DÎN Û BIZORÎ

  • Kodê Nûçe : 733949
  • Çavkanî : ABNA
Brief

PIRS: Mefhumê ayeta kerîm a لا اكراه فى الدّين قد تَبَيّن الرّشدُ مِن الغىِّ..."Di dîn de tu bizorîtî tunîn e û rîya qenc ji rîya neqenc bitemamî veqetîya ye û eşkere bûye.
Li anagora tefsîrên cûr be cûr dîyarî bikin.

DÎN Û BIZORÎ

PIRS: Mefhumê ayeta kerîm a لا اكراه فى الدّين قد تَبَيّن الرّشدُ مِن الغىِّ..."Di dîn de tu bizorîtî tunîn e û rîya qenc ji rîya neqenc bitemamî veqetîya ye û eşkere bûye.
Li anagora tefsîrên cûr be cûr dîyarî bikin.

BERSIVA BIKÛRTÎ: Li anagora tefsîrên muxtelif, di maneya ayeta kerîme de bigîştî pênc qewl hatine dîyar kirin. Ji wan, qewlê sehîh ev e ku ayet, peyxamek gelemperî û cîhanşimûl û însanî di xwe de digre û ew jî ev e ku dîn, buyerek bawerî û qelbî ye û zorî û îcbar tê de muhal e û evd bidilê xwe û di destê xwe de ye.

Ev qewl jî delîlekî ronî ye li pêşberê ehlê cebrê ku gotine: “mirov di pejirandina îslam yan kufrê de û yan di taet û masîyetê de û di kirdarên din de mecbur e”. Him di pêveka ayetê de û bi pêvekirina ayeta piştî wê, redda serîlêberdana ku gotine: “ piştî afirandina însan tevê karan bi îrade û xwesteka însan hatine spartın. Xweda xwe daye kuncikekî û li hêvîya hatina roja qiyametê ye”jî eşkere bûye. Lewra pêveka ayetê û ya piştî wê îlangerê bi welayet û sinneta îlahî ye ku hîç tiştek ji bin milk û qeweta îlahî ne der e.

Bi peyvek din, çewa ku tu îcbar û bizorî di îman anîna mirovan de nîne, lêbelê ew nikarin ji bin milk û qeweta îlahî jî derkevin. Yanî kesên ku ji kufr û taxut berên xwe dagerînin û bi xweda îman bînin, li anagora qanuna sedemî û encamî, dest avêtinê destegîrekî pir bi hêz ku ji bona hîdayeta di pey re û azadîya ji tarîtîyan bi alîyê ronayîyê ve gav avetin e. lê li dijî vê jî, kesên ku digel hevqas delîlên rûşen û aşîkar dîsa jî kufrî kirine.

Li anagora vê sinneta îlahî wê ji ronayîyê bi bal tarîtîyan ve werin ajotin. Naxwe însan bi hebûna vê hêza niqandinê, di encam girtin û netîca hilbijartina xwe de tu qudreta wî tunîne. Belkî ew peyrewanê sinneta îlahî ye. Di netîcê de, em dikarin ku ji koma her du ayetan esleki eşkere bikin ku; "لاجبر و لاتفويض بل امربين الامرين".

Ne cebr û ne jî berdîberdan, belkî karek di nav her duyan de. Jixwe ev li ser zimanên îmamanên eleyhimu – selamhîdayetê jî carî bûye.

BERSIVA BIFIREHî:

Tercumeya kamila ayetê: di dîn de tu bizorîtî tunîne û rîya qenc ji rîya neqenc bitemamî veqetîya ye û eşkere bûye.

Naxwe her kesê ku înkara taxutan bike û bi xweda îman bîne, bêguman wî dest avêtîye destegîrekî pir bi hêz. Destegîrekî ku qet û qet ji hev nave û naqet e. Û xweda dibihîze û zana ye. Berîya dîyarkirina mefhuma ayetê, çend nukte bi navê destpêkê wê werin zikir kirin:

1- Maneyên ferhengî:

"اكراهBi vê wateyê ye ku kesekî bi zorî mecburê kirina kerekî bikin.

