?>

​​​​​​​Di Hezîranê de 18 jin li Tirkiyê hatin kuştin

Di demekê de ku dewleta Tirkiyê bi awayekî fermî ji Peymana Stenbolê vekişiya, însiyatîfa ‘Em ê qetilkirina jinan rawestînin’ di rapora xwe ya meha Hezîranê de eşkere kir ku li Tirkiye 18 jin hatine kuştin û 20 jin bi awayekî biguman mirine.

ABNA24 : Însiyatîfa ‘Em ê qetilkirina jinan rawestînin’ a Tirkiyê rapora xwe ya meha Hezîranê derxist û tê de eşkere kir ku 10 jin ji aliyê hevserên xwe ve, 2 jin ji aliyê malbatê ve, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek bi destê bavê xwe, yeka din bi destê hevserê xwe yê berê, yeka din jî bi destê hevalê xwe û yeka din bi destê hevalê xwe yê berê hatine kuştin.

Di raporê de hat piştrastkirin ku 12 jin hatine kuştin lê sedemên wê nehatine diyarkirin. Di nav de 4 jin ji ber mijarên girêdayî berdan an jî redkirina zewacê yan jî lihevhatin nexwestiye û 2 jinên din jî ji ber sedemên aborî hatine kuştin.

Hemû bûyerên kuştinê jî li cihên giştî pêk hatine; 3 li kolanê, 2 li cihên kar, yek li otêlê, yek li cihekî nediyar, yek li pêşiya dibistanekê. Jinên ku di malên xwe de hatine kuştin rêjeya wan ji sedî 50 ye.

Di raporê de hat bibîrxistin ku di van bûyerên kuştinê de cureyên cuda yên çekan hatine bikaranîn. 9 jin bi çekan, 4 jin bi amûrên tûj hatine kuştin, 2 hatine fetisandin, yek hatiye şewitandin û 14 jin jî rêbaza ku pê hatine kuştin, nayê zanîn.

Însiyatîfê di rapora xwe ya meha Gulanê de eşkere kiribû ku 17 jin hatine kuştin û 20 jin bi awayekî biguman mirine. Heta niha jî sedema van bûyeran nayê zanîn.

Dewleta Tirkiyê bi awayekî fermî roja 1`ê Tîrmehê ji Peymana Stenbolê ya qedexekirina tundiya li ser jinan vekişiya.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*