?>

141 meytên gorên komkî yên Şingalê hatin naskirinê

141 meytên gorên komkî yên Şingalê hatin naskirinê

Rêvebirê Pizişkîya Dadê ya bajarê Bexdayê nasnameya 141 meytên gorên komkî yên li Şingalê ragihand.

(ABNA24.com) Rêvebirê Pizişkîya Dadê ya bajarê Bexdayê nasnameya 141 meytên gorên komkî yên li Şingalê ragihand.

Rêvebirê Pizişkîya Dadê ya bajarê Bexdayê Zeyd Yûsif ragihand, gorên bikomî yên li Şingalê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî û ji aliyê Dezgeha Şehîdên Iraqê û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê ve tên vekirin û hewlên nasîna terman berdewam in.

Wî herwiha diyar kir, ta niha wan karîne nasnameya 141 termên ku di gorên bikomî yên li Şingalê ne kivş bikin.

Meha bûrî Netewên Yekgirtî ragihand, ji koma 16 gorên bikomî li gundê Koco, tîmên wan dest bi vekirina 12 goran kirine, armanc  jî lêkolîna ser tawanên DAIŞ`ê ye.

Piştî ku Encûmena Asayişa Navdewletî rizemendî li ser lêkolînên di tawanên DAIŞ`ê di sala 2017`an de nîşan da, niha tîmeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya parêzer Kerîm Esed Kerîmxan mijûlî lêkolînê ye.

Tîma ser bi Netewên Yekgirtî ve yekem gora bikomî ya gorîyên DAIŞ`ê, di Cotmeha 2018`an de li gundê Koco yê Şingalê vekiribû.





/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*