê wicuda we de. Hûn çima wan ayetan nabînin? Zarîyat/20-21. Û Tefekkura di vê de ku însan bê xaliq nehatiye heyîyê û ew bi xwe jî xaliqê xwe nîne. Naxwe îlahek heye ku aferînderê wî ye – tur/35. Wehdanîyeta Xwedê jî bi birhanên eqlî hatiye berpêş kirin, mîna: «لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ إِلَّا اللَّهُ لَفَسَدَتَاheger di zemîn û ezman de ji bilî Xwedê îlahek hebûya bêguman wê zemîn û ezman wêran bibûna – Enbîya/22. Û «هوالله الواحد القهّار Ew Ellahê Wahid û Qehhar e. Zumer/4.

2-Îmam Elî (silav lê be) jî di Nehc-ul Belaxê de bi birhananîna eqlî û mentiqî û bi îşaret kirina bi sifetên Xaliqîyet, Ilm, Qudret, Hîkmet, Nezm û hevsazîya di alema xilqetê û afirandina heyîyan û însan de û… balê dikişine ser Xwedênasî û Xwedêbawerîyê ve: tû nûhatîyek bi pêşîya hebûna wî neketiye û tunebûn neketiye pêşîya hebûna wî. Xutbe/1. Pêdivêtîya beyana Îmam (silav lê be) ev e ku Xwedê bi wesfê mexluq nayê wesif kirin. Lewra: «لیس کمثله شیء». Ji esrara veşarîyan agah e û nîşaneyên rûşen dîlaletî ser hebûna wî dikin… bilindîya merteba wî, wî ji mexluqên wî dûr nekiriye û nêzîkîya wî ya bi xelqê, wî bi wan re nekiriye wekî hev. Xutba/49. Bi afirandina xwe rêberîya hebûna xwe dike… yek e lê ne bi wateya hejmarê, aferînder e lê bê tevgerî û westandin, sehker e lê bê hewcedarîya bi wesîla wê, bînende ye lê bê vekirin û girtina çav, şahid û hazir e lê ne bi zeliqandina cismanî, ji tiştan dûr e lê bê hebûna navberê, eşkere ye lê bi çavan nayê dîtin. Xutba/152. Ew qas ecêbên asarên hîkmeta xwe… nîşanî me daye ku me bê îxtîyar dawetî zanist û nasîna xwe dike… her tiştên ku afirandiye hüccet û delilên ser hebûna wî ne. Xutba/91.

3-Sehîfê ewledarîyên kûr yên çarçûba nasîna Xweda û têkilîya rûbirûyî ya însan û Xwedê di xwe de digire. Peyvên ku di qalibê dua de hatine dîyarî kirin û ligel bîrbirinek hindik di wan de tê karîn ku zanistekî arîfane û aşiqane ya bi Xwedê were peyde kirin. Xwedayê ku di Sehîfeya Seccadîyê de tê berpêş kirin, Xwedayekî bitenê eqlî nîne. Belkî di her lehzeya jîyana însanê dîndar de hazir û nazir e. Ji Sehîfê tê deranîn ku nasîna kûnha Zatê Xwedê ne mumkin e lêbelê beşer ji nasîna lazima derbarê Xwedê de jî ne mehrum in û heta sînorekî dikarin Xwedê nas bikin. Ji bo vê nasînê rîyên cur be cur wekî eql û fitret û qelb hene. Tû kes ne mislê te ye û ilmê tû heyîyî ji zanîna te ne dûr e. Wî dor li her tiştî girtiye û Ew çavdêr e li ser her tiştî. Tu ew Xweda yî ku ji te pêve mabûd nîne; ew yektayê bitenê yê bêhemta yê bê berdel… Tu yî ku dawî ji te re nîne, bi sînor nînî û mîna suretekî mucessem nabî, bi îdrakê nayêyî der û Te zaroka ne zaye û nehatiyî zayandin jî. Tu yî ku pozberê te nîne heta ku bi te re pozberî bike… Tu yî ku tû mekan nukare te di xwe de bigire… tu yî ku te her tiştî yek bi yek jimartiye û ji bo her tiştî dawîyek danîye û bi pêdivêtîya hîkmetê, pîvangê kifş kiriye. Sehîfeya Seccadîyê dua: 47.

 

 

 

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na