DELÎLÊN HEQQANÎYETA ÎSLAMÊ

  • Kodê Nûçe : 733995
  • Çavkanî : ABNA
Brief

PIRS: gelo ji xeynî îslamê bi rîya dînên din jî dive însan karibe bigihîje kemalê? Gihîştina bi tewhîdê çewa ye?

BI NAVÊ XWEDA

DELÎLÊN HEQQANÎYETA ÎSLAMÊ

XULASA PIRSÊ:

PIRS: gelo ji xeynî îslamê bi rîya dînên din jî dive însan karibe bigihîje kemalê? Gihîştina bi tewhîdê çewa ye?

BERSIVA BIKURTÎ:

Digel ku piçek ji rastîyê, di dînên ku îroroj di cîhanê de hene de tê dîtinê jî, lêbelê şiklê kamilê tewhîdê ku ew tewhîda heqîqî ye, di rû yê îslamê bitenê de dive ku were dîtin.

Delîla herî hîmî di îsbat kirina vê dozê de, ev e ku di dînên din de senedekî muteber tunîne û hebûna xerabûn û kêmasî ya eqlî di nivîsarên dînî wan de ye.

Li dijî vê jî, xerab nebûna quranê û hebûna sened û tarîxek muteber û gelemperî ya dînê îslamê û hevsazî ya perwerdên wê bi eqlê selîm re ne.

BERSIVA BIFIREHÎ:

Ji bona ruşenayî ya bersivê, lazime ku hinek mijarên mîna: ne hevsazî ya delîlên dînên din yên ku îroroj di cîhanê de hene û delîlên heqqanîyet û çêtirî yên dînê îslamê… bibin armanca lêkolîna me:

e) ne hevsazî ya delîlên dînên din yên ku îroroj di cîhanê de hene (ji xeyrî îslamê)

Berîya ne hevsazî ya delîlên dînên din yên ku îroroj di cîhanê de hene, em du nukteyan bi bîr dixînin:

Nukte ya ewil: armanca me ne ev e ku temamê tiştên di dînên îroroj de hene batil in û tu peyvek rast û heqqîyê di wan de nayê dîtinê ye.

Belkî armanca me ev e ku di dînên îroroj de hinek mijar hene ku nayên pejirandinê û ev dînên mewcud nikarin bibin beyangerên rûyê heqîqetê bi şiklekî kamil.

Nukte ya duyem: ev e ku em di vê lêkolîna xwe ya kin de emê hinek koşeyên ji nehevsazîyên du dînên ku di cîhana îroroj de girîngin; yanî bi mesîhîyet û yahudîyet, îşaret bikin.

Him îtîbar û biha ya dînên din ku ji van her duyan jêrtir in jî, eşkere dibe.

Delîlên ku îsbat dike ku îroroj mesîhîyet nikare bibe rû yê kamilê heqîqetê, ev in ku:

1- încîl, ne mutewatir e û senedekî wê yê qett`î tunîne.

Hezretî Îsa eleyhî selamjibenî îsraîl bû û zimanê wî jî e`berî bû û li beyt ul-muqeddesê de dawa pêxemberîyê kir.

Gelên wê derê jî e`berî bûn.Û pê îman neanîn. Ji hijmarek hindik pê ve ku em ji halê wan ne hayîdar in. lêbelê çend kesên ku zimanê yunanî dizani bûn li bajarên asîya ya piçuk belav bûn û gel, dawetî bi bal dînê hezretî mesîh eleyhî selam ve kirin û hinek kitêban bi zimanê yunanî nivîsandin.

Di wan de hinek mijaran bi cih kirin û bi gelê yunan û rum gotin: Îsa eleyhî selamwisa vegot û wiha kir.

Kesên ku hezretî Îsa eleyhî selamdîtibûn û bûbûn şahidê kirdar û gotinên wî û zimanê wî dizani bûn li filistînê bûn û hezretî Îsa eleyhî selamjî bi pêxemberî qebul nekirin û wan hîkayetên ku bi zimanê yunanî hatibûn nivîsandin jî sexte hesab kirin û kesên ku van kitêb û hîkayetan jî qebul kirin gelên der û dor bûn ku ne bajarê beyt ul-muqeddesê dîtibûn û ne hezretî mesîh eleyhî selammuşahede kiribûn û ne jî zimanê wî dizani bûn. Heger destanên ku di încîlê de hatine nivîsandin, derew jî bûna ne nivîsokan mani`ekî didîtin di dijê nivîsandina xwe de û ne jî guhdaran rîyekê ji bona li derew derxistinê, karibûn peyda bikin.


Mesela, di încîlê de nivîsandine ku dema hezretî Îsa eleyhî selamhate dinyayê, çend kesên mecusî ji şerq hatin û pirsîn ku ew patîşahê yehudîyan yê ku nu hatîye dinyayê li kuderê ye? Me sitêrka wî li meşriqê dît. Wan jî wî nîşanî wan nedan.

