ARMANCA XILQETÊ

  • Kodê Nûçe : 733988
  • Çavkanî : ABNA
Brief

PIRS: Armanc ji afirandinê çi ye? Delîlên eqlîyên wê, beyan bikin. Heger armanc tekamûl e, çima Xweda însan kamil neafirand?


ARMANCA XILQETÊ

PIRS: Armanc ji afirandinê çi ye? Delîlên eqlîyên wê, beyan bikin. Heger armanc tekamûl e, çima Xweda însan kamil neafirand?

BERSIVA BIKURTÎ:

Xweda heyîyek bê dawî ye û tevên gehiştî û kemalan tê de ne. Ew aferîndêrê (çêkirox) feyzê ye û xweyê feyzê ye.

Kemala feyzîyeta wî daxwaze ku her tiştê ku layiqê afirandinê be biafirîne. Naxwe xweda, afirand lewra feyyaz (pirqencî) e.

yanî armanc û çimabûna afirandina wî di feyyazîbûna wî de ye.Ji ber ku sifatên zatî yên xwedayê teala ji zatê wî ne der in, em dikarin bibêjin ku armanca afirandinê, zatê xweda ye.

Xweda însan bi heyînek wisa afirandî ye ku bi du mêlên derunî ku qencî û neqencî û bi du dawetvanên dervayî yên ku dawetî qencîyê dikin (Pêxemberan) û yên dawetî neqencîyê dikin (şeytanan), şîyana gihîştina bi dereceyên kemalê yên herî bilind û ketina xwar ya herî berjêr di xwe de digire.

Heger însan digel hebûna mêlên heywanî û weswesên şeytanî, bibe rêwîyê rîya heqq, wê ji milyaketan jî qenctir bibe. Lewra bi wan re ev mêlênheywanî û weswesyên şeytanî tunîne.

 Lêbelê heger rîya batil biniqîne wê ji heywanan jî berjêrtir bibe. Lewra ev şîyanên manewî yên ku di însande hene,di wan de nînin û ew ji van bêpar in.

Heger xweda hê di serê afirandinê de însan ji temamê kemalatên ku mumkin in di însan de hebin, payîdar bikira wê ev ji bona beşer, Kemalek ku wî bi dest xistîye nehata hesabê.

 Him xweda berîya însan hinek mewcudên ku hê di serî de xweyê temamê kemalatên wî ne, jixwe afirandibû. Naxwe armanca afirandina însan, wê demê tê cih ku ew şîyana gihîştina kemalê di xwe de bigire û bi kirdarên xwe yên hilbijarî bigihîje vê dereceyê.

Kafiran û kirdar neqencên ku ji gihîştina bi vê derecê li paş mane, her çiqas armanca hîmî ya afirandina însan – ku xwesteka teşrî`îya xweda ye – bi dest ne xistine, lêbelê bi armanca tekwînî ya afirandina însan re mixalefet ne kirine.

Lewra xweda di xwest ku (bi xwestina tekwînî) ew jî bikaribin rîya heqq yan ya batil biniqînin. Heger xweda niqandina rîya batil ji bona însan mimkin ne kiribûya, wê îman û îtaeta wî bi îrade û bijartina wî ne bûya.

BERSIVA BIFIREHÎ:

Ji bona ronîbûna bersivê, hewce ye ku bi çend tiştan were baldan:

A) armanca xweda ji afirandinê:

1- xwedayê teala ji ber ku wacib ul- wicud e û hebuna wî bi tu tiştekî ve ne girêdayîye, tu sînor û mehdudîyet ji bona wî nîne û xweyê temamê kemalata ye
.
2- mesele; feyz û comerdî ji kemalatên wî ne. xwedayê teala di quranê de ferman dike: û dana rebbê te nehatîye men kirinê. Xwedayê teala ji bona dayîna xwe tu mehdudîyet jê re tunîne.Naxwe dema ku neda, ji ber mehdudîyeta kesê ku dayînê dixwaze ye.

Ne ji ber mehdudîyeta xweyê dayînê ye. Her tiştê ku şayanê dayînê be, pê tê dayîn.

3- temamê xêr û kemalê ji wicudê (hebûn) der dibin û temamê şerr û kêmasîyê jî ji e`demê (nebûn) der bibin.

 Wek îlm (zanîn) ku xêr û Kemal e û cahilî (nezanî) ku şerr û kêmasî ye. Eynî wisa qudret jî di pêşberê e`cz û şeqîzîyê de Kemal û xêr e. naxwe aşîkar bû ku hebûn, xêr e û di pêşberê wê de jî şerr û kêmasî ye ku nebûn e.

4- bi baldayîna destpêka sêyem, em dikarin bi dest bixînin ku feyyazbûn û comerdî ya xwedayê teala bi afirandin û çêkirinê pêk tê. Naxwe bipêdivî û lazimîya feyyazbûnê, afirandin e.