"رشدHîdayet, xelasî, gihîştin û Kemal.

Li dijî peyva xeyyê ye ku ev bi wateya çûna bi rîya helaketê ve ye. Ellameyê tebatebayî gotîye: “ruşd” bi wateya gihîştina bi rastîya xwestekê û heqîqeta kar û rîya weset û navîyê ye. Li dijî xeyyê ye ku tersê wê ye. Naxwe “ruşd” û “xeyy” ji hîdayet û delaletê berfirehtir in.

2- Gotinên tefsîrvanan:

Bi şiklek gîştî di wate û mefhuma "لا اكراه فى الدين"Di dîn de tu bizorîtî tunîne.

De pênc qewl ji teref mufesîran ve hatine gotin ku bi rêz ev in:

a) Murad jê ev e ku dema kesek piştî cengê misilman bû, nevêjin ku bi zorî îslamê pejirandîye.

b) Ayet di derbareyê ehlê kîtab de ye ku piştî pejirandina dana cîzyê, wan mecburî qebul kirina dîn nekin.

c) Murad ji ayetê tevê kafiran in. lêbelê piştî ayetên qîtalê û cîhadê nesx bûye.

d) Armanca ayetê xirubek malum ji ensaran bûn.

Lewra şanê nizula ayetê jî di derbareyê wan de zikir kirine ku di vê buyerê de gelek destan hatine gotin.

Ev ji koma wane ku; zilamek ji misilmanên ensaran kolekî wî yê çerm reş hebû. Ji bona qebul kirina îslamê lê zorî dikir. Û ev ayet nazil bû.

e) Destek ji mufesîran jî wiha bawer dikin ku ayet di derbareyê tu kesî û tu xirubî de nazil nebûye.

Belkî peyxamek cîhanşimul û însanî di xwe de digire. Dibêjin: dîn buyerek bawerî û qelbî ye û bizorîtî û îcbar tê de nayê bibîr birin.

Him evd bi dilê xwe û di destê xwe de ye. Ev gotin, bi dîyarîyên cur be cur ji teref mufesîran ve bi taybet jî, ji teref mufesîranên muasir û hevdem ve hatîye ziman.

Ji nava koma van gotinan, tê dîtin ku gotina dawî nêztirê rastîyê ye. Naxwe em dikarin ji vê ayetê derxin û eşkere bikin ku puxte û xulasamentiqê quranê ev e ku dîn karekî bi zorî û bi bêdilî nîne. Lewra rastî ruşen e û rîya hîdayet û gîştinê ruşen e û rîya neqenc û delaletê jî ruşen e.

Mirov di pejirandina îman û kufrê de azad û bi dilê xwe ye.

Kî bixwaze wê vê rîyê bi niqîne û kî jî bixwaze wê, wê rîyê bi niqîne.

Dibe ku em bikaribin ji sîyaqa ayeta kerîme û li anagora pêş û paşîya wê vî eslî jê îstîxrac bikin ku her çiqas rîsî û bikar birina wê kelamî be jî lê di ulumên din de wek îlmê sîyaset û îqtîsad û … jî jê tê îstîfade kirinê.

Û ev ew esl e ku li ser zimanê îmamanên eleyhimu – selamhîdayetê jî carî bûye ku “لا جَبْر ولا تفويض بل امر بين الامرين (Ne cebr û ne jî berdîberdan, belkî karek di nav her duyan de.)Lewra di ayeta berê de neqşek ruşen ji tewhîdê dide ber çav ku mirov bi fitretkî salim û baleka hindik û bîrbirinê, bi rihetî dikare ku wê heqîqetê bi dest bixîne.

Lêbelê ji ber ku kesên xweyên bîrên xirab dibe ku ji ayetê neqşekî ne rast ji tewhîdê bidin nîşandan, a ji vê yekê ev ayet û ayeta pişt eslekî gelemperî dide dest û rê li ber wan digire.

