EQL

  • Kodê Nûçe : 733947
  • Çavkanî : ABNA
Brief

"Ewê bixwaze, hikmetê dide wî û ew kesê hikmet jê ra bê dayîn muheqeq xêr û xweşîyek zehfî jê ra hatîye dayîn û şîret nabin xêncî ‘eqilmendan".

‘EQL

Bihaya ‘Eql

"Ewê bixwaze, hikmetê dide wî û ew kesê hikmet jê ra bê dayîn muheqeq xêr û xweşîyek zehfî jê ra hatîye dayîn û şîret nabin xêncî ‘eqilmendan".

"Û gotin: Eger me guhlê bûbûya û bida ‘eqlê xwe em nedibûn ji ehlê cehnemê".

Pêxember (s.a.a): ‘Eqlê mirov wesîla xwe ragirîya wî ye.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, qewîtirîn xîm û binyat e.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, paşvederê ji kirêtê û fermanderê qencîyê ye.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, duristkerê hemî kesî ye.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, bilindkerê bal bilindahîyan ve ye.

Girîngîya ‘Eql di Ceza û Xêrê da

Pêxember (s.a.a) - got komekî ku pesnê kesekî dan -: ‘Eqlê wî çewa ye? gotin: Ey Resûlê Xudê! em ji xebata wî li ‘ibadet û karên baş da ji te ra dibêjin û tu pirsîyara ‘eqlê wî ji me dikî?! Vêca kerem kir: Heqîqet ev e ku mirovê ehmeq bi ehmeqîya xwe karên xirabtir ji xirabîya mirovên xirab dike. Sibehî (roja qîyametê) wê her kes qas ‘eqlê xwe derece û merteban bi dest xwe ve bêne û nêzîkê Xudayê xwe bibe.

Îmam Hesen (a.s): Pê ‘eql herdu avahî (dinya û axiret) pêkve bi destve tên û kesê ji ‘eql bê behr e, ew ji wan herdukan jî bê behr e.

Îmam Baqir (a.s): Dema Xudê te’ala ‘eql çêkir, gotê: Berê xwe bide, vêca ewî bere xwe da, paşê gotê: Bizivire, ew jî zivirî, vêca kerem kir: Ez bi ‘îzzet û celala xwe kim, min çi mexlûq wek te sipehî çênekirine, ez fermanê didim te û te nehî dikim (muxatebê emr û nehyên min tu yî) ez te xêrdar dikim û ceza didim te.

Îmam Baqir (a.s): Min li nivîsûkek ya (Îmam) Elî (a.s) da dît: Bihayê her kes qas me’rîfet û nas kirina wî ye. Birastî Xudayê bilind û pir xêr û bereket qas ‘eqlê li dinyayê da, daye wan hesabê digel wan dibîne.

Hucîyeta ‘Eql

Îmam Kazim (a.s): Ji Xudê li ser mirovan du huccet hene, huccetek eşkere û huccetek veşartî, herçîka hucceta eşkere, ew pêxember û {enbîya in} û Îmam in û hucceta veşartî jî ‘eql e.

Me’na ‘Eql

Pêxember (s.a.a): ‘Eql, ronahîyek e ku Xudê ji insan ra çêkiriye, ku dil ronahî dike, da ku pê wî tiştên berçav û neberçav ji hev veqetêne.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql ew e ku tu tişta bizanî bêjî û bi ya dibêjî ‘emel bikî.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, paraztina tecruban e û baştirîn tecrube ew e ku ji te ra şîretkar be.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql, du ‘eql in, ‘eqlê tebî’î (zatî) û ‘eqlê bi tecrubê tê dest, herdu jî mirov bal feydê ve dibin.
 

Sifetên ‘Eqilmendan

Pêxember (s.a.a): Nîşana ‘eqilmend ewe ku: Nermîyê bike digel cahilê bi nezanî li beraberê wî da sekiniye û ji wî yê zulm lê kiriye derbanz bibe û ji yê bin xwe re xwe bişikêne (mutewazî’ be) û li kirina karê qenc da pêşîyê ji yê ser xwe bistêne, her wuha dema qesta axiftinê kir fikir bike; vêca eger baş be, biaxivê û feydê bibînê û eger nebaş bê sakit bibê û bi selamet bimînê. Dema rûbirû bibe digel fitneyekî xwe bi Xudê bigire û hay ji dest û zimanê xwe bimîne; dema başî û qencîyek bibîne, ewê ji xwe re xenîmet zanibe; şerm û heya ji wî cuda nabe; hirs û kulbûtî jê çênabe, evênhe deh xeslet in ku mirovê ‘aqil pê wan tê nas kirin.