Bi peyvek din, heger tiştek şayanê afirandinê be û xwedayê teala wî neafirîne, ev neafirandin li anagora xêrbûna hebûnê, menkirina ji xêrê ye. Him bexîlî û pintîtî tê jimarê. Û bexîlî ji bona xwedayê teala muhal e.

 em ji van destpêkan derdixînin ku heger were pirsîn gelo çi tişt bû sedem ku xwedayê teala biafirîne? Emê bersiv bidin ku feyyazbûna wî bû sedemê afirandina wî.

5- sifatên (rengdêr) xwedayê teala ji zatê wî ne der in. sifatên însan û cismên din ji zatê wan der û zêdeyî zat in. mesela sêv, zatê wê heye û sorîtî û şîrînî jî sifatê wê ne.

ev sorîtî û şîrînî ji zatê sêvê der in. lewra sêv dikare di cihê wan de tirş û kesk be lê zatê wê di cih de bimîne.


Behsa yekbûna zat û sifatên xwedayê teala yek behsek kelamîyê ku hun dikarin di îlmê kelam de û di behsa tewhîda sifatî de li ser bisekinin û mutale bikin.

Tiştê ku li vê derê ji me re girînge ev e ku feyyazbûn –ku îlletê xaîye yê afirandinê ye – eynê zatê xwedayê teala ye û ji zatê wî ne der e yan jî ne zêde ye. Naxwe heger were pirsîn gelo çima xwedayê teala, afirand?

 Emê bibêjin : ji ber ku xweda ye. Naxwe îlletê xaîye di heqîqetê de xwedayê teala bi xwe ye. Ev ew peyva fîlozofên me ye ku dibêjin: îlletê xaîye û îlletê fêlîye (sedemê kiryaran) di kirdarên xwedayê teala de yek in.

Dive ku em bikaribin vê wateyê ji hinek ayetên quranê û him ji اليه يرجع الامر كله “Temamê karan dadigerin bi alîyê wî ve” jî bi dest bixînin.

B) Armanca xwedayê teala ji afirandina însan:


Tiştên ku hatin gotin, armanca kiryarker in di hîmî ya afirandinê de.

Lê armanca kiryarker di afirandina yek heyîyê taybetî de wek însan, hewceyê yek nukteke taybetî ye.

Ev nukte ya ku di derbareyê însan de pêkhatîyê ev e: “kemala taybetî ya ku xwedayê teala dixwest bi xilqeta însan re, wê jî biafirîne”

Rave: pêdivêtîyê kemala feyyazbûna xwedayê teala ev e ku temamê kemala mimkin, biafirîne.

 Wî berî afirandina însan heyîyekî din bi navê milyaketan afirandibû ku hê ji serê afirandina xwe ve xweyên temamê kemalatên mimkinê xwe bûn.

Yanî xweyên temamê kemalatên xwe bûn bi kirdarî.

Naxwe tu demî nikarin kemaleke nû bi dest bixînin û mertebe ya hebûna wan, êdî nikarê ber bi kemalê ve here.

 Xwedayê teala ji zimanê milyaketan ferman kirîye: “tu ferîşte û milyaketek ji me tunîne ku meqam û mertebeyek wî ya bêlû û aşîkar tunebe.

 Em in ku me seff girê daye û em in ku em bi xwe tesbîh dikin”.

Hezretî Elî eleyhi – sselamgotîye: di pey re esmanên jor ji hev fireh kir û wan bi ferîşteyên rengo rengo tijî kir.

 Hinek ji ferîşteyan timî di secdê de ne û rikua` wan nîne û hinekên din di rikuê de ne û li pîya nasekinin û hinekên ji wan di seffan de sekinîne û ji hev nakevin û hinekên ji wan timî zikir dikin û westandin ji wan re nîne.

Ew ji xweda re perêstin dikin û ev kemaleke ku xweda bi wan daye. Îmkana nafermanî û mixalefetê ji wan re nîne.

 Xwedayê teala ferman kirîye:

لايسبقونه بالقول و هم بامره يعملون

Milyaket di peyvê de bi pêşîya wî nakevin û kiryar û livdarîya wan bi fermanê wî ye .

Dîsa ferman kirîye: li ser wî agirî hinek ferîşteyên wisa hatine berpirsîyarkirin ku şedîd û hişk in û ji bin fermanê xweda dernakevin û ji tiştên ku pê hatine fermankirinê jî der nakevin.

Xwedayê teala bi delîlê feyyazbûna xwe, îrade kir ku digel kemala ferîşteyan, kemaleke çêtir biafirîne ku ew jî kemala hêza hilbijartina însan e.

yanî heyîyekî biafirîne ku temamê van kemalatan bi hêza hilbijartin û niqandina xwe bi dest bixîne.

 Ji ber vê yekê însan afirand.Însanekî ku ji serî ve, ne xweyê kemalatên şayanên pê ye.

Lêbelê xweyê hêzek wisa ye ku dikare bigihîje wan kemalatan teva. Ruşene ku kemalateke ku însan bi hêza hilbijartin û niqandina xwe ya azad pêk anîye ji kemala xwedadad ya milyaketan çêtir e.

 Emîrê mominan Elîeleyhi – sselamgotîye: xwedayê ezze we celle ferîşteyan ji eql afirandî û şehwetê di wan de bi cih nekirîye. Heywanan jî ji şehwetê afirandîye û eql di wan de bi cih nekirîye.

