MEFHUMÊ ÎMANÊ

îman çi ye?

  • Kodê Nûçe : 733992
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Îman dil dadena herî bilinda însan e bi karên manewî yên ku ji bona însan muqeddes in. însan ji bona wan, amadeye ku eşq û wêr ya xwe nîşan bide. Di quranê de du perên îmanê hene: îlm û e`mel (kirdar) in. îlm bitenê dive ku bi kufrê re jî were cem hev û e`mel jî bitenê, dive ku hevaltîya nîfaqê bike.

PEYVÊN KILÎDÎ: ÎNSAN, ÎMAN, ÎLM, E`MEL, EQL
MEFHUMÊ ÎMANÊ
XULASA PIRSÊ:
PIRS: îman çi ye?

BERSIVA BIKURTÎ:

Îman dil dadena herî bilinda însan e bi karên manewî yên ku ji bona însan muqeddes in. însan ji bona wan, amadeye ku eşq û wêr ya xwe nîşan bide. Di quranê de du perên îmanê hene: îlm û e`mel (kirdar) in. îlm bitenê dive ku bi kufrê re jî were cem hev û e`mel jî bitenê, dive ku hevaltîya nîfaqê bike.

Di navbeyna mutekellimanên îslamî (ehlê kelamê) de, di derbareyê heqîqeta îmanê de sê teorî pêk hatine:

1- li anagora raya “eşe`rîyan” îman; yanî tesdîk kirina wicuda xweda û pêxemberên wî û emr (ferman) û (qedexe) nehyên wî.

2- li anagora raya “mu`tezîlîyan” îman; yanî e`melkirina bi stûrbarî (teklîf) û wezîfên ku xweda ji bona me beyan kirîye.

3- li anagora raya filozofên ehlê kelamê, îman; yanî zanîn û îlm û marîfeta bi rastî yên alemê û tekmîl kirina nefsê bi vê rîyê.

Lêbelê li anagora raya arifan îman; yanî dagerandina rû bi xweda û piştdana her tiştê ji xeynî wî ye.

Îmananîn di şiklê nû de li nav rojavayîyan û bi gelemperî jî di nav fileyan de, li anagora du qaliba pêk hatîye:

1- nêrîna li îmanê ya îfratî û tuj yan ya eqlsetîz û li dijî eql ku di perwerdeyên dînî û îmana bi xweda û metafizîkê de tu rê yî ji eql re tê de nabîne.

2- nêrîna li îmanê ya navîn yan jî ya ku ji eql direve û ne eqlî ye ku ji bona destekkirina bingehên dînî û îmanî tu parê nadin eql û delîlanînê û pê qayîl nabin.
Him ew îmanê pêşketîyê eql dizanin.

Di navbera bîrewerên îslamî de jî, raya arifan wek îxbarîyan heta sînorekî ji bîrên xweyê nêrînên li îmanê yên îfratî ne dûr e.

him dikarin ku xezalî û mewlewî (mewlana) jî heta sînorekî di nava kesên xweyên nêrîna li îmanê ya navîn de bên jimartin.

Tê dîtin ku delîlanînên hişk û bê rih û tevlî hev û giriftar yên felsefî, zemînê ji bona nêrîna li îmanê ya nû re berfireh kirîye.

BERSIVA BIFIREHÎ:

Ji bona her zindîyî dildayên pir hene.Însan jî ji xeynî dildadeyên maddî bi hinek ji manewîyetê jî wek marîfet û delalî û … dildade ye.Îman jî celebek ji rewşa dildadeyîyek kevn e ku temamê dawên din di bin tîrêja wê de cih girtine.

Zemîna vegira îmanê ji bona her însanî aqarek muqeddes e.

yanî dildade ya kevna însan di dawîyê de dadigere dive karek qudsî.

Û ji xwe wê demê ye ku unsur û hêmana cesaretê û mêranîyê û eşqê jê zêde dibe. Pêvegiradayî yê îmanê tîmî tiştekî malum e. lewra ji ber vê yekê kesê momin, hewceye ku wî nasbike.

Ji bona bêje ya “îman” ê li anagora rêçikên cur be cur nasandinên muxtelîf hatine kirin.

Ellameyê tebatebayî bi unvanê yek fîlozofê şîî û yek mufesîrê quran, îmanê bi vî awayî mane dike:

“îman bitenê û sirf “îlm” û “marîfet” nîne. Lewra hinek ayet, behsa murtedbûna hinekan dikin ku digel zanînê ji rê derketine û murted bûne.

