Uweysê Qerenî

Têhnîyê Dîdarê

  • Kodê Nûçe : 739279
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Deştên welatê Yemen, şîn û ava bûn. Ciwanê hêştirvan, her roj serê sibehê bi hêştirên xwe ve diçû çolê ku hêştiran biçerîne.

Têhnîyê Dîdarê

Uweysê Qerenî

Deştên welatê Yemen, şîn û ava bûn. Ciwanê hêştirvan, her roj serê sibehê bi hêştirên xwe ve diçû çolê ku hêştiran biçerîne.

Dema ku hêştir diçêrîyan, Uweys derbarê dînê xwe yê nû ku qebûl kirîbû diket nav fikr û xiyalan. Di wê demê de pirên xelkê botên ji kevêr û daran çekirî dihebandin û goştê mirarî dixwarin, mirova dikuştin û malên hev talan dikirin. Tade li dê û bavê  xwe dikirin. Uweys dînê Îslamê qebûl kiribû. Li pey qezenca helal bû û miqatê dîya xwe ya kor dibû û jê re xizmet dikir. Uweys her dem ji ber ku Xwedayê Yekta hîdayetê jê re kiriye nesîb, hemd û sipas dikir û diçû secdeyê. Di nav rojê de zikrê Xwedê ji zimanê wî nediket. Uweys bi destê mamê xwe yê mumîn Osameyê Qerenî Îslamê nas kiribû lewma jê re gelek hurmet dikir û giranqedr dizanî. Uweysê Qerenî ji wan kesan bû ku Îslamê bi teblîxa zanayan pejirandibû û pê re jî îftîxar dikir.

Uweys ji dema ku navê pîrozê Hz. Muhemmed (s.a.a) bihîstibû, hadurîya wî nedihat. Wî dixwest biçe hizûra Resûlê Xwedê (s.a.a) û kelîma şehadeteynê bêje û ji nêz ve wî bibîne.

Her çend Pêxember (s.a.a) nedîtibû lê belê pir dixwest here balê û cemala binûra wî zîyaret bike. Lê nikaribû birehetî here û xwe bigihîne cem Pêxember (s.a.a). Ji ber ku him rê dûr e û dirêj e û him jî dîya wî nikaribû bê wî li xwe miqatê be û rojan derbas bike. Ji ber vê yekê, her wext Uweys li deştê tenê dima û diket nav fikra hebîbê xwe Pêxember (s.a.a). Difikirîya ku Hz. Muhemmed (s.a.a) ji derda neket hundirê mala, belkî dilê mirovan bi dest ve anî û tê da cîh girtibû. Uweysê Qerenî, musilmanek bû ku hez û muhebbeta Hz. Muhemmed (s.a.a) dilê wî ragirtibû û ji van hemû nîmetan, xwe rehet û bêhnfire didît. Lê belê her car digot: “Xwezî bikaribûma bona carekî be jî min wî mirovê giranqedr bidîta û çavên min bi cemala nûranî ya wî ronahî biba.

Dîya Uweys xanimek bawerdar û paqij bû, her çend hêza ditîna çavên wê tunebe jî lê daxwaza zêdeyê ciwanê mumîn yê xwe ji hal û reftarê wî fêhm dikir. Dîya wî jî dixwest rojek kurê wê yê delal here zîyareta Hz. Pêxember (s.a.a). Rojek ji rojan Uweys xwe hazir kir ku here çolê, dengê kêmê dîya xwe bihîst ku gazî wî dike. Xwe zûka gihande balê. Dayîk ji hurmet û terbîyeya Uweys kêfxweş dibû, bi dilovanî jê re got: “Lawê min! Dizanim ku tu dixwazî herî zîyareta Hz. Resûlê Xwedê (s.a.a), ez bi xwe jî naxwazim ji vê daxwaza xwe ya hêja paşda bimînî. Lê gerek tu soz bidî min”. Uweys ewqas şa bibû ku nikaribû cîhê xwe de bisekinîya, bi kêfxweşî got: “Dayîka delal a min! Her çi şertê te hebe ez qebûl dikim”.

Dayîk got: “Ji bona dîtina Hz. Pêxemberê Îslamê (s.a.a) here Medînê. Lê eger Resûlê Xwedê (s.a.a) li bajar nebe, ji nîv rojek zêdetir li Medînê gerek nesekinî  û bilez bizivirî”. Ciwan şertê dîya xwe pejirand û bilez ji bona rêwîtîya Medînê xwe hazir kir û bi rê ket.

Uweys bi hêştir û zada xwe ya ji bona rê amade kirî, pêşî diçe cem dîya xwe, destên wê maç dike û dûv re jê xatir dixwaze û bi rê dikeve. Li pêşî ji Yemenê heya Medînê rêyekî dirêj heye. Yemen cîhekî av û hewaya wê xweş e; lê Medîne, cîhekî germ, ziwa û hewa wî agirnak e. Lê hemû van tiştan ji bona Uweys, girîng nebû. Ê girîng dîtina Hz. Resûlê Xwedê (s.a.a) bû. Dîtineke wusa lehzekî wê hemû zihmetî û dijwarîya rê ji nav dibe. Uweysê Qerenî bi gavên mezin û bilez alîyê habîbê xwe ve diçû. Di fikra xwe de wan dema tesewur dike ewê Hz. Resûlê Xwedê (s.a.a) hemêz bike û li balê şehadeteynê dîsa ewê bîne ser zimanê xwe. Ciwanê westîya piştî qedandina ewqas rêya hişk û agirnak xwe gihande nêzîkê Medînê. Gavên xwe mezintir avêt û zêdetir şa dibû. Dema xwe gihande Medînê mala Resûlê Xwedê (s.a.a) pirsiyar kir ku Hz. Pêxember (s.a.a) li mal e.

Lê belê jê re hate gotin ku Hz. Pêxember (s.a.a) ne li mal e. Li derveyê Medînê ye. Her wekî şertê dîya ciwanê westîyayî heta nîvroyê li Medînê benda Pêxember (s.a.a) sekinî. Ji ber ku Pêxember (s.a.a) nehat, Uweysê Qerenî vegerîya Yemenê.

Dema ku Pêxember (s.a.a) gehîşt Medînê, Uweys ji wê derê çûbû. Gava Pêxember (s.a.a) çû malê û kerem kir: “Li mal nûrekî dibînim. Gelo kî hate malê?” Gotin: “Hêştirvanek bi navê Uweys hatibû. Silava got û vegerîya”. Pêxember (s.a.a) kerem kir: “Belê, ev nûra Uweys e ku li mala me diyarî hiştîye û bi xwe jî çûye”. Her çend dîtina Hz. Pêxember (s.a.a) ji Uweysê Qerenî re muyeser nebû, lê belê her wext ji bawerdarên rast û hezkerê Ehlê Beyta pak û paqij bû. Bawerîya wî ji welayeta Îmam Alî (a.s) re hebû. Belê di dawîyê de ev zilamê xwedî teqwa di şerê Siffînê de di nav arteşê Îmam Alî (a.s) cîh girt û di heman şer de jî gihîya meqama şehadetê û çû cem hebîbê xwe Hz. Muhemmed (s.a.a).

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na