Pêxember (s.a.a): ‘aqiltirînê xelkê ewe idare kirin û borandina wî digel xelkê pirtir e.

Îmam Elî (a.s): Singê mirovê ‘aqil sindoqa xefên wî ye.

Îmam Elî (a.s) - Dema derheq ‘aqil da pirsîyar jê hat kirin -: Ewe yê tişta li cihê wê da deynê. Gotinê: Vêca derheq nezana da (cahilan) ji me ra xeber bide, ewî (a.s) kerem kir: Min ji hewe re behsê kir.

Îmam Sadiq (a.s): Mirovê ‘aqil du caran ji kunekî nayê pêvedan.

Îmam Kazim (a.s): ‘aqil ewî nabêje ewa bitirsihê derew bê êxistin û ewê ya ku bitirsihê nedinê naxwaze û soza wê tiştê nade ewa nekare pêk bêne; û hêvîdarê wê tiştê nabe ewa ji ber wê lome lê bên kirin; û dest navêje wî karê ku tirsa nekarînê ji bona pêk anîna wê heye.

Tişta ‘Eql Zêde Dike

Îmam Elî (a.s): ‘Eql xerîzeyeke ku pê zanîn û tecrعbê serve zêde dibe.

Îmam Elî (a.s): Pê terk kirina karê bêyhûde (ji te re nelazim) ‘eqlê te temam dibe.

Îmam Sadiq (a.s): Pir nêrîna li ‘ilmê (zehf fikir kirin) ‘eql vedike (dipişkivêne).

Pîvekên ‘Eql

Îmam Elî (a.s): Pê wê ya li ser zimanê mirov carî dibe ‘eql tê zanîn (nas kirin).

Îmam Elî (a.s): Hinartîyê te nîşanê (wergerhayê) ‘eqlê te ye û nivîsûka te ji her tiştî pirtir te dide nasandin.

Îmam Elî (a.s): Pê şeş tiştan ‘eqlê mirovan tê pîvan: Nermî li wextê xezebê da û sebr li wextê tirsê da û lez neketin (durist hereket kirin) li wextê meyl û vîyanan da û teqwatîya Xudê li hemî halan da û baş borandin û idare kirin (digel xelkê) û kêm kirina (mucadile ) cirekêşîyê.

Îmam Elî (a.s): li wextê axiftina bê çep û çûr (serîh û eşkere) da, ‘eqlê xelkê tê pîvan.

Îmam Elî (a.s): Bîr û hizra xelkê (reya wan) kêşek û mîzana ‘eqlê wan e.

Îmam Elî (a.s): Karên durist yên zehf xeber didin ji pir ‘eqlîyê.

Îmam Elî (a.s): Dema ‘eql temam bibe axiftin kêm dibe.


Ze’îf û Lawazkerên ‘Eql

Îmam Elî (a.s): Di navbeyna hewes û şehwetê da ‘eql diçe.

Îmam Elî (a.s): Ji xwe razî bûn nîşana ze’îf bûna ‘eqlê mirov e.

Îmam Elî (a.s): Kesê hevaletîya mirovê nezan bike wê kêmasî bikeve ‘eqlê wî.

Îmam Elî (a.s): Kesê henekekê nekir îlla ku piçek ji ‘eqlê wî neçe.

Îmam Elî (a.s): Kesê guhdarî kirina ‘eqlemendan terk bike wê ‘eqlê wî bimre.

Îmam Baqir (a.s): Piçek kubarî nakeve dilê kesî, xêncî ku kêmasî dikeve ‘eqlê wî.

Nîşanên ‘Eql Sivikîyê

Îmam Elî (a.s): Dema ‘eql kêm bibe zêdahî (zêdexwazî – tiştên zêde û ne muhîm) zehf dibe.

Îmam Elî (a.s): Kesê ‘eqlê wî kêm bibe nebaş xeber dide.

Îmam Elî (a.s): Xwezî û arzûyên pir, ji ber xirab bûna ‘eql e.

Fêkîyê ‘Eql

Îmam Elî (a.s): Fêkîyê ‘eql, xweragirî ye.

Îmam Elî (a.s): Fêkîyê ‘eql, venebûna ji heqîyê ye.

Îmam Elî (a.s): ‘Eql darek e ku fêkîyê wê merdemêrî û şerm û heya ye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na