Naxwe momin, digel îlm hewce ye ku pêdivî ya îlmê xwe jî pêk bîne, him li anagora pêdivî ya îlm, hewce ye ku bawera qelbî jî pê re hebe.

Welê ku asar û bandorên îlm, herçend kêm bin jî, di wî de derkevin der.

Naxwe kesê ku zanîna wî hebe bi vî ku xwedayê teala îlah e û jê pêve jî tu îlah tunînin û li anagora daxwaza zanîna xwe jî e`mel dike; yanî di pêkanîna kirdarên evdîtî ya xwe de û îbadeta ji xweda re xebat dike, ev kes momin e”.


Ji ber ku di qurana mecîd de, fermanên xweda yên li însan li dora îmanê digerin û di sedan ayetan de bi peyvên cur be cur û bi tekîd, ji muxataban hatîye xwestin ku bi îman anînê ji bona xelasî ya xwe bi xwebitin, a ji ber vê yekê wate ya îmanê li cem zanyarên îslamî girîngîyek taybetî bi dest xistîye.

Di navbeyna mutekellîmanên îslamî de di derbareyê îmanê de sê teorî yên esasî hatine wicudê:

1- li anagora raya “eşe`rîyan” îman; yanî tesdîk kirina wicuda xweda û pêxemberên wî û emr (ferman) û (qedexe) nehyên wî yên ku bi wasita pêxemberan hatine beyan kirinê û îqrarkirina bi ziman, bi tevê tiştên ku qelb wan tesdîq kirîye.

Yanî şehadet dana bi temamê haqqanîyyetên rastên ku aşîkar in û pejirandina wê rastîyê.

Ev rewş ji terefekî ve wek teslîmbûn û sertewandinek rewanî ye (عقد القلب)û ji terefê din vê jî mîna têkilîyek bi erk e bi mewzu ya tesdîq û şehadetê re.

2- - li anagora raya “mu`tezîlîyan” îman; yanî e`melkirina bi stûrbarî (teklîf) û wezîfên ku xweda ji bona me beyan kirîye.

Tesdîqa bi hebûna wicuda xweda û pêxemberan bi xwe jî yek e`mel û wezîfe ye.

Wezîfa din jî bi cih anîna waciban û terk kirina heraman e. kesê ku bi temamî wezîfa xwe bîne cih, “momin” tê jimartin. Li anagira raya wan, îman bi e`mel teheqquq dibe ne bi teorîyê.

3- ev teorî ku pirtir ji teref filozofên ehlê kelamêeşkere bûye ku dibêjin:heqîqeta îmanê, zanîn û îlm û marîfeta felsefî ya bi rastî yên alema heyî ve ye.

Bi peyvek din; seyra nefsa însan di pêk anîna gihanekên kemala nezerî de, heqîqeta îmanê pêk tîne.

Naxwe pêk anîna waciban û terka heraman – ku seyra nefsê di gihanekên kemala e`melî de ye – bandorên der yên vê îlm û marîfetê ne. naxwe bawerên mominekî yên ku pê bawer e, bi rastî ya heyîyê çiqas lihêtî bibe, wê îmana wî jî kamiltir bibe.

Çewa ku sedr ul-muteellihîn di despêka seyra sêyem de ji her çar seyran, dema ku dixwaze bikeve behsa îlahîyata بالمعنىالاخص de di nivîse:

ثم اعلم ان هذه القسم من الحكمة التى حاولنا الشروع فيها هوافضل اجزائها و هو الايمان الحقيقى بالله و آياته و اليوم الآخر، المشار اليه فى قوله تعالى: «و المؤمنون كل امن بالله و الملائكته و كتبه و رسله»، و قوله: «و من يكفر بالله و ملائكته و رسله و اليوم الاخر فقد ضل ضلالاً بعيداً». وهو مشتمل على علمين شريفين: احدهما العلم بالمبدأ و ثانيها العلم بالمعاد، و يندرج فى العلم بالمبدأ معرفة اله و صفاته و افعاله و آثاره، و فى العلم بالمعاد معرفة النفس و القيام و علم النبوات

Li anagora vê nezerîyê (teorî) tesdîqa xweda û pêxemberan bi wate ya yek tesdîqek mentiqî hatîye berpêş kirin ku bi yek rastîyek derve re jî têkilî ya wê heye û hinek ji marîfeta bi alema heyî ve ye û mefhuma e`mel kirinê li anagora wezîfe û teklîfa jî ji mefhumê îmanê der e.

lêbelê li anagora raya arifan, îman ne îlm e û ne e`mel e û ne jî şehadet dayîn e. belkî cewherê îmanê ji ev e: rûdayîn û vegera bi xweda yê teala û piştdan û bervegerandina ji xeyrên wî.