Lê benî adem ji eql û şehwetê afirandîye. Naxwe her kesê ku eqlê wî li şehweta wî serketin nîşan bide wê ji milyaketan çêtir bibe û her kesê ku şehweta wî li eqlê wî serketin nîşan bide, wê ji heywanan jî jêrtir bibe.

 Mewlewî jî (mewlana) eynî vê nuktê bi beytikî anîye ziman:

در حديث آمد كه خلاق مجيد
خلق عالم را سه گونه آفريد
يك گروه را جمله عقل و علم و جود
آن فرشته است و نداند جز سجود
نيست اندر عنصرش حرص و هوى
نور مطلق زنده از عشق خدا
يك گروه ديگر از دانش تهى
همچو حيوان از علف در فربهى
او نبيند جز كه اصطبل و علف
از شقاوت غافل است و از شرف
و آن سوم هست آدميزاد و بشر
از فرشته نيمى و نيمش ز خر
نيم خر خود مايل سفلى بود
نيم ديگر مايل علوى شود
تا كدامين غالب آيد در نبرد
زين دوگانه تا كدامين برد نبرد


Di hedîsê de hatîye ku xellaqê mecîd
Afirandina alemê bi sê celeban afirand
Destek ji eql û îlm hatîye wicud
Ew ferîşteyan in û nizanin ji xeynî sicud
Tune di hevîra wî de netêrî û hewa
Nura mutleqa zindî ye ji eşqa xweda
Yek destek jî, ji zanîn bêparî
Wek heywanên ji alif diqarî
Ewnabîne ji xeynîmexel û alef
Nizane dijrabûn çî ye û ne jî şeref
Û yê sêyem ev ademîzad û beşer
Ku nîvî ji ferîşte û nîvê din ji ker
Nîvê ji kerî mêla pespayetîyê dike
Nîvê dinê jî mêla hilbijorbûnê bike
Ka wê kîjan bi ser keve di vê cengê
Ji van her duyanka kîjan wê bive cengê

Naxwe armanca kiryarker û îlletê xaîyê di afirandina însan de jî feyyazbûna xwedayê teala ye.

Pêdivîtîya feyyazbûna xwedayê teala ev e ku vê desta ji kemala mimkin jî biafirîne. Kemaleke ku herî çêtir e di kemala îmkanê de.

C) çima xwedayê teala însan, kamil neafirand:

Bi baldana bi babetên ku hatin zikirkirin, em dikarin fêm bikin ku armanca afirandina beşer wê demê pêk tê ku însan şîyana gihîştina kemalê di xwe de bigire û bi kiryarên hijbijartîyên xwe karibe wan bi dest bixîne.

 Lêbelê heger ew Kemal hê di serê destpêkê de pê re hebûna, qetîyyen wê kemala hilbijartî nehataya hesabê û armanca hîmî ya ji afirandina jî wê pêk nehataya.

Hewce ye bal were dayîn ku bilindbûna yek pêlpêlukek ji sêlima tekamulê jî, ji însan re, bidestxistina kemala hilbijarî tê hesabê û li wê gorê jî, armanca hîmî ya afirandinê pêk hatîye.

D) insane kafir û gunehkar:

Heger mirovek, heta yek pêlikekî jî di sêlima tekamulê de bi jor ve neçe û seran serê jîyana wî di kufr û guneh û dijrabûnê de derbaz bibe jî, dîsa jî ew, gavekî ji armanca afirandinê derneketîye.

 Lewra wî jî şîyanên xwe bikar birîye.Însan şîyana hêlabûna dereca herî neqenc jî di xwe de digire.Xwedayê teala wî bi rengekî wisa afirandîye ku karibe rîya Kemalê yan jî rîya neqencîyê biniqîne.

Naxwe heta insanê gunehkar û kafir jî li dijî îrade ya tekwînî ya xwedayê teala hereket nakin.Erê, xwedayê teala hilbijorbûna însan bi payeyê kemalê ve xweşik dibîne û hêlabûna wî ya bi binê rêhundayîyê ve jî ne xweşik dibîne.

 Bi peyvek din; xwedayê muteal di afirandina însan de xwestekek wî ya tekwînî heye û yeka teşrîî heye: xwesteka tekwînî ya wî ev e ku her însan şîyanên xwe bikar bibe, çi qenc û çi jî xerab.

Xwesteka teşrîî ya wî jî ev e ku însan bitenê di rîya kemalê de şîyanên xwe bikar bibe.

Li anagora vê dîyarîyê dibe ku were gotin; insanê momin him armanca teşrîî pêk anîye û him jî di bin sîwana armanca tekwînî de ye.

Lêbelê insanê kafir û gunehkar digel ku armanca teşrîî pêk nînin jî, lê di bin sîwana armanca tekwînî de ne.

Bi bîr xistin: bi baldana girîngî ya mewzuyê û hebûna delîlên neqlî yên pir, taqet û mecala lêkolîn û peyçûna pirtir ji bona domandina behsê heye.



Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
اخبار عزای حسینی در جهان
پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1440 / 2019