Caferê Teyyar

Daxwaza Firînê

  • Kodê Nûçe : 739278
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Karwan di nav bahoza qûmê de, hêdî pêş ve diçû. Bayê şûna lingên karwandaran winda dikir û ji nav dibir. Mêr û jinên musilmanên ku ji tade û îşkenceyên muşrikên Mekkê, ne di emanê de bûn, bi fermana Pêxember (s.a.a) bi alîyê Hebeşîstanê ve hîcret dikirin. Lê belê hê rêya Hebeşîstanê zêde mabû.

Daxwaza Firînê

Caferê Teyyar

Kerwan di nav bahoza qûmê de, hêdî pêş ve diçû. Bayê şûna lingên karwandaran winda dikir û ji nav dibir. Mêr û jinên musilmanên ku ji tade û îşkenceyên muşrikên Mekkê, ne di emanê de bûn, bi fermana Pêxember (s.a.a) bi alîyê Hebeşîstanê ve hîcret dikirin. Lê belê hê rêya Hebeşîstanê zêde mabû.

Musilmanan gerek bi keştîyên bazirganî û ji deryayê derbas bibana û biçûna wê derê. Heya bendera Şueybe rêya zêde nemabû. Hemû lez dikirin ji bona siwarbûna keştîyan, lewma ku ji alîkî ve muşrikan li pey wan bûn û ji alîyê din ve jî hereketa keştîyan nêzîktir dibû. Dûmahîk, xilasîya rêyek gelek dijwar, hişk û ziwaya Hicazê, musilmanan xwe gihandin bender û li keştîyên bazirganî siwar bûn û li rêya Hebeşê dewam kirin. Gava muşrikan xwe gihandin qerexê derya, xişmdar û bihêrs bibûn. Lewma ku ev rê hemû bi dijwarî û zihmetê hatibûn, dîsa paşda vegerîyan û xebera rizgarîya musilmanan dan mîrên kafirên Mekkê.

Çend kesên muşrik ji kafirên Mekkê bi diyarîyên zêde wekî postên debbaxî ku li cem wan bûn, çûn Hebeşîstanê. Plana wan ev bû ku li cem padîşahê Hebeşê li dijî musilmanan xeber bidin ku belkî hemûyan bizivirînin Mekkê. Musilmanan bi rêberîya Cafer îbnî Ebû Talib çûbûn Hebeşê û Necaşî ku padîşahê wê derê bû penah dabû wan û pêşwazî kiribû. Hê ji îqameta muhaciran zêde derbas nebibû ku nûnerên botperestên Mekkê hatin Hebeşîstanê û bi Necaşî re qise kirin û jê re gotin: “Hinek ji xulam û qewraşên kêm aqil ên me, ji dîn û ayînê kalanê me dev berdane, bi dînekî îman anîne ku ne ji dînê me ye û ne ji yê we. Niha em rica dikin ku hûn van kesan ji welatê xwe der bikin û teslîme me bikin”.

Necaşî, padîşahek xiristîyan bû, ji Cafer îbnî Ebû Talib ku rêberê musilmanên muhacir bû pirsiyar kir: “Ev dînê we yê nû çi ye?” Di wê Lehzeyê de, Cafer li hemberê Necaşî, keşeyan û muşrikên Mekkê rawesta û got: “Ey padîşah! Em di nav xelkekî wusa bûn ku di dewrana cahilîyetê de, me botan diheband, goştê mirarî dixwar, karên xirab dikir û bi cîran û hevpeymanên xwe re baş derbas nedikir. Kesên hêzdar bûn mafê zeîf û belengazan payîmal dikirin. Xwedayê Teala, pêxemberekî ji me re şand û wî me gazî Xweda kir, da ku em wî nas bikin û jê re îbadet bikin. Me gazî bi rastgoyî, emanetdarî, hezkirina lêzim û cîranan kir û ferman da me. Me ji karên nepak, derew û xwarina malên êtîma, nehy kir û got nimêj bikin, sedeqe bidin û rojîyê bigirin. Me jî wî pejirand û pê îman anî. Em ji Xweda re bi yekitî îbadet dikin, ew tiştên ku heram jimartîye heram, helalên wî jî helal dizanin.  Lê belê serok û mîrên Qureyş bi tade û îşkenceyan dixwazin em ji dîn û ayînê xwe dev berdin û dîsa vegerin ser bot hebandin û nepakîyan”.

Pişt re Necaşî ji Caferê Ebû Talib pirsiyar kir: “Derbarê Hz. Îsa çi difikirin?” Cafer got: “Bawerîya me ew e ku Pêxember (s.a.a) ji alîyê Xwedê anîye û dibêje: “Îsa (a.s) bende û pêxemberê Xwedê ye. Ruh û kelîmeya Xwedê ye ku wî da xanima Meryem ya dawpak”. Necaşî ji gotinên Cafer îbnî Ebû Talib gelek heyîrî û kefxweş bibû û jê re got: “Sond ji Xwedê re ku te rast got”. Dûv re li muhcirên musilman zivirî û ji wan re got: “Herin; hûn serbest û di ewlehîyê de nin. Her kê tade li we bike ew ê ceza bibîne. Ez naxwazim çiyakî zêrê min hebe lê hûn di nav tade û ezîyetê de bin”. Piştre Necaşî li kardarên xwe vegerîya û got: “Diyarîyên ku anîne paşda bidin xwedîyê wan, em ne hewceyê bertîlê wan in. Bertîla ku di şiklê diyarî de anîne. Sond ji Xwedê re roja ku ez bûm padîşah, min tu bertîlekî qebûl nekirîye”. Nûnerên ji alîyê muşrikan ve hatibûn Hebeşê, tenê negihîyan daxwaza xwe, belkî li ber hemû mirovên qesrê jî piçûk û rezîl bûn û destê vala vegerîyan welatê xwe.

Cafer îbnî Ebû Talib, di hemû temenê xwe de ji Resûlê Xwedê (s.a.a) re îtaet dikir, ji bona serfirazîya Îslamê jî ji mal û canê xwe dibuhurî. Wî karî serketîyên ku mirov pê kêfxweş dibe pêkbîne û hedîye bike ji Resûlê Xwedê (s.a.a) re. Cafer, xwedîyê îmanek saxlem, yeqînekî tam, qelbekî paqij û asîmanî bû. Di wêrekî û mêranî de bêhempa bû. Di herban de mîna şêrê ku li pey nêçîra xwe ye, leşkerên dijmin ji hev diderizand û dikuşt. Di herba Muteyê de Resûlê Xwedê (s.a.a) fermandarîya leşkerên musilmanan da wî û ew jî mîna berxwedanîyên berê pêyê xwe avêt qada herbê. Di herba Muteyê de, ew cengawerê Haşimî gelek bihêz xuya kir û gelek serên kafir û muşrikan dirêjî erd ya helakê kir û ji nav bir. Û dûmahîk ew jî li qada herbê gehîşt dereca şehadetê. Gava ku Pêxemberê Ekrem (s.a.a) xebera şehadeta Cafer bihîst, hêstir ji çavên wî rijyan û kerem kir: “Xwedê Teala du heb bask da Cafer û ew jî di bihîştê de difire”.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na