HIKMET

  • Kodê Nûçe : 733942
  • Çavkanî : ABNA
Brief

"Kesê ewî bixwaze jê re hikmet bê dayîn û ewê hikmet jê re bê dayîn vêca bi yeqîn qencîyek zehfî dest ve ketîye û birastî xêncî aqilmendan şîret

HIKMET

"Kesê ewî bixwaze jê re hikmet bê dayîn û ewê hikmet jê re bê dayîn vêca bi yeqîn qencîyek zehfî dest ve ketîye û birastî xêncî aqilmendan şîret

Loqman (a.s):Di şîretên xwe de dibêje:Ey kurê min! Hikmetê bielime (hîn bibe) û mezin bibe. Vêca birastî hikmet, bi alîyê dîn ve rênimunîyê dike, kola bi ser azadmêranmirovê feqîr pêş dewlemendan dixe û piçûkan dixe pêşîya mezinan.

Pêxember (s.a.a): Axiftinek bi hikmet ku mirovê bawerdar guhdarî bike (jê re) çêtir e ji 'ibaldetê salekî.

Pêxember (s.a.a): Mirovê hikmetheyî nêzîk bû bibe Pêxember.

Îmam Elî (a.s): Hikmet baxçê aqilmendan û seyrangeha (mesîra gerê) hişyaran e.

Îmam Elî (a.s): Hikmet darek e ku li ser dil şîn dibe û fêkîyên wê li ser ziman in.

Îmam Elî (a.s): Kesê bi hikmetê hatîyê naskirin, bi çavê weqar û heybetê lê tê nihêrîn.

Hikmet Wundabûya Bawerdar e

Îmam Elî (a.s): Hikmet wundabûyîyê balwerdar e. Vêca pey bikevin her çend li bal "muşrikan" be jî. Lewra hûn musteheqtirînê wê ne û (hûn in) xweyê wê.

Îmam Elî (a.s): Hikmet wundabûyîyê bawerdar e. Vêca tu hikmetê bîne dest xwe, herçend ji bal munafiqan be jî.

Karên Ne Layîqê Kesên Hekîm

Îmam Elî (a.s): Ne hekim e, ewê nîyaza xwe bibe bal mirovê ne kerîm (ne camêr).

Îmam Elî (a.s): Ne hekîm e kesê derbanz neke digel wî kesê xêncî borandina digel tû çare nîn e.

Tefsîra Hikmetê

Îmam Elî (a.s): Ji hikmetê ye ku tu digel yê ser xwe ra berberekanîyê nekî û yê bin xwe ra kêm û zelîl nezanî, dest navêjî karê ser karîna xwe ra, zimanê te digel dilê te ne muxalif be, gotina te ji kiryara te nasazkar nebe, tu ji wî tiştê nizanî neaxivî, dema karekî berê xwe da te tu desta ji nekişînî û dema pişta xwe da te, tu nekevî pey wê.
Îmam Sadiq (a.s): Birastî hikmet, naskirin û zanebûna di dîn da ye. Vêca kesî ji we zana bû ew hekîm e.

Îmam Kazim (a.s):Ji Loqman re gotin:Di heqê hikmeta xwe da bi kurtî ji me ra bêje kanê çî ye? Got: Ewa ez bizanibim ez napirsim û tiştê ji min ra ne lazim e, ez di heq
ê wê da xwe naxim zehmetê.

Serê Hikmetê

Pêxember (s.a.a): Birastî baştirîn axiftin behsa Xudê ye û serê hikmetê guhdana wî ye.

Pêxember (s.a.a):Birastî hevalîkirin (borandin) serê hikmetê ye.

Ewa Hikmetê Dide

Îmam Elî (a.s): Ser vîyanên xwe bikeve, da hikmeta te temam bibe.

Îmam Elî (a.s): Hikmet bê xwe vedanê (ji goneh) nayê dest.

Îmam Sadiq (a.s): Kesê di dinyayê da rêka "zuhdê" ve biçe, Xweda wê hikmetê di dilê wî da qayîm bikê û ewê li ser zimanê wî bide gotin.

Pêşîgira ji Hikmetê

Pêxember (s.a.a): Dema zik vala be, dil hikmetê radigire.

ÎmamElî (a.s):Şehwet û hikmet li hev nacivin.

Îmam Sadiq (a.s): Xezeb dilê kesê hekîm xirab dike û kesê xezeba wî ne di destê wî de be, aqlê wî jî ne di destê wî de ye.

Îmam Kazim (a.s):Birastî çandinahî li cihê nerm şîn dibe û ne li ser seleberan. Vêca her wusa hikmet jî di dilê (nerm û) şikestî da cih digire û di dilê mirovê kubar (xwedî kîbir) û zalim da xwe nagirê. Lewra birastî Xweda "tewazû’"kiriye wesîla ragirtina aqil.
;
Îmam Hadî (a.s):Hikmet li ser exlaq û siruştên xirab û fesad nasekine û feyde nadê.

Eserên Hikmetê

Îmam Elî (a.s): Kesê hikmet di dilê wî da cîh bigire, wê digel tiştên bi ‘ibret nas bibe.

Îmam Sadiq (a.s): Lênêrîna zehfî li tiştên bi hikmet, aqil berfireh dike.

Hay Jêmana ji Hikmetê

Îmam Elî (a.s): Dema mirovên hekîm hikmetê deynin bal wan kesên ne ehlê wê, ewan hikmet ji nav birîye.

Îmam Kazim (a.s):Hikmetê nesipêrin ji nezan û cahilan, da vêca we ne heqî li wê kiribe û hikmetê ji ehlê wê paş ve nedin, da vêca we ne heqî li wan kiribe.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na