Dîtin ku ew sitêrk li esman dest bi livdarîyê kir heta ku hat ser serê xanîyê ku hezretî Îsa eleyhî selamtê de hatibû dinyayê û sekinî. Fêm kirin ku di wî xanîyî de ye.

Yek hikayeke ku bi vî awayî ku qet`iyyen sexte ye di încîlê de nivîsandine û ji ruswatîyê jî ne tirsîyane.

Ji ber ku di zimanê ebrî de ji bona ehlê beyt ul-muqeddesê tu tiştekî nenivîsandine, belkî ji bona xerîban nivîsandine û di xerîbîyê de gotinên pir dikarin werin gotin, em bawer dikin ku hîç sitêrkvan bi derketina sitêrkeke li ser serê her kesê ku nû çêdibe û pê re hereket dike ne bawer e.

ne mecusî ji vê bawer dike û ne jî xeyrên mecusîyan.

Dîsa em dibêjin ku pêşîyên mesîhîyan di wefat kirina hezretî Îsa eleyhî selamde îxtîlaf kirine.

Di hinek ji încîlan de hatibû qeyd kirin ku ew hezret eleyhî selamqet`iyyen nehate kuştin. Digel ku heger kesek di bajarekî de were kuştin, wê ev kar ji pirên gel re veşarî nemîne.

Bi taybet jî li dar xistin. Lêbelê ji ber ku nivîsokên încîlê ji bona xerîban û bi zimanê xerîban nivîsandine û ev xerîban ne di beyt ul-muqeddesê de bûn,ev nivîsokên încîlê bi azadîyek kamil li anagora xwe çi meslehet dîtibin nivîsandine û ne tirsîyane.

Sêsed sal piştî hezretî mesîh eleyhî selamcivatek kom kirin û ulemayên filleyan mişêwre kirin ku gelo çewa dikarin ku vê îxtîlafê ji holê rakin?

Serokê wan vegot ku ji navbeyna încîlan, çar heban bi niqînin û rastî ya mijarên wan mor bikin û yên ku man jî ku bê hed û hîsab bûn jî batil îlan bikin.

Bi vî awayî kuştina wî hezretî eleyhî selamdi încîlên ku nehatin pejirandin de ma û bû xeyrê resmî.

2- delîlê duyem yê nebesî ya dînî mesîhîyet, hebûna gelek tiştên ku li dijî hev in û tehrîfa kîtêba încîla îroroj e. ji bona bi dest xistina zanîna pirtir bila bi kitêba “rîya seadetê” nivîseka ellameyê şi`ranî û “îzhar ul-heqq” nivîseka fazilê hindî û “quran û kitêbên esmanî yên din” ya şehîd haşimî nijad were serîlêdan.

3- delîla sêyem, ne hevsazî ya hinek bawerên mesîhîyet bi palpiştên mentiq û eql re ne. mîsalen, ev e ku bawer dikin ku xweda yê lawik, wek şiklê însanekî li hev hat û gunahên beşer dide ser pişta xwe û bi ragirtina tadeya çarmixê, dibe kefareta gunehan ku di încîla yuhenna de em wiha dixwînin: ji ber ku xweda ji cîhanê pir hez dikir, lawikê xwe yê bitenê hêla kire wê da ku kesê bi wî îman bîne helak nebe û jîyanek her timî bi dest bixîne.

Xweda kurê xwe ne şihande cîhanê ku dadresî bike belkî ji ber ku bi wesîla wî cîhan azad bibe.

Di derbareyê dînê yahudîyan de jî ev pirsgirêk li wicudê ye. Lewra, yekem: di tewratê de sê nusxe hene:

1- nusxe ya îbranî ku li cem yahudîyan û ulemayên protestanan xweyê îtîbarê ye.

2- nusxe ya samirî ku li cem samirîyan (komek din in ji benî îsraîl) xweyê îtîbarê ye.

3- nusxe ya yunanî ku ulemayên mesîhî yên ne protestan wê muteber û giramî hesab dikin.

Nusxe ya samirîyan, bitenê şamilê pênc kitêban e ku kitêba musa eleyhî selamû kitêba yuşe` û eleyhî selamû dadresan e û kitêbên e`hdê e`tîqên din giramî hesab nake.

Muddeta dema navbira di navbeyna afirandina hezretê adem eleyhî selamû tofana Nuh,eleyhî selamdi nusxa ewwil de 1656 sal û di ya duyem de 1307 sal û di ya sêyem de 1362 sal e.

naxwe her sê nusxe jî nikarin rast bin.

Belkî hewceye ku yek ji wan giramî û rast be û ev jî ne malum e ku kîjan ji wan e.

Duyem: di tewratê de hinek mijar hene ku eqlê însan nikare wan bipejirîne.

Mesela, di tewratê de xweda bi suretê însanekî hatîye nasandin ku bi rê ve diçe û helbesta dibêje û virrek û hîlekar e, lewra ji adem eleyhî selamre gotîye ku heger ji dara xweşî û nexweşîyê bixwe wê bimire.