الايمان هو الذى يجمعك الى اله و يجمعك بالله، و الحق واحد والمؤمن متوحد و من وافق الاشياء فرقّة الاهواء و من تفرق عن الله بهواه واتبع شهوته و مايهواه فاته الحق




Îman ev e ku; te dagerîne bi alîyê xweda yê ezze we celle ve û te bi xweda re bicivîne û kom bike.

Yanî; îman anîna bi xweda, rû dagerandina bi alîyê heqq teala ve ye.

Ev rû dagerandin jî bê berdagerandina ji xeyrên wî pêk nayê.

Naxwe her tiştê ji xeyrî heqq teala yê ku te serê xwe pê re meşxul kiribe, bi wî mîqdarî te ji heqq teala berdagerandîye û di îmanê de kêmasî kirîye. Lewra heger îman anîn, rûdayîn be, berdagerandin jî dijê wî ye û الضدان لايجتمعان

Mutekellîmînên fille jî, di îmanê de pirtir rêçika îrfanî ji xwe re pejirandine.


Eyan barbur dinivîsîne: “tîlîx” gotîye ku dîn her timî bi meselên ku e`leqa wan bi “dildana dawî” re heye têkilîyê dike. Û ev jî sê heb taybetî yên wê hene. Yekem: hebûna dildanek dawî; yanî qewldana bê ucret, beya`t û xwe teslîm kirin.

Ev mewzu mewzu ya jîn û mirinê ye.

Digel ku wate ya jîyanê di meydanê de ye jî û însan jîyana xwe di gerewa vê de datêne ku yan wê vî qewlê xwe bîne cih û yan jî wê canê xwe di rîya vî karî de bide.

Duyem: dildana dawî, girîngîyek pir bilind tîne wicudê ku temamê biha yên din li anagora vê tên tenzîm kirinê.

Sêyem: ev e ku dildana dawî, di dilê xwe de rênînek şamil û cam`i û peyda kirina jînê, saz kirîye.

Lewra têkilî ya wê bi temamê dîmen û terefên jîyanê û bi temamê heyî ya însan ve heye”.

Di cihek din de ji peyva “rîçard sinn” dinivîse:

“ji bona fêm kirina armanca kîtaba muqeddes yan jî îlahîyatên ehlê kîtab, di derbareyê îmanê de, hewce ye ku ev nukte were kolan ku armanca ji vê, ji hîn kirina yek fêmek yan yek bîrek bî zaravek ku ji marîfet û burhanê kêmtir be, nîne.

Buyer buyera bawer kirinê ye ne ya îsbat kirinê ye”.

Ev nezer, digel ku qesd kirîye îmanê ji îlm û marîfet û burhanê berfirehtir bike, dixwaze vê nuktê jî ruşen bike ku îman, tiştekî ne li dijê eql e û e`melekî kor û kor nayê jimartinê.


Di gelek ayet û peyvên “e`hda cedîd” de em îmanê, noqte ya li pêşberê tirs û kerbê dibînin. Îman pêk hatîye ji: rê peyda kirin yan birêxistina îradê û pirtir jî bawera dawî ya di yek kesekî de ye da ku bi rastî û durustî ya buyerekê qan`i bibe. Îtîmad yan jî emîntî, bertekeke ku ji “qebula emîntî ” ya xweda û bexşeşa wî û lutfa wî tê girtinê.

Him e`mel însan yanî emîntî lê anîn e jî. Lewra bi îtîmada li xweda yê teala ye ku însan dest ji hêz û qeweta xwe dişû.

Rûdayîna bi xweda ve, daxwazê rûdagerandina ji her tiştî ye ku cihê hêvî û îtîmadê ye.Îman daxwazê “îman anîn, tewekkul, bey`at û îtae`tê ye”.

Rênîna îmanî ya (fideism):

Rênîna îmanê di farisî de di muqabilê peyva “fideism” de bi kar dibin.

Ev peyv di wate ya kelamî ya xwe de li hemberê “rênîna eqlî” de cih girtîye.

Di rênîna kesên ehlê rênîna îmanê de heqaîqên dînî, li ser îmanê hatine ava kirin û bi rîya xebitandina mejî û delîl anînê, kes nikare heqaîqa bi dest bixîne.

