MIAD

VEGERA EBEDÎYA ÎNSANAN

  • Kodê Nûçe : 733944
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Bawerîya bi vê rastîyê kû benî adem bi mirinê fanî nabin.

MIAD

(VEGERA EBEDÎYA ÎNSANAN)

Bawerîya bi vê rastîyê kû benî adem bi mirinê fanî nabin.

Belkî bi bal koşkek din ve tên guheztin û li wê derê digihîjin sezayên kirdarên xwe yên qenc yan xirab. Bawerîyek e kû temamê dînên ezmanî wê daxwunyandine.

Dikarin bêjin kû daweta dîn û mezheban ji bo bawerîya bi mebdeê (destpêkê) û bi bawerîya bi miadê re heval e.

Pêxeberên xweda bi israrek tam, vê nûktê bibîr xistine kû alema awerte ya xilqetê, beyhûde nîne û piştî neqlbûna ji vê cîhanê, deftera temamê karên kû li vê dinyayê hatine kirin, lêkolîn dibe û bi qencan xelat didin û bi xiraban jî ceza wê were dayîn. Qurana kerîm kerem dike: “gelo we guman kir kû me we beyhûde afirandîye û hûn bi bal me ve nayên zivirandin?”

Semandina miadê, bitenê bi rîya teebbûdî û teslîmbûna ji daweta ezmanîya dînan pêk nayê. Belkî ji hêla hiş û eql ve jî kû li anagora pejirandina hîkmet û edaleta Xweda ye, tiştekî rûşen û eşkere ye. Ji xwe di kitêbên îtîqadî de dirêj dirêj hatîye daxwunyandin. Ji hêlek din jî, bîranîna vê nûkte dicîh de ye kû mesela miadê, piştî qebulkirina kû xweda, hekîm, zana, adil, û qadir e tê vekolandin.

BERZEX YAN ALEMA PIŞTÎ MIRINÊ

Alema berzexê: Quran kerem dike: “û di pey wan de berzexek he ye heta roja kû ji nû ve bên rakirin.” Berzex, alema piştî mirinê û alema gorê ye. Li wê derê ji her kesî, pirsîyarek kin, derbareyê kirdarên wî yên dinyayê û bawerîyên wî tê kirin.

Piştî pirs û pirsîyarîyê, li anagora kirdarên wî yên qenc yan xirab yên dinyayê, tevgereke demîn pê re tê kirin. Pêxemberê îslamê (salata xweda li wî û malbata wî be) derheqê vê de kerem kirîye: “gor, yan bostanek e ji bostanên bihûştê û yan jî çalek e ji çalên dojê.” Lêbelê zindîyan, bi vê yekê nahesin.

Mina kesekî kû razayê û xewnek şîrîn dibîne û di kemala xweşîyê de ye, yan jî xewnên nexweşên bi tirs dibîne û di bin givaştin, derd û nexweşîyek sermedî de ye. lêbelê kesên li der û dora wî, bi tû awayî, bi keder yan jî xweşîya wî nahesin.

Ev mînak, bi temamî rûşen dike kû bê gelo zindîyan çewa cesedê hişk û bêhereketê mirîyan dibînin lêbelê bi xweşî yan nexweşî yan jî ezabên wan nahesin.
QIYAMET Û ALEMA AXRETÊ

Qiyamet: piştî jiberhevketina erd û ezman û vajîbûna felekên ezmanî, tevên însanan, ji gorên xwe dertên û sax dibin. Temamên mirovan radibin pîya û tên hizurê. Di deştekî sererast û pan de, dadgeha îlahî, lidar tê xistin.

Pîvangên edaleta wê dadgehê kû Pêxemberan, Îmaman û qenc karan in, hazir dibin. Defterên kû berê amade bûne, bi mirovan tên dayîn. Nameya emelan, wê bigihîje destê mirovan. Şahidan, wê li wê derê şahidîyên xwe bikin.

Serencam, kesên kû di dinyayê de karên qenc pêk anî bûn rizgar û kesên kû di dinyayê de xwe bi xirabîyan lêwitandi bûn jî wê giriftar bibin… tiştê kû pêwîstîyê were kirin rûşen e. pêwîstî kû xwe amade bikin û bi qeder taqetê, karên qenc pêk bînin da kû giriftarê zîyangerî û şeqawetê nebin.

Ew şeqaweta sermedî kû rîya rizgarî û necata jê tûnîne û ceza û ezabekî ebedî ye…

(فمن يعمل مثقال درة خيرا يره و من يعمل مثقال درة شرا يره ) yanî; her kesê kû wekî mîsqalê zer jî karê xêr pêk bîne wê xelata xwe bigire û her kesê kû wekî mîsqalê zer jî karê neqenc pêk bîne wê cezayê wî bikşîne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na