Lêbelê adem eleyhî selamû hewwa ji fekîyên wê darê xwarin û ne ku nemirin belkî qencî û neqencîyê jî ji hev nas kirin.
Yan jî çîroka qev girtina xweda bi hezretî yaqub eleyhî selamre ku di tewratê de hatîye.

b) delîlên heqqanîyet û çêtirbûna îslamê

1- zindî û daimîtî ya mucîze ya dînê îslamê; ji ber ku mucîze ya eslî ya vî dînî quran e ku ji beşa kitêb û mentiq û zanînê ye – bi xîlafa mucîze yên pêxemberanê berê ku ji beşa karên lebatî bûn (mehsus) – a ji ber vê yekê her timî zindî ye û palpişta wê ew bi xwe ye û bi hazirbûn û jîyana pêxemberê îslamê sellellahu eleyhî we alîhîve ne girêdayî ye. A ji ber vê yekê mucîze ya îslamê ebedî û sermedî ye.

Digel ku quran bi îlan kirina meydanxwendinê û tekoşînê, dem bi dem ji cîhanîyan re jîn û hertimî bûna xwe dîyarî dike: “heger hun di wî tiştê ku me bi ser evdê xwe de hêla kirîye de guman û şekkan dikin, yek sureyekê wek wê hun jî bînin”.

2- tehrîf nebûna quranê; yanî tu gorandin û vajîkirin tê de nehatîye wicudê.

Lewra digel sonda xweda ya ku ferman kirîye ku ezê quranî biparêzim, û him pêxember sellellahu eleyhî we alîhîbi xwe jî xebatek pir ji bona parêstina wê encam daye.

Yekem: bi hinek kesên ku bi katibanên wehyê dihatin nas kirinê ferman kirîye ku ayet û sureyan binivîsin.

Duyem: handan û teşwîqa zêde ya wî li sehabî û yaranên xwe, di jiber kirina quranê de. Lewra hijmarek pir di dewrana pêxember sellellahu eleyhî we alîhîde bi hafizanên quranê dihatin nas kirin.

Sêyem: girîngdana bi qîraetê; yanî hewceye ku quran pir bi dîqqet û li anagora taybetîyên lefzî û tecwîdî were xwendin.

Ne mitale kirin û hîn kirina mefhuman bitenê û bes.

A ev kartêger bûn wesîla parastina quranê ji afetên tehrîfê.

3- rîya sêyem ya ji bona îsbat kirina heqqanîyeta îslamê re, baldana bi buyera xatem bûna pêxemberê îslamê sellellahu eleyhî we alîhîye.

Lewra nivîsarên dînî yên dînê îslamê tekîd dikin ku pêxemberê îslamê, sellellahu eleyhî we alîhîpêxemberê xweda yê dawî ye û wê piştî wî edî tu pêxember nên.

Di temamê civakên beşerî de destur ul-e`melê yek serok û pêşîvanekî, dibe cihê e`mel kirina pê û gerek were îcra kirinê. Lê bi hatina destur ul-e`melekî nû, yên berê ji ber xwe ve betal dibin.

Di nivîsarên dînî yên din de, nehatîye ku pêxemberên wan, pêxemberê xweda yê dawî ye.

Belkî bi şiklekî mizgîna zuhura pêxemberê îslamê sellellahu eleyhî we alîhîdane rêwîyên xwe. Yanî, wan bi şiklekî, muweqetî bûn û bihurbara xwe beyan kirine.

Çarem: mesela çarem ya ku hewceyê li ber çav were girtin, mesela gelemperî ya îslamê ye ku îslam, di dîmenên cur be cur û pir de, yên ruhî û rewanî yê ferdî û civakî û maddî û manewî ya jîyana însan de xweyê perwerdeyan e.

ji bona nas kirina çêtir û qenctirî ya mefahîmên dînê îslamê, hewceyê ku mitaleyek danberhevî ya di navbeyna naveroka nivîsarên muqeddesên dînê îslamê û naveroka dînên din de were pêk anînin.

Wê demê wê çêtirî û gelemperî ya perwerdên dînî yên îslamî di mijarên bawerî, tewhîd û sifatên xwedayê teala û exlaqê ferdî û civakî, huquq, eborî, sîyaset û hikumet û … de eşkere û ruşen bibe.


5- nukte ya pêncem; di navbeyna dînên mewcud de di cîhana îroroj de, bitenê dînê ku xweyê dîrokek zindî û giramî ye dînê îslamê ye ku dîrokzanan heta cuzîyyatên dewrana zarokî ya pêxember sellellahu eleyhî we alîhîjî qeyd kirine. Digel ku dînên din ne xweyên senedên tarîxî û giramî ne. ji ber vê yekê jî heta hinek ruşenbîrên xerbî di hebûna hezretî Îsa eleyhî selamde bi xwe jî guman kirine. Û heger qurana me misilmanan navê hezretî mesîh eleyhî selamû pêxemberên din eleyhîmu sselamyad nekiraya, wê dînî mesîh û yahudî û pêxemberanên wan, negihîştina vê resmîyetê û di civaka beşerî de hewqas nehatina rewacê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

اخبار عزای حسینی در جهان
پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na