Raborî ya tarîxî ya vê dozê dirêj e û digîje dewrana pulsê qeddîs.

Lêbelê eşkerebûna cîddî û cih girtina vê buyerê di dilan de, ji qirnê nozdehem heta vê gavê ye ku bi taybetî jî li xerbê û di filletîyê de bi ber çav dikeve.


Rênîna îmanê, bi du destan ku îfratî û î`tîdalî ne tê teqsîm kirin:

1- rênîna îmanê ya îfratî yan jî eqlsetîzî “li dijbûna eql”:

“Şustof” ku yek ji meylevanên îmanê yê îfratîyê ye gotîye: “ redkirina temamê pîvangên eqlî beşek ji îmana rastî ye”.

Ew bawer dike ku heger însan bi ferza mîsalê, bikari be li anagora perwerdên dînî û bê tu delîlên eqlî, bawer bike ku (2x2=5) e, ev îman û bawerî ji îmana rast e”.

Li anagora rênîna “key yerkgur” û meylavanên îmanê yên îfratî, naveroka heqaîqên dînî, bi tevê destên îsbata eqlî ve li hev nakin û heqaîqên dînî bitenê li anagora esasên îmanê tên qebul kirin û tên îtîmad kirinê. Usulên dînî ne ku bitenê ji eql firehtir in belkî “li dijê eql” in jî.

2- meyla îmanê ya î`tîdalî, yan eql rev, yan xeyrê eqlî: ev meyla îmanê ya bi vî awayî di deruna sinneta fille yên “ugosînî” de hate wicudê. Di vê rênînê de digel tekîda pêş xistina îmanê li ber eql, eql û delîl anîn jî ji bona lêkolîna heqaîqên dînî û him ji bona beyan kirin û fêma van heqaîqan, dikarin ku heta heddekî werin bikar birinê û bikêr werin.

Rênîna îmanê, di bîra îslamê de:

Digel ku zemîne û zeruretên meyla îmana îfratî di bîra îslamî de – çewa ku li xerb û di mesîhîyetê de hate wicudê – nehatine wicudê jî, lêbelê hinek nimune yên ji berhemên ruşenbîrên îslamî, ji meyla îmana xerbî jî ne dur in.

Ji bona nimunê, meyla îmana quşeyrîyan û exbarîyan û hişkbîran, weka ku meyla îmana delîl anînê û burhanê û pîvanga eqlî, didin kenarekî.

Him peyvên hinek ji urefayên îslamî yên mîna “muhyîddînê erebî” di futuhatê mekkîyê de,di wan de hinek nîşane yên meyla îmana îfratî hene. Li anagora bawera wî, kesê ku li gora bingeha bîrbîrinê îman anîbe, di rastî de wî îman neanîye. Lewra îmana rast ev e ku bingeha wê wehî be. Lêbelê ev îman balpişta wê eql e.

Em dikarin “Îmam muhemmedê xezalî” di nava kesên ku meyla îmana î`tîdalî qebul kirine de bijimêrin.Ew bi vê bawere ku peyva mamoste “ustad” nikare îmanê biafirîne. Li anagora bawera wî îman ne tiştekî ku bi fikir kirinê û bi bîrbirinê were bikeve çeng.

Belkî îman, celebek ji nura ronîger e ku xweda bi dana xwe û belaş û ji lutfa xwe, dixe bin destê evdên xwe de.

Mewlewî (mewlana) jî meyla eqlî ya bitenê û pişta xwe dana bi burhan ve wek rê dîtina bi pîyê çop dizane û eql, ji eşq û îmanê jêrtir dibîne. Li anagora bergeha wî, îmana ku ji mefahîm û buhanan bidest hatîye xistin, timî di tirsa jihevketinê de ye.

DERAN:

Tê dîtin ku yek ji îlletê meyla îmanê, çi di mesîhîyetê de û çi jî di îslamê de, tujî ya meylevanên eql e û giriftar kirina gevherê îmanê di navbeyna meselên fesefî û îstîdlalên tevlîhev û xar de bûye.

Bi vî awayî di mesîhîyetê de ji ber nikarina felsefe ya wan ku dozên metafîzîkî îsbat bikin, ev rêçik şedîdtir bûye. Bi rastî gelek ji ruşenbîrên mesîhî,xwestine ku bi vê behsa îmanê, gewherê dîn û îmanê ji bin bandora behsên sar û bê rih yên eqlanî û kelamî azad bikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

اخبار عزای حسینی در جهان
پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1440 / 2019