Bi gotinek din ev ayet delîlek ruşen e di red kirina gotina ehlê cebrê de ku gotine: “mirov di pejirandina îslam yan kufrê de û yan di taet û masîyetê de û di kirdarên din de mecbur e”. digel ku ev ne wisa ye.

Û xwedayê teala bi tu kesî re bi zorîtî û îcbar nekirîye.

Û ji alîyê din de jî redda serîlêberdanan ku gotine: “ piştî afirandina însan, tevê karan bi îrade û xwesteka însan hatine spartin.

Xweda xwe daye kuncikekî û li hêvîya hatina roja qiyametê ye” dike.

Lewra ebu mislim û qeffal ku ji mezhebê mutezîlê ne di derbareyê wateya ayetê de gotine: xwedayê tebarek, karê îmanê ne bi cebrê û ne jî bi zorîtîyê ava kirîye, belkî li ber bi dilî û îxtîyarê ava kirîye.

Lewra xweda delîlên tewhîdê bi heddê kafî dîyarî kirîye da ku ji xweyên her uzrî re bibin delîl û huccetên vebirî.

Naxwe kafir di mana kufra xwe de wê tu delîlî nebîne. Û heger di kufra xwe de bimîne ji rîya îcbar û zorî pê ve ji bona îman anînê tu rîyên din namînin.

Lêbelê ev ayet "لا اكراه فى الدين"Di dîn de tu bizorîtî tunîne.


Ferman dike ku; di îman anîna wan de tu îcbar û zorîtîyê mekin. Lewra dinya cîhê îmtîhanê ye. Û îcbar û zorîtî mixalifê îmtîhan kirin û mubtela kirinê ne.” Belê Ayet delîlekî ruşen e li dijî van.

Lewra ayeta kerîme piştî ku tefekura cebrîyê li derewê derdixîne bê navbirr di doma xwe de ferman dike: Naxwe her kesê ku înkara taxutan bike û bi xweda îman bîne, bêguman wî dest avêtîye destegîrekî pir bi hêz.

Destegîrekî ku qet û qet ji hev nabe û naqet e.

Û xweda dibihîze û zana ye.Û bi rênîna ayeta piştî wê ku îlangerê bi welayet û sinneta îlahî ye jî em dikarin eşkere bikin ku hîç tiştek ji bin milk û qeweta îlahî ne der e. bi dîyarîyek din; nebûna îcbar û zorîtîyê di îman anîna wan de nayê vê manê ku dikarin ji bin milk û qeweta îlahî derkevin.

Yanî kesên ku ji kufr û taxut berên xwe dagerînin û bi xweda îman bînin, li anagora qanuna sedemî û encamî, dest avêtinê destegîrekî pir bi hêz ku ji bona hîdayeta di pey re û azadîya ji tarîtîyan bi alîyê ronayîyê ve gav avetine.

lê li dijî vê jî, kesên ku digel hevqas delîlên rûşen û aşîkar dîsa jî kufrî kirine. Li anagora vê sinneta îlahî wê ji ronayîyê bi bal tarîtîyan ve werin ajotin. Naxwe însan bi hebûna vê hêza niqandinê, di encam girtin û netîca hilbijartina xwe de tu qudreta wî tunîne. Belkî ew peyrewanê sinneta îlahî ye.

Deran: ji tiştên ku hate gotin ev esl bi dest hate xistin: "لا جبر"، (Ne zorîtî) Ku serê ayeta kerîme (لا اكراه فى الدين) (di dîn de zorîtî tunîne) Îlangerê vê yekê ye û(لا تفويض)، (ne berdîberdan) ku pêveka ayeta kerîme ya (فمن يكفر...) ( û kesê ku înkara taxut bike) îlangerê vê yekê ye. Û wêev, karê me pir rihet bike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
اخبار عزای حسینی در جهان
پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1